Jinan Di 8ê Adarê de Ji bo Jîyaneke Azad û Wekhev Qad Dagirtin

Di sala 1857an de li Emerîkayê jinên karker ên cawkarîyê ji bo “karê wekhev mûçeya wekhev”, ji bo şertên mirovî yên jîyan û xebatê çirûska têkoşînê pêxistin. Biryardarîya wan îro jî hîna hêz dide jinan. Îsal jî di 8ê Adarê roja cîhanî ya jinên kedkar de, jin di seranserî cîhanê de ji bo jîyaneke azad û wekhev li qadan bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî berî rojan destpê kir xebatên 8ê Adarê. Panel, semîner, pêşengehên wêneyan, şahî û meş hatin lidarxistin. Jinan bi baweriya lidarxistina şoreşa jinê çalakîyên xwe rêxistinkirin. Li qadan reng, coş û kêfxweşîya jinan hebû.

Di axaftinan de têkoşînên bêhempa ya Arînan, Sarayan, Saryayan hat anîn ser ziman. Hat anîn ser ziman ku şoreşa jinê gihîştîye serkeftinê û destkeftinên mezin hatine bidestxistin. Û hat dîyarkirin ku wê di şopa wan de destkeftin bên parastin, wê dagirkerî û mêtîngerî bê têkbirin û wê tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan bê şkenandin. Jinan soz dan ku wê heta ku di tevahîya cîhanê de şoreşa jinê pêk bê têkoşîn bikin.

Di serî de li Reqa, Tebqa, Mimbic û Dêra Zorê 8ê Adarê di pêşengtîya Rêxistina Jin a Zenûbya de hat pîrozkirin. Jinên pişta xwe dan şoreşa jinê, anîn ser ziman ku wê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku dijminê şoreşa me ya jin e û şirîkê DAÎŞê ye wê bi têkoşîna yekbûyî ya jinan heta dawî li ber xwe bidin. Li dijî yên ku ji şoreşa jinê ditirsin, soz dan ku wê şoreşê bizivirînin şoreşa jin a Rojhilata Navîn.

Bi hevpeymana ku berî demeke kin hat qebûlkirin, pergala hevserokatî û nûnertîya wekhev gihîşt misogeriya makazagonî. Di dema ku pîrozbahîyên 8ê Adarê yên ku berdewam dikir de mizgînî hat dayin jinan ku wê hevpeymana jin a civakî bê amadekirin.

Jinên JKŞyî bi enerjîya komxebata ku di meha Çileyê de bi dirûşmeya “Şoreşa Jin ne Hêsan e Lê Serkeftin Teqez e” lidarxistin xebatên xwe yên 8ê Adarê meşandin. Di 20ê Sibatê de dest bi xebata xwe kirin. Belavok û rojnameya Raperîn belavkirin, serlêdana malan, civîn û perwerde çêkirin. Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo şahîyên bi coş lidarxistin. Di tevahî xebatan de kirin hedef ku hêza jinê ya rêxistinkirî mezin bikin. Di heman demê de li dijî amadekarîya şerekî mezin ê dewleta Tirk bangawazîya berxwedanê kirin û di şertên ku pîlanên qirkerîya li ser gelê Kurd de, rêxistinkirina şerê gel, parastina şoreşê û pêşengtîya jinan nîqaş meşandin. Ji bo jîyaneke azad û wekhev, bal kişandin ser xistina şoreşê ya hundirê malan û erkên pêşxistina şoreşê ya ber bi sosyalîzmê ve. Roja 8ê Adarê jî di hemû qadan de, wêneyên Îvana Hoffmann û şehîdên jin, alên JKŞ û di stuyên xwe de bi laçikên sor di qadên çalakîyan de cihê xwe girtin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye Pîrozbahîyên Girseyî

Hema hema li tevahî bajarên Bakurê Kurdistanê jin daketin qadan. Jinên ku bayê hilbijartinên 31ê Adarê jî dan pişta xwe li qadan qirkirin ku wê bi tu awayî li dijî serdestîya mêr û mêtîngeran serî netewînin. Li dijî sîyaseta şer a dewleta Tirk, li dijî êrîşên destdirêjîya li ser jin û zarokan soza têkoşîneke hîna xurtir dan. Tevahî bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê jinê xemilî. Dirûşmeya “Jin Jîyan Azadî” û zilxitên wan bi coş bû.

