NÛÇE

WERIN EM JI BO JÎYANEK WEKHEV Û AZAD LI DIJÎ DAGIRKER Û MÊTINGERAN LI BER XWE BIDIN

Komunîstên Rojavayî li sazîyên me ya Kobanê, Qamişlo û Hesekê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû ku axên Rojhilata Navîn dîsa anîne ber şerekî mezin, ji şer, dagirkerî, xizanî û birçîbûnê pêve tu paşerojê ji bo gelê me rewa nabînin. Dewleta Tirk a faşîst ku li ser gelê Kurd sîyaseta îmha û qirkirinê dimeşîne, qada ku li …

Read More »

    Hejmara 13emîn a Serkeftin hat weşandin

    Hejmara nû ya rojnameya me ya Serkeftin bi sernavê ‘Em ê li dijî dagirkerî û şer li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin’ hat weşandin. Hûn dikarin ji saziyên me bistînin, ji malpera me dakêşin û bixwînin… serkeftin-13-birengİndir

    Read More »

      Di salvegera 10emîn a fermana 73an de bijî berxwedana Şengalê

      Deh sal beriya îro, di dîroka 3yê Tebaxa 2014an de li Şengalê bi îxaneta PDKê, DAÎŞê dest bi komkujîyekê kir. Ev komkujî fermana 73an a gelê Êzîdî bû. Pêşmergeyên PDKê, beriya êrîşa DAÎŞê gelê Êzîdî bê çek û parastin di dest çeteyan de hişt û revîyan. Civaka Êzîdî ji bajar û gundên xwe derket û ji bo xwe biparêze li çol û çîyan ket. Bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, bi …

      Read More »

        Bijî 1ê Gulanê, bijî sosyalîzm

        Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê yên ji bajarên kantona Cizîrê bi awayekî navendî beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê a Hesekê bûn. Komunîstên Rojavayî pankarta “Bijî 1’ê Gulanê, bijî sosyalîzm” vekirin û bi dirûşmeyên coş meşiyan. Komunîstên Rojavayî ku beşdarî çalakiya li Parka Serdemê bûn 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran a cihanê pîroz kir.

        Read More »

          Fermandarê sor Baran Serhed hatin bîranîn

          Rêberê xeta Welatparêzîya Sosyalîst û fermandarê sor Baran Serhed, di salvegera 5emîn a nemirîya xwe de bi bîranînên ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin lidarxistin hat bi bîr anîn. Komunîstên Rojavayî li Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Dirbêsîyê bîranîn lidar xistin. Di bîranînên ku bi rêzgirtinê destpêkirin de, sînevîzyona li ser jîyana Baran Serhed hat temaşekirin. Ji bo ku Em Hevrêyên Baran Serhed in Serê me Bilind e” Hesekê …

          Read More »

            Komunîstên Rojavayî: Bijî Newroz bijî sosyalizm

            Komunîstên Rojavayî, berê 21ê Adarê pîrozbahîyên Newrozê yên bi coş pêk anîn. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dirbêsîyê bi agirên ku pêxistin Newroz pîrozkirin. KOBANÊ Welatparêzên Sosyalîst li Kobanê sê pîrozbahîyên Newrozê pêkanîn. Endamên TKŞê roja 21ê Adarê li ber sazîyê bi pêxistina agir Newroz pîrozkirin, karwana seyareyan pêkanîn. Endamên JKŞê Adarê li taxên Botan Şarqê Newroza jinan pîrozkirin. …

            Read More »

              TKŞ ji bo şehîdên Komkujîya Helebce ya bîranînek li dar xist.

              Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Komkujîya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an li Hesekê bîranînek li dar xist. Komunîstên Rojavayê di saet 10:55’an de dema ku komkujî pêk hat deqeyek rêz girtin, mûm pêxistin û wêneyên şehîdên Helebce hilgirt. Endamên TKŞ’ê duh bi şev li avahiya saziyê ya Hesekê bîranînek li dar xistin û mûm pêxistin.

