Li Dîrokê Nihêrîneka Kin: Hafiz Esadê ku di salên 1970an da bi derbeyeka leşgerî bû desthiladar hemû bendên aborîyê di destê dewletê da kom kir. Bûyîna endamê BAASî ji bo xwe gihandina çavkanîyên aborîyê îmtiyazek bû. Di alîyekî da xisleta netewparêzîya Ereb a dewletê dihat parastin, lê di alîyê din da jî bi rêya partîyê BAAS civak bi îmtiyazên aborî bi rejîmê ra dihat girêdan. Bi vî awayî netew û …
Read More »GİŞTÎ
JI MAHABAD HETA ŞOREŞA ROJAVA, JI BO KURDISTANA AZAD HER TIM HERNE PÊŞ
Dewletên herêmê yên emperyalîst û paşverû ev 100 sal in perçebûna eşîretî û lawazbûna hişmendîya netewî ya li Kurdistanê kirine firsend. Ji bo berjewendîyên xwe yên mêtîngehkar Kurdistan kirin çar parçe. Her perçeyek ji desthilatdarîya mêtingehkar a Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyê ra hiştin. Têkoşîna me ya azadîya neteweyî li her parçeyî di astên cuda da berdewam kir. Tevî komkujîyên qirkirinê jî agirê me yê serhildanê qet venemirî. Serhildanên me …
Read More »Tabûrên gel ji bo parastina axa şoreşê
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe mezin dikin. Komunîstên Rojavayî bi avakirina tabûrên gel parastina xwe ya şoreşa Rojava berfireh dikin. HESEKÊ Em wekî Tabûra Şehîd Metîn Dîcle, em îro sekna xwe diyar dikin. Em piştê hêzên xwe yên QSD, YPG û YPJ ne. Em êrîşa dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Bila dewleta Tirk baş zanî be, hêza me ti cari nayê şikenandin. Ji …
Read More »Xweparastin Misogerîya Jîyanê Ya Hemû Gelên Sûriyê Ye: Berxwedan Jîyane
Çeteya HTŞê ku rêveberîya Şamê bi dest xist, bi awayekî zelal nîşan da ku ji bo bawerî û neteweyên cuda mafê jîyanê nas nake. Li dijî gelê me yê Elewî û Xiristiyan ket nav qirkirinê. Li Lazqiye, Tertûs, Hama, Hums û Şamê li herêmên ku Elewî lê dijîn, serdegirtin tên kirin. Çeteyên HTŞê bi hinceta “em bermahiyên rejîmê paqij dikin” her roj dest danîne ser mal û milkên gel. Êrişên …
Read More »JI GELÊ ME YÊ BAŞÛR RA BANGAWAZÎ; DENG NEDE YÊN KU GEL Û AXA KURDISTANÊ DIFIROŞIN!
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê; dê di 20ê Cotmehê da biçe ser sindoqan û dengê xwe bide pêşeroja xwe. Hilbijartinên ku dê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dîyar bike, divê berê salan bihata kirin. Lê ji ber ku PDK-mala Barzanî ne dixwest gel ji ber sûcên wan, wan ceza bike, hilbijartin asteng kirin. Di salên berê da encamên hilbijartinê her tim zelal bûn, şert û merc çi dibin bila bibin …
Read More »Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî dagirkerî û mêtingehkarîyê enîyekê yekgirtî ya berxwedanê ava bikin
Dewleta Îsraîl a dagirker piştî Filistînê li Lubnanê êrîşeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îsraîl a dagirker piştî wêrankirina zîvala Xazayê, bi hinceta hebûna Hizbullahê rûyê xwe ber bi xaka Lubnanê ve zivirand. Ji Xaza, Şerîeya Rojava û Lubnanê her roj nûçeyên mirinan tên. Çawa ku dewleta Îsraîlê dibistan, nexweşxane, parêzgeh û kampên penaberan ên li Xazayê bombebaran kirin û bi deh hezaran kes qetil kirin. Niha jî dixwaze heman …
Read More »Hejmara 13emîn a Raperîn derket
Hejmara 13emîn a rojnameya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin ji saziyên me bistînin, ji malpera me dakêşin û bixwînin. raperin13-birengİndir
Read More »Pêşengê Komunîst 30 Salî Ye: BIJÎ KURDISTANA AZAD BIJÎ SOSYALÎZM
Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê …
Read More »Hejmara 12emîn a rojname me ya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
raperin12-birengİndir
Read More »Kovara ciwanan Berbang derket. Hûn dikarin hejmara 1emîn daxinin û bixwînin.
berbang-1İndir
Read More »
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e