Bangewazîya Nemirên Me; Parastina Şoreşê ye

Niha dem ber bi biharê ve diherike. Bihar her tim destpêka jîyaneke nû dide mirovahiyê. Erd û asîman careke din bizirên ku di hemêza axê de zîl didin şîn dike û dibe mizgînîya jîyaneke nû.

Nemirên me yên ku bi bedêla canê xwe dibin çavkanîya jîyanê wekî mizgînîya biharê ya jîyaneke nû, tenê ne di demsala biharê de, di demsalên hemû salê de di hemêza axê de zîl didin. Dema ku ew dikevin hemêza axê, dibin hêvîyeke nû û bi hebûnên xwe yên manewî hêzeke gelekî mezin didin me.

Wa ye di hemêza axên şoreşa Rojava de bi deh hezaran nemirên me dibin şitilên azadî û şoreşê. Bêguman mirov nikare pelek nivîs de yek bi yek bi deh hezaran şehîdên me bîne ser ziman. Lê mirov dikare di şexsê wan de, strana jîyana azad û wekhev qîr bike. Şervanên komunîst jî li ser ev axa pîroz a mirovahîyê bi bedêla herikandina xwîna xwe axên şoreşê ku bi xwîna deh hezaran şehîdan tê avdan hîna pîroztir dikin.

Tûgaya şehîd Elîşêr Denîz jî bêguman bi salan e, ji cepheyên Serê Kanîyê heta cepheyên Til Temirê bi lêhengîyeke mezin parastina vê şoreşê dikin. Ji ber ku şervanên Tûgaya Elîşêr Denîz hêza xwe ji rêberên komunîst Baran Serhed, Ehmed Şoreş girtin. Hêza xwe ji Yilmaz Behrareş, Ferhad Erebo û Metîn Dîcle girtin û îro bi vîn û bawerîya wan di enîyên şer de cihê xwe digirin.

Şehîd Serfîraz, Şehîd Îsyan, Şehîd Kemal Pîr… Di heman demê de, fermandar û pêşengên şerê leşgerî. Fermandar û şervanên tûgaya Elîşêr Denîz. Şehîd Serfîraz Nîdal weke komûnîstekî Kurd, Şehîd Îsyan weke komînîstek Tirk, Şehîd Kemal Pîr weke komunîstekî Ereb bi fikir û felsefeya sosyalîzm û komunîzmê bi hebûn, vîn, bawerî û hêrsên xwe yên li dijî ala tûgaya Elîşêr Denîz û bi rûmeteke mezin bilindkirin. Ew şagirtên Baran Serhed û Ehmed Şoreş bûn.

Şehîd Serfîraz piştî salên dirêj ên hepsê, ji Amedê li ser bangewazîya partîyê xwe yê MLKP berê xwe dide Rojava, Şehîd Îsyan piştî komkujîya Pirsûsê bi hêrsekî mezin û daxwaza tolhildana 33ê hevrêyên xwe berê xwe dide Rojava. Ew di heman demê de nûnerê tevahî nasnameyên bindest û LGBTÎan bû. Şehîd Kemal Pîr wekî ciwanekî Ereb di nav refên tevgera komunîst de tevlî nav refên şer dibe û bi rihê xwe yê fidayî, bawerîya xwe ya ji şoreşê bû yek ji pêşengên Tûgaya Elîşêr Denîz. Ew di Mijdara 2022an de di êrîşên hewayî yên dewleta dagirker a Tirk de, ji bo rakirina cenazeyên rêhevalên xwe bi rihekî fidayî baz dide, lê balafirên dewleta faşîst êrîşa wan jî dike û bi rihekî fidayî tevlî karwana nemiran dibe.

Her sê hevrê jî di rêya heqîqeta komunîzmê de digêhêjin hev, vîna xwe dikin yek û derbên giran li dijmin didin. Îro şervanên wan, hevrêyên wan di cepheyên Til Temirê yên şer de bi biryardarîya rakirina sîleha wan parastina şoreş û rûmetê dikin.

Di ev pêvajoya ku dewleta Tirk a faşîst û mêtînger amadekarîya şerekî mezin dike de, bi rihê fidayî yê şehîd Kemal Pîr, Serfîraz Nîdal û Îsyan Tolhildana Pirsûsê bersivandina êrîşên dijmin deynê stûyê me ye, deynê stûyê tevahî ciwan, jin, mêr û tevahî gelên me ye. Îro di nav refên tûgaya Elîşêr Denîz de cih girtin û tevlî parastina rûmetê bûyîn bangewazîya hevrê Kemal Pîr, Serfîraz û Îsyan e. Tevlî parastina şoreşê bûyîn bangewazîya bi hezaran şehîdên me ye.