Em ê Bibin Şopdarên Denîz Poyraz

Dewleta Tirk a zilamperest  û mêtînger êrîşên xwe yên li dijî vîna jinê didomîne. Jnên ku azadiya wan tê hedefgirtin di her qadê de li ber xwe didin. Jin  ji  bo  ku  Peymana Stenbolê biparêzin dadikevin qadan, ruxmî êrîş û binçavkirinan derdikevin kolanan, di zindanan da li ber xwe didin, li hemberî tacîz û destdirêjiyê bêdeng namînin, dibistan, zanîngeh û kargehan dikin qadên berxwedan û têkoşînê. Li  herêmên parstina medya bi hezaran jin bi berxwedana xwe  dîrokekê dinivisînin. Li hemberî siyaseta xiyanetê sekna herî xurt jin nişan didin. Dewleta Tirk a mêtînger di her gava xaka Rojavaya ku dixwaze dagir bike de li vîna jinên ku dibin Arîn, Sarya û Avestayan diqelibe.

Jin li hemberî rejîma faşîst a AKP’ê din av refên HDP’ê de birêxistin dibin. Dewleta ku dixwest HDP’ê bigire êrîşên xwe derbasî asteke din kir û bi çeteyên xwe êrîşî jinên ku li hemberî siyaseta faşîst têdikoşin kir. Em vê êrîşê ji Kobanê ji çiyayên Şengalê ji dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê nas dikin. Çeteyên ku dijminê jinan in û bi deste rejîma faşîst tên xurtkirin bi hişmendiya DAÎŞ’ê Denîz Poyraz  qetl kirin. Şehîtkirina Denîz Poyraz û piştre şewitandina navendê nîşan dide ku hevpariya rejîma faşîst û hişmendiya DAÎŞ’ê gîhaştiye  kîjan astê.

Em ê weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger her dem li gel jinên ku li hemberî zilamperestî, faşizm û mêtîngeriyê têkoşîn dikin bibin. Em weke jinên ji Şoreşa Rojava ya Jinê li vîna Denîz Poyraz xwedî derdikevin. Xaka Şoreşa Jinê weke Sada û Hind, weke Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Melle Xelîl wê bibe şopdarê Denîz Poyraz jî.

Bimre Dewleta Tirk a Zilamperest Dagirker û Mêtînger

Bijî Şoreşa Jinê

Bijî Rêhevaltiya Jinê