              Read More »

                JKŞ’ê ji bo 8’ê Adarê li Kobanê dest bi kar û xebatê kir

                | KOBANÊ |Endamên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê dest bi kar û xebatên 8’ê Adarê kir.Di daxuyaniya li avahiya TKŞ’ê de Xanim Îbrahîm axivî û diyar kir ku wan bi dirûşma “Şoreşa jinê ne hêsan e, lê serketin teqez e” xemle dane destpêkirin.Xanim Îbrahîm êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi bîr xist û diyar kir ku şoreş bi ked û xwîna jinan hatiye heta roja îro. Xanim Ibrahîm …

                Read More »

                  Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd

                  Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Weke TKŞ em dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû girtiyên di zindanan de ye. Me jî li saziyên xwe yên li Kobanê, Hesekê …

                  Read More »

                    Şehîdên Şoreşê çavkaniya têkoşîna me ne

                    Endamên TKŞ û JKŞ’ê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdan çalakî li dar xistin. HESEKÊTevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li Hesekê muzexaneyek ku eşyayên şervanên komunîstên di şoreşa Rojava û çiyayên Kurdistana azad de şehîd bûne, vekir.Bîranî bi wesîleya Meha Şehîdên Meha Mijdarê hatin lidarxistin. Malbatên şervanên Tûgaya Şehîd Alîşêr Denîz û malbatên ku wesîkaya şehîdên MLKP’ê stand, tevlî bîranî bûn.Di bîranîna de yek ji berdevkên …

                    Read More »

                      Endamên CKŞ’ê piştgiriya berxwedana Filistînê dan

                      Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger CKŞ’ê li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Ciwanên Komunîst bi kefiyên ku sembola berxwedanê Filistînê ye daketin qadan û piştgirî dan ciwanên Filistînî. Çalakiya ciwanên bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Filistînê”, “Bijî Filistîna Azad” û “Bîjî Azadî” bi dawi bu. Di nave CKŞ’e Abdo Kobanê daxuyanî xwend û wiha got: “7’ê meha 10’an da li Filîstîn de hamleyeke şoreşgerî despekir. 14 rexistin …

                      Read More »

                        Komûnîstên Rojavayî bi boneya piştgirtina gelê Filistînê daxuyaniyek da

                        Komûnîstên Rojavayî li pêşiya Navenda Çandê ya Şehid Zîlan a Qamişlo bi boneya piştgirtina gelê bindest yên Filistînê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de ji bilî alên Filistîn û Kurdistanê jî hatin rakirin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Filistîn”, “Bijî berxwedana Rojava” destpê kir.Di nav daxuyaniyê de hamleya Tofana El Aksayê hat silav kirin, êrîşên dagirkeriya Îsraîl hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku li Filistînê dewleta Îsrailê çi …

                        Read More »

                          Komunîstên Rojavayî êrîşên dagirkeriyê protesto kir

                          Komunîstên Rojavayî li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin. Yek ji nûnerên TKŞ’ê Mîrza Berxo jî wiha got: “Em van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar dikin. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk êrîş û ji nû ve dagirkirinê ye. Di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dewleta Tirk çawa ku Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, …

                          Read More »

                            Endamên CKŞ’ê çalakîyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê silav kir

                            Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) li Hesekê li ber Navenda Çandê ya Şehîd Metîn çalakî li dar xistin û berxwedana zindanan a li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û Îran-Rojhilatê Kurdistanê silav kirin.Ciwanan got:“Ji bo hevalên me yên di berxwedana zindanan de ne em berxwedan û tekoşîna we silav dikin, weke ku em dizanin li Bakurê Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilatê Kurdistan û Îrane ji sîstemên faşîst rêhevalên me di bin işkenceyên …

                            Read More »

                              JKŞ û TKŞ: Em ê Rihê Berxwedanê Mezin Bikin

                              JKŞê û TKŞê li Hesekê bi boneya êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Rojava û pêşengên wê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hat şermezar kirin hat xuyakirin ku wê li dijî van êrîşan berxwedan hîna zêdetir bê mezinkirin. Endama JKŞê Vîdat Mihemed ya ku daxuyanî xwend di axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên herî dawî yên 27 û 28ê Tîrmehê yên li gundê Xezne …

                              Read More »

                                TKŞ’ê di 100’emîn salvegera Lozanê de panelek li dar xist

                                Tevgera Komunîst a Şoreşger, bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Panelek ku li Navenda Çanda Şehîd Zîlan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir. Di axaftina li ser navê TKŞ’ê de ku li hemberî Lozana nû gelê Kurd wê çawa bi rêxistin bibe nîqaş hatin kirin. Endama SYPG’ê Mizgîn Erebo di panelê de axivî û diyar kir …

                                Read More »

                                  Şervana jin a komunîst Raperîn Dîcle hat bîranîn

                                  Endamên TKŞ û JKŞ li Qamişlo ji bo bîranîna di meha Hezîranê de li Rojava şehîd bûn, li ser gora şervana MLKP’ê Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş) li hev civiyan. Di axaftinên hatin kirin de, Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş), Mazlûm Aktaş (Halîl Aksakal) û Zîlan Destan (Elende el Mihammed) ên bi partiya xwe re çawa hevdîtin û şer kirin hatin vegotin. Hat gotin ku her hevalek çawa beşdarî şoreşa Rojava bûye …

