Pêşengê Komunîst 30 salîye. Ji Hemû Gelên Me Re Pîroz Be

MLKP a ku di 10ê Îlona 1994an de bi yekbûna partî û rêxistinên komunîst hat avakirin, bû partîya karker, kedkar, jin û ciwanên ji netew û bawerîyên cuda. Ji bo tevgera şoreşger û bindestan hêvîyek wisa çêkir ku me navê vê pêvajoya damezrandinê kir Şoreşa Yekîtîyê. Şerê azadîyê yê pêşengê me yê komunîst di 10ê Îlonê de wê bikeve sala xwe ya 30emîn.

Partî doza şoreşa yekgirtî ya Tirkîye û Kurdistanê dike. Ji bo yekitîya çar parçê Kurdistanê şer dike û dixwaze şoreşê li tevahîya Rojhilata Navîn belav bike.

Partî di salên 1990î de dema ku têkoşîna antîfaşîst bilind bû, bû sembola têkoşîna li dijî faşîzmê. Li bajarên Tirkîyeyê pêşengîya serhildanên mezin kir. Hêzên me di grevên karkeran, meşên jinan, mîtîngên memûran, boykotên xwendekaran û li qadên 8ê Adarê, Newroz û 1ê Gulanê de ala sor a şoreşê bilind kirin. Di vê têkoşîna ku 30 sal dom kir de komunîstan agirê şoreşê geş kirin. Şervanên me bi dehan çalakîyên çekdarî pêk anîn û ji faşîstan hesab pirsîn.

Partî ji bedel dayîna ji bo şoreşê xwe dûr nexist. Dijmin ji bo pêşî li pêşketina partîyê bigire dest bi êrîşên girtinê kir û kadroyên me yên pêşeng qetil kir. Lê partîyê yek gav jî paşve neavêt. Pêngavên  xurt pêk anî. Ji Stenbolê heta Amedê, ji Dêrsimê heta Antakyayê li qadeke berfireh xwe rêxistin kir.

Li ser xeta welatparêzîya sosyalîst, li dijî pergala faşîst a mêtinger têkoşînek bi biryar da. MLKPê di dîroka xwe de bi berfirehkirina têkoşîna şoreşgerî bersiv da hemû êrîşên dijmin.

Gerîlayên me yên li Akademîya Huseyîn Demîrcioglû ya li Qadên Parastina Medyayê hatîye avakirin, perwerde dîtine, li çîyayên Xakurkê, Zap, Metîna, Dêrsim û Serhedê di ser dijmin de meşîyane.

Partîya me, fikra şoreşa jinê pêş xist. Bi damezrandina Rêxistina Jinên Komunîst re gavên xurtkirina têkoşîna azadîya jinê li dijî desthilatdarîya mêr hatin avêtin. KKÖ rê li ber jinan vekir ku bibe navenda têkoşîna şoreşgerî.

MLKP di Şoreşa Rojava ya ku di 19ê Tîrmeha 2012an de destpê kir, ji rojên destpêkê de cih girt. Ji bo avakirin û parastina şoreşê ked û bedel da. Hevrêyê me Serkan Tosun ku di nava komên yekemîn de derbasî Rojava bû, di 14ê Îlona 2014an de di şerê Serêkanîyê de nemir bû. Rêheval Serkan li Rojava bû yekemîn şehîdê MLKPê.

Partîya me MLKPê di sala 2013an de li Stenbolê di çalakîyên Parka Gezî de bû pêşenga gel. Hewl da ku hêza Gezîyê bi berxwedana gel a Kobanê re bike yek. Dema ku di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞê şer dikir, bi hemû hêza xwe beşdarî Serhildana 6-8ê Cotmehê ya ku li Bakurê Kurdistanê destpê kir, bû.

Partîyê şervanên xwe weke yekîneya fedaî ya şoreşê bi nav kir. Di dema ku yek ji fermandarên me yên jin Şehîd Sarya li Kobanê nemir bû, bû yekemîn şervana jin a komunîst ku di nava axa şoreşê de şehîd bû. Partîyê dirûşima şehîd Sarya ya “Karê şoreşger şoreşgerî ye” hilda.

33 rêhevalên me yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji Tirkîye û Bakurê Kurdistanê hatin Pirsûsê di êrîşa çeteyên DAIŞê de nemir bûn. Her sal di 20ê Tîrmehê de em dîyar dikin ku me dest ji xeyalên wan bernedaye û em şoreşa Rojava hîn mezintir dikin.