Di serî de li bajarên mezin li Tirkiye jî li dehan bajaran jinan qadên têkoşînê dagirtin. Jinan li dijî dewleta Tirk ku ev demeke dirêj destkeftinên jinên dikin hedef, li dijî gavên kûrkirina tundîya mêr û koletîya malê, bi sekna xwe nîşan dan ku wê li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP serî netewînin.

Qîrkirin ku wê hesabê jinên ku her roj ji alî mêran ve tên qetilkirin bipirsin, ji tundîya mêr û dewletê re, ji tacîz û destdirêjîyê re gotin na. Jinên Rojavayî û Filistînî ji bîr nekirin. Qîrkirin ku Erdoganê faşîst di gotinê de Filistînî ye, lê di rastîyê de şirîkê Îsraîlê ye. Anîn ser ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê qasî Îsraîlê kujerê jin, zarok û gelan e. Daxwaz, bêrî, êş û pirsgêrêkên tevahî jinan anîn ser ziman.

Li Başûr û Rojhilata Kurdistanê jî jin li qadan bûn. Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk, qetlîamên jinê ku her diçe zêde dibin û întîharên jin rojevên bingehîn bûn. Bangewazî kirin ku ev êrîş bi hêza rêxistinkirî ya jinan bên sekinandin. Li Rojhilata Kurdistanê jî jinên ku di 8ê Adarê de daketin qadan bi çalakîyên xwe nîşan dan ku agirê serhildana Jîna Emînî hîna venemirîyaye û bingeha serhildanên nû hîna xurt e.

Di gelek welatên cîhanê de jî jin di 8ê Adarê de daketin qadan. Ji Arjantînê heta Elmanyayê, ji Lubnanê heta Kanadayê, ji Îngilistanê heta Îtalyayê, Ji Emerîkayê heta Swîsre di her bajar û welatê cîhanê de jin li dijî tundî, tacîz, destdirêjî, qedexeyên kurtajê derketin, daxwaza “Ji Karê Wekhev re Mûçeya Wekhev” bilindkirin. Li dijî pergala serdestîya mêr biryardarîyên xwe yên têkoşîna ji bo cîhaneke nû anîn ser ziman. Li Fransaya ku bangewazîya greva jinê hat kirin, li 200 noxteyên cuda çalakî hatin rêxistinkirin. Di 8ê Adara ku îsal belavetî hat pîrozkirin de, bal hat kişandin ser dijbertîya koçberan û êrîşên faşîst ku zêde dibin û bal hat kişandin ser piştgirîya jinên Filistînî.

Em di pêvajoyeke ku di tevahî cîhanê de, pergala kapîtalîst a serdestîya mêr li dijî jinê şer îlan kiriye de, em di pêvajoyeke ku îstîstmarîya ked, beden, cinsîtîya jinê, komkujiyên jinê, tacîz, destdirêjî û tundîya li ser jinê zêde dibe derbas dibin. Lê, wekî ku di vê 8ê Adarê de jî hat dîtin, jinan jî nîşan dan ku wê li dijî tevahîya van êrîşan serî netewînin.

Dema ku em li geşedanên cîhanê dinêrin, şoreşa jinê û destkeftinên me gelekî hêja û girîng in. Em di serî de hevserokatî û nûnertîya hevbeş tevahî destkeftinên xwe biparêzin, ji bo hatin tetbîqkirina zagonên jin têbikoşin. Em li dijî mêtînger û dagirkeran şoreşa xwe ya jin di refên herî pêş de biparêzin. Em rêxistinên jinan mezin bikin. Em ji bo jîyaneke azad û wekhev têkoşîn û hevrêtî û piştgirîya jinê bilind bikin. Em bi hêza ku me ji qadên 8ê Adarê û Newrozê girtîye careke din li dijî dagirker, mêtînger û dijminên jinê di 1ê Gulana ku roja piştgirî, têkoşîn û yekîtîya çîna karkeran e biherikin qadan.