                                  Read More »

                                    Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê pîroz kirin

                                    KOBANÊ TKŞ û JKŞ îro li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirin. Daristana mezin a Kobanê bi alayên TKŞ û JKŞ hatin xemilandin. Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin. Li ser navê TKŞ’ê Mîrza Berxo axivî û ji bo hemû karker û kedkaran 1’ê Gulanê pîroz kir. Mîrza Berxo got: “Ji bo peşketina şoreşa Rojava rihê 1’ê Gulanên pir girîngê. Em ê şoreşa xwe bigehînin heta merhaleyê sosyalîzmê. Keda …

                                    Read More »

                                       Li Kobanê bangewaziya 1’ê Gulanê

                                      Endamen TKŞ û JKŞ li ser kolanên Kobanê postêrên 1’ê Gulanê zaliqandin û belavok ji karkerên şaredarî, karkerên saziyê avê û kareba, karkerên firina mezin û karkerên sinaa re belav kirin. Şoreşgerên Komûnîst tevahi karkeran dawetê şahiye 1’ê Gulanê kirin. Endamên TKŞ û JKŞ çûn firina jinê, fabrîqeya arvan û mehmeleya xeyat, belavok û rojnameyê Serkeftin belav kirin. Hemû karkeran dawetê 1’ê Gulanê kirin. Her davi çûn taxên Kobanê geriyan …

                                      Read More »

                                        Komunîstên Rojava banga 1’ê Gulanê kirin

                                        Endamên TKŞ û JKŞ’ê karkerên tekstîl, çapxane, depokirina ard û înşaetê ziyaret kirin û banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Gulanê kirin. Endamên TKŞ û JKŞ’ê belavokên 1’ê Gulanê belav kirin û şîranî pêşkêşî karkeran kirin.

                                        Read More »

                                          TKŞ bi boneya 1’ê Gulanê sempozyûmek lidar xist

                                          Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya 1’ê Gulanê li Hesekê sempozyûmek lidar xist. Sempozyûmê li ser rihê şehîdan bi deqekê rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji nûnerên TKŞ Fadya Sîdo axaftina vekirinê kir. Fadya Sîdo di axaftina xwe de tevahî karker û kedkarên cîhanê silav kir û 1’ê Gulanê li wan pîroz kir. Piştî axaftina vekirinê li ser 1’ê Gulanê sînevîzyonek hat pêşkeş kirin. Di Sempozyûma ku bi slogana …

                                          Read More »

                                            Daxuyanîya me li ser sempozyûma xwe û vexwendinê ji bo Roja 1’ê Gulanê:

                                            Em ê wek Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) ji bo ku têkoşîna li dijî sistemê kapîtalîst û dagirkeriyê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, Asûrî, Êzîdî û tevahî karker û kedkarên herêmê nîqaş bike û ji bo destgirtina pirsgêrêkên di milê yekîtiya karkeran de bi dirûşmeya “Li Dijî Mêtîngeriya Kapîtalîst û Dagirkeriyê Bijî 1 Gulan! Bijî Şoreşa Rojava ” sempozyûmekê li dar bixin.Hêzên emperyalî çaresariya qeyrana xwe ya hebûnî di …

                                            Read More »

                                              CKŞ, Serkan Tosun bi bîr anîn

                                              Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) şehîdê yekemîn ê MLKP’ê Rojava Serkan Tosun ku di 14’ê Îlona 2013’an de li Serêkaniyê nemir bû, bi bîr anîn. Li qadê merasîmên, wêneyên Serkan Tosun û alên CKŞ’ê hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, berdevkên CKŞ’ê Destan Serhed, sedemên hatina pêşengên komunîst a Rojava û têkiliya wê ya bi şoreşê re nirxand. Serhed got, ”Di sala 2012’an de dema ku …

                                              Read More »

                                                TKŞ: Em daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî dikin

                                                Li Kobanê endamên TKŞ’ê li dijî îşkence û qetlîamên li girtîgehan daxuyanî çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê qetlîama dewletê şermezar dikin û daxwaz dikin ku berpirsyar hesap bidin.” Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li ser îşkenceya li girtîgehên Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Behar Mistefa daxuyaniya li ber avahiya SYPG’ê xwend û diyar kir ku êrîşên li hemberî pêşengên karker, jin û gelên bindest li hemû …

                                                Read More »

