Li Dijî Şer û Dagirkerîyê; Yekîtî Têkoşîn Serkeftin!

Li çar parçeyê Kurdistanê û herêmê, li cihê ku Kurd lê dijîn agirên Newrozê hatin pêxistin. Careke din li dijî zilma zaliman, li dijî radestî, îxanet û Dehaqên îro gelên me rabûn ser pîyan. Newrozê Kurdistana ku hatîye çar parçekirin Kurdistan kir yek. Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk û hevkarên wê bû bersiv. Gelên me li dijî xeta îxanetê ya PDKê bi awayekî zelal xistin holê. Newroz; li dijî mêtîngerîyê, dagirkerî û hevkarîyê bû navê vîna netewî. Gelê me ji tevahî cîhanê re îlan kir ku dê dev ji têkoşîna azadî û wekhevîyê bernede. Newroz, bû vegotina xwesteka jîyaneke azad a gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Êzîdî, Farsî, Tirk û Tirkmen.

Newroz, li dijî tecrîda ku 24 sal e li ser rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan tê ferzkirin bû serhildana mîlyonan. Ji berxwedana ku di zindanan de mezin dibe re bu deng. Gelê me yê ku weke aborî hatîye feqîrkirin, bi herikîna qadên Newrozê nîşan da ku qasî nan û av pêwîstî bi azadîyê dibînin. Newrozê nîşan da ku, têkoşîna azadîya jin ku di 8ê Adarê de hatîye xistin holê û têkoşîna rizgarîya netewî derbasî nav hev bûye. Di rihê Newrozê de coş û hêza jinên ku bi dirûşmeya “Jin Jîyan Azadî” li dijî pergala baviksalar serî hildidin hebû.

Bi Coşa Newrozê Li Dijî Dagirkerîyê Têkoşîn

Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyeke ku parzemînên Asya, Ewropa û Efrîqayê bi hev re girê dide ye. Herêma me, di milê petrol û xaza ku ji bo zivirîna çerxê kapîtalîzmê pêwîstî pê tê dîtin gelekî dewlemend e. Ev rehenda jeostratejîk, Rojhilata Navîn dizivîrîne qadeke ku tê de reqabet û têkoşîna hegemonî di navbera emperyalîstan de xurt dibe.

Di serî de Emerîka, Rûsya, Sîn û Elmanya, Fransa, Îngilistan, Tirkîye, Îran, Misir, Erebîstana Sûdî û Îsraîl tevgera xwe li ser Rojhilata Navîn kûrkirine. Rûsya, Sîn û Îran di mihwerekê de cih digirin, Emerîka û dewletên Rojavayê Ewropa di mihwera dij de cih digirin. Îsraîl di herêmê de wekî niçika Emerîka û Îngilistanê cih girtîye. Misir di demên dawî de bi Îranê re têkîlîyên xwe zêde dike. Bandora aborî, sîyasî û leşgerî ya Îrana ku hewldana xurtkirina mihwera Şiî dide ya li Sûrî tê zanîn.

Xeleka Qels a Zincîrê Kurdistan!

Kurdistana ku ji alîyê Îran, Iraq, Tirkîye û Sûrî ve hatîye çar parçekirin û hatîye dagirkirin, ji bo herêmê xetereyeke mezin e. “Aramî”ya ku mêtînger dixwazin ava bikin xirap dike! Her parçeyekî Kurdistanê, hebûna bingehîn a dewleta serdest tehdît dike. Hebûna tevgerên pêşeng û rêber ên ku azadîya Kurdistanêdixwazin ji bo wan encamên hilweşîner dihewîne! Dewleta Tirk a ku parçeyî herî mezin ê Bakurê Kurdistanê di bin mêtîngehîya xwe de digire, her destkeftineke Kurdan ji bo desthiladarîya xwe weke pirsgêrêkeke mayîndetîyê dibîne. Ji ber wê di şerê li dijî Kurdan de erka serkana giştî ya leşgerî girtîye ser milên xwe. Bi vî awayî hem xeyalê girtina di bin mêtîngehîya xwe de ya Bakurê Kurdistanê, hem jî ger derfet bibîne berfirehkirina sînorên xwe ava dike.