Komîteya Navendî ya MLKPê ji bo parastina şoreşê banga taybet li kadroyên xwe kir. Bi vê bangê bi dehan endamên partîyê yên ji Ewropa, Tirkîye û Kurdistanê berê xwe dan Rojava. Di tabûrên Şehîd Serkan û Şehîd Sarya yên li Serêkanîyê hatin avakirin de perwerdeya leşkerî dît. Bi lez û bez çû enîyên şerê li dijî DAIŞê. Şervanên komunîst beşdarî hemû pêngavên li dijî çeteyên DAIŞê li enîya herî pêş bûn. MLKPê ji bo şervanên ji welatên cuda Tabûra Azadîyê ya Navneteweyî(Enternasyonal) ava kir. Bi sedan şervanên navneteweyî ji bo şoreşê şer kirin. Milîsên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku partîya me jî endama wê ye, bi sedan çalakîyên ku tirsa faşîzmê li bajarên Tirkîye û Kurdistanê belav dikin li dar xistin.

Dema ku çeteyên DAIŞê bi fermana 74an êrîşî gelê Êzidî kir, partîya me jî di nava wan de bû ku banga alîkarîyê ya Şengalê bi cih anî. Şervanên me beşdarî pêngava rizgarkirina Şengalê bûn.

Tûgaya ku li Serêkanîyê bi navê yek ji fermandarên MLKPê Alîşêr Denîz hat avakirin, bi sedan şervan avakir. Îro jî Tûgaya Sor li enîya Til Temir berxwedanê mezin dike.

Di êrîşên li ser Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî de komunîstên şoreşger çeperên xwe yên berxwedanê neterikandin. Bi berdêla şehîdan bû parçeyek ji berxwedanê.

Komunîstan ji bo parastina şoreşa Rojava û ji bo sosyalîzmê çalakîyên xurt li dar xistin. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) ji bo xweparastina gel pêş bixe û şoreşê bigihîne gel hate avakirin. Jinên Komunîst ên Şoreşger û Ciwanên Komunîst ên Şoreşger tevî hêzên din ên şoreşger beşdarî hemû çalakîyan bûn. Dema pêwîst bû xwe bi çek û sîlehan çekdar kir û berxwedan mezin kir. Ji pêşengên komunîst ên ciwan Elende El Muhammed yek ji şoreşgerên destpêkê bû ku dema şerê Serêkanîyê dest pê kir bi gotina “Em ê şoreşê biparêzin, em ê dagirkeran têk bibin” banga xweparastinê li gel kir.

Partî; ji bo bi rizgarkirina axên me yên bûne mêtingeh, Kurdistana Yekgirtî ya Azad a Sosyalîst ava bike, derket rê. Her tim li dijî dijminê ku dixwaze şoreşa jinê ya Rojava tine bike di nava têkoşînê de ye. Xeta welatparêzîya sosyalîst weke rêya rizgarîyê dibîne. Dîroka me ya bi rûmet a 30 salî bi berxwedaneke fedaî ya li dijî faşîzm û mêtingerîyê hatîye naskirin.

Di têkoşîna me ya li ser xaka şoreşa Rojava de;

Li Serêkanîyê Serkan Tosûn,

Li Kobanê Paramaz Kizilbaş, Sarya Ozgur, Algan Zafir û Alîşer Dêrsim,

Têkoşer Kurdistan û Avaşîn Tekosin Guneş  li Til Temirê,

 Suphi Garzan li Alya,

Mazlum Aktaş li Silûkê,

Pirsûs Armanç li Tişrînê,

Raperîn Dîcle li Minbicê

Destan Temmûz li Reqayê,

Tirej Alişer, Özgür Avaronî, Zeynel Seyit Rıza û Haukur Hilmarson li Efrînê.

Fermandarê me yê sor Baran Serhat û Demhat Gunebakan li Serêkanîyê;

Li Hesekê jî hevrêyên me Serfiraz Nîdal û Îsyan Tolhildana Pirsusê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Ferhat Erebo yê ku di şerê Minbicê de birîndar bibû û Metîn Dîcle di kemîneke hovane ya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê de hatin qetilkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya partîya me hevrê Ahmed Şoreş, û fermandarê ciwan Firat Newal di encama êrîşa SİHA ya li Hesekê di rojên destpêkê yên sala 2023an de ber bi nemirîyê ve meşîyan.

Hevrê Yilmaz Behrareş ku yek ji kadroyên bigehîn yê partîya me ye, di Hezîrana heman salê de li Kobanê di encama sûîqesteke hovane de tevlî karwanê nemiran bû. Yek ji fermandarên ciwan ên Tûgaya Sor Dilşêr Rênas di dema çalakîya ji bo tolhildana êrîşan li dijî herêma çeteyan de şehîd bû.

MLKPê 30 salê xwe da doza azadî û komunîzmê. Wî tu carî paş de gav neavêt. Ji bo parastina azadî, wekhevîya gelan, şoreşa jinê û şoreşê têkoşîna xwe domand.

Niha ku em dikevin 30 salîya xwe em careke din dibêjin; em ê şoreşa Rojava biparêzin û ber bi sosyalîzmê ve bibin. Em ê şoreşê li hemû xaka Rojhilata Navîn belav bikin. Em ê ji bo azadîya gelên bindest ên Rojhilata Navîn derîyekî nû li ber azadîyê vekin.

Bijî şoreşa me ya Rojava

Bijî sosyalîzm

An serkeftin, An serkeftin