                                                  28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin

                                                  KOBANÊ – 28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin. Li qada ku al û wêneyên şehîdan hatin hildan pankarta “Rêbera Komunîst a karker, jin û ciwanan di sala 28’an de şoreşa Rojava berfireh dike û ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve dimeşe” hate daliqandin. Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku dîroka MLKP’ê vedibêje hate pêşandan. Di axaftina li çalakiyê de gerîlayên li …

                                                  Read More »

                                                    Çalakiyên 28’emîn salvegera MLKP’ê li Rojava bi coş dewam dikin

                                                    Komunîstên Rojava bi boneya 28. salvegera damezrandina MLKP’ê li Hesekê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku MLKP di berxwedana li çiyayên Kurdistanê û eniyên Rojava de cih girtiye de hat gotin, “Partiyê ji berdêla xwe paş nebû, berxwedan mezin kir. MLKP her tim li ber xwe da, têkoşînê dide.” Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) bi boneya 28’emîn salvegera pêşengiya komunîst pîroz bike. Li Hesekê çalakiyek girseyî …

                                                    Read More »

                                                      28’emîn salvegera MLKP’ê bi coş hat pîrozkirin

                                                      Endamên TKŞ’ê 28’emîn salvegera MLKP’ê li Qamişlo û Dirbesiyê pîroz kirin. Di çalakiyên ku bal hat kişandin ser rola komunîstan a di şoreşa Rojava de hat gotin, “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo sosyalîzmê mezin bikin.” Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) 28’emîn salvegera Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) bi çalakiyên xwe yên li bajarên Qamişlo û Dirbesiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. QAMISLOLi Qamişlo endamên TKŞ’ê …

                                                      Read More »

                                                        CKŞ, 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kir.

                                                        Hesekê –Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kirin. Çalakiya li qada ku alên CKŞ’ê û wêneyên şoreşgerên di refên MLKP’ê de şehîd ketine hatin daliqandin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Berdevka CKS’ê Destan Serhed li dû deqeyeke rêzgirtinê axivî û bi bîr xist ku bi derketina civakên çînayetî re di dîrokê de têkoşîneke domdar di navbera ked …

                                                        Read More »

                                                          Endamên TKŞ’ê li dijî êrîşên li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê dan

                                                          Endamên TKŞ’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ber bîrê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin.” Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li bajarê Qamişlo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê TKŞ’ê Abdulhalîm Osman li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî …

                                                          Read More »

                                                            Çalakiya kon li Qamişlo di roja 12. de ye

                                                            Çalakiya kon a li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî dewam dike. Îro jî gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk çûn serdana çalakiyê. Li dijî êrîş, gef û dagirkeri dewleta Tirk, li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, “Edaleta we li ku ye?” Çalakiya kon a bi dirûşme di roja xwe ya 12’emîn de didome. Di pêşentiye Hêzên Parastina Civakî ya Jin/HPC-Jin û Kongra Star, TEV-DEM, Rêxistina Mafên Mirovan …

                                                            Read More »

                                                              JKŞ, Ji bo tenduristî û pêdeviyên jinan semînerek lidar xist

                                                              KOBANÊ- Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê ji bo jinan semînereke bi dirûşma “Tenduristiya Jinê û Pêdeviyên Jinan” lidarxist. Bijîşka bi navê Nesrîn Hemo ya ku li Nexweşxaneya Jin û Zarokan dixebite tevlî semînerê bû û li ser nexweşiyên giştî yên jinan zanist bi beşdaran re parve kir. Piştî axaftina Bijîşk Nesrîn Hemo semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.

                                                              Read More »

                                                                Endamên CKŞ’ê, Şehîd Ulaş Alankuş li Kobanê bi bîr anîn.

                                                                KOBANÊ – Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) şervanê MLKP FESK û HBDH’ê Ulaş Alankuş li Kobanê bi bîr anîn. Li qada ku çalakiya bîranînê hat lidarxistin wêneyên Ulaş Alankuş û alên CKŞ’ê hatin daliqandin. Bîranîna ku li ber Navenda Çandê ya Şehîd Elende hate lidarxistin bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir. Kader Mahmud daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP’ê ya têkildarî Ulaş Alankuş xwend.Piştre …

                                                                Read More »

                                                                  Ciwanên Me Şervanê Komunîst Ulaş Alankuş Bibîr Anîn

                                                                  Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ulaş Alankuş ê li Agiriyê nemir bû bi bîr anî û soza berfirehkirina têkoşîna xwe da.Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) ji bo gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ulaş Alankuş (Safak Kizildere) ê di 5’ê Tebaxê de li navçeya Dogubayazît a Agiriyê şehîd bûbû, bi bîr anî.Li qada çalakiyê ya Hesekê wêneyên Alankuş û alên CKŞ’ê hatin daliqandin.Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê …

                                                                  Read More »

                                                                    CKŞ’ê perwerdeyên Parastina Rewa dide

                                                                    Endamên CKŞ’ê li hemberî gefên dagirkeriya Tirk ji bo xurtkirina Parastina Rewa dest bi perwerdeyan dikin. Berdevka CKŞ’ê Eylul Baran armancên CKŞ’ê vegot û banga xweparastinê li ciwanan kir û got werin bi hev re em welatê xwe biparêzin.

                                                                    Read More »

                                                                      Serkeftin bi karker û kedkaran re gihîşt

                                                                      Li Kobanê, endamên me belavkirina rojnameya me Serkeftin li ser garajê û kolana sizai kirin.Encûmenên me yên TKŞ, ku li kolana Garage û Sanai civiyan, rojnameya me Serkeftin bi karker û kedkaran re anîn cem hev.

                                                                      Read More »

                                                                        TKŞ: Li dijî êrîşên li ser Zaxo û Rojava em berxwedanê mezin bikin

                                                                        HESEKÊ/ QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên rejîma faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin. Endamên me yên li Hesekê û Qamişlo daxuyaniyên çapemeniyê dan, diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanê mezin bikin. ‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIXWAZE BI HER RÊ METE IVÎNA ME BIŞIKIN’ Komunîstên Rojava ku li Hesekê daxuyaniyek dan, pankarta …

                                                                        Read More »

                                                                          Komunîstên Rojava 10. salvegera şoreşê pîroz dikin

                                                                          Endamên TKŞ, CKŞ û JKŞ’ê bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an daxuyanî dan.Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ), Jinên Komunîst Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komunîst Şoreşger (CKŞ) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Qamişlo, Hesekê û Kobanê çalakî li dar xistin. HESEKÊ QAMİSLO KOBANÊ

                                                                          Read More »

                                                                            Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ bi bîranîna şehîdên komkujiya Kobanî re bîranîn.

                                                                            Komkujiya Kobanê ya di 25’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ’ê ve hat kirin, di sala xwe ya heftemîn de careke din hat şermezarkirin. Ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin. Em ê li ser şopa şehîdan bin û şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin!Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo heftemîn salvegera Komkujiya Kobanê li Kobanê daxûyanî dan. Em vê qetlîama ku bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê …

                                                                            Read More »

                                                                              ‘Zîlan yek ji pêşengên TKŞ’ê bû, em ê rêya wê bişopînin’

                                                                              Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li Dirbêsiyê yek ji pêşengên ciwan ên komunîst ên şoreşê Elende El Muhammed bi bîr anî.Bîranîn li avahiya TKŞ’ê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Strana “Dilşa” ya ku Berbanga Rojava ji bo bîranîna Elende El Muhammed çêkiribû hat guhdarîkirin.Nûnera SYPG’ê Bêrîtan Asya di axaftina xwe ya li bîranînê de got, “Şehîd Zîlan ji Qamişlo heta Dirbesiyê, ji Til Temir heta Hesekê li gelek qadan xebitî. …

                                                                              Read More »

                                                                                Pêşenga komunîst a Ciwanan Elende El Muhammed li Hesekê hat bîranîn

                                                                                Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) bi boneya yekemîn salvegera şehadeta ciwana pêşeng a komunîst a şoreşa Rojava Elende El Muhammed (Zîlan Destan) li Hesekê bîranîn li dar xist..Bîranîn li salona Reşo pêk hat û li salonê pankart û wêneyên “Em di rêya Zîlan Destan de xwe bi rêxistin bikin û azad bibin” hatin daliqandin.Nûnerên saziyên şoreşger beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn di şexsê Zîlan Destan de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. …

                                                                                Read More »

                                                                                  JKŞ û CKŞ’ê li Hesekê ji bo Zîlan Destan semînerek li dar xist

                                                                                  JKŞ û CKŞ’ê ji bo Zîlan Destan a di 13’ê Hezîranê de şehîd ketibû semînerek hevpar li dar xist. Semînera ku jiyana Zîlan Destan û rola jinên ciwan di şoreşê de hate vegotin, bi sînevîzyon û strana Koma Zîlan bi dawî bû. Li ser navê JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û bal kişand ser guhertin û kirdekirina jinan. Sîdo anî ziman ku jin ji destpêka şoreşê ve li her qadê cihê …

                                                                                  Read More »