Dewleta Iraqê, dest bi xebata binesazîya xeta bazirganîyê ya ku di bendera Fawê re derbas bibe kir. Projeya ku gîhandina Ewropayê ya barên ku Asyaya Rojhilat û Kendava Basrayê bên di rojevê de ye. Ji bo vê avakirina rêyeke 1200 kîlometr ku di Bakurê Kurdistanê û Tirkîye re derbas bibe tê hedefgirtin. Ev proje, maydeya dewleta Tirk a ku di nav qeyraneke aborî de ye vedike. Dewleta Tirk û Iraq di alîyekî de ji bo hevkarîya aborî tên cem hev, lê di alîyê din de dewleta Tirkîye bi şertê tesfîyekirina  gerîlayê azadîyê yê Kurd bazarî dike. Pîlanê îlheq û dagirkerîyê yê li ser Başûrê Kurdistanê di dewreyê de ye. Dewleta Tirk, ji bo tesfîyekirina tevgera azadîya Kurd û destkeftinên wê di nav amadekarîyeke berfireh de ye. Başûrê Kurdistanê jî di nav de, tesfîyekirina avanîyên xweser demokratîk ên gelê Kurd di rojevê de ye.

Li Başûrê Kurdistanê qadên gerîla û Rêveberîyên Xweser ên Mexmûr, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo dewletên herêmê yên mêtînger xetereyeke stratejîk pêk tîne. Ev qad li ber li gorî xwe dîzaynkirina wan dibin asteng. Malbata Berzanî û PDKê ya ku Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin piştgirî didin ev pîlanê tesfîyekirinê. Dewleta Tirk, ji bo planê tunekirin û tesfîye yê li ser Kurdan dixwaze ku dewletên Iraq û Îranê qanah bike. Tê dîtin ku Emerîka jî piştgirî dide vê operasyonê. YNKê ya ku di milê destkeftinên Kurd de helwesteke welatparêz nîşan dide tê tehdîtkirin. Li dijî gerîla hevkarîya artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge tê pêşxistin.

Pêvajo Xeternak e!

Li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, êrîşên dewleta Tirk ên dagirker bênavber berdewam dikin. Tê xwestin ku di nav gel de bêhevîtî û bê bawertî biafirînin. Wekî êrîşên li ser Dêra Zorê tê xwestin ku tifaqa Kurd – Ereb bê belavkirin.

Hêzên Îran û Sûrî jî rastênhevê êrîşên dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirin. Hikumeta Şamê jî bi dorpêçkirina aborî ya Şehbayê tevkarî dide dagirkerîya dewleta Tirk a li Efrînê. Tê xwestin ku dagirîya Efrînê bê rawekirin. Dewleta Tirk sahaya hewayî ya Sûrî ihlal dike. Hikumeta Şamê li dijî vê bi bêdeng mayîn piştgirî dide.

Em Li Ber Xwe Bidin û Bi serkevin!

Ger dewleta Tirk a mêtînger faşîst, bikeve Rojava, Şengal an jî Qadên Parastina Medyayê wê derketina wê nebe.

Ligel ev cure êrîşên tesfîyekar û qirker gelê Kurd serî natewîne. Hêzên gerîla di bin şertên zehmet de be jî ji bo berxwedanê biryardar in. Dewlta Tirk dagirker derbên giran dixwe. Hêzên gerîla, li dijî balafirên keşfê yên dewleta Tirk, bi sîstema parastina hewayî ya nû gaveke stratejîk avêt. Rojava, bi hevpeymana nû ya civakî careke din xist holê ku di bernameya xwe ya demokratîk, şoreşger û azadîxwezîya jin bi israr e.

Derveyî xwe spartina hêza xwe ya cewherî tu çaresarîya ya din a gelê me nîn e. Çavkanîya hêza cewherî rêxistinbûn e. Gelekî ne rêxistinkirî nikare li ber xwe bide. Di serî de xort û jinên ciwan divê tevahî gelê me ji bo parastina Kurdistanê bi rihekî seferberî tev bigere.

Ji bo Jîyaneke Wekhev û Azad Em Biherikin Qadên 1ê Gulanê

Divê bi coş û vîna ku di têkoşîna li dijî tecrîdê, di qadên 8ê Adarê û Newrozê de hatîye xistin holê amadekarî bê kirin. Divê tifaqa çîn, netew û zayenda bindest, di qadên 1ê Gulanê de bê xistin holê. Pêwîst e ku 1ê Gulanê li axên şoreşê layîqî navê xwe bê girtin dest. Divê kargeh û maleke ku nehatîye çûyîn nemîne. Dema ku 8ê Adarê, Newroz û 1ê Gulanê bi tevahî wurşeya xwe govenda azadîyê bigerînin dê ev gel têk nece!