1ê Gulanê ku roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtîyê ye, dîroka ku bi xwînê hatîye nivîsandin a karkerên ku ji bo sekinandina îstîsmarîya kapîtalîst ketine tevgerê ye. 1ê Gulanê rojeke berxwedanê ye. Bi têkoşînên mezin û bedêlên ku hatîye dayin hat bidestxistin. Karkerên ku li dijî istismatîyê rabûn ser pîyan bi hev re tevgerîyan, şalter (qata) daxistin û qadên têkoşînê dagirtin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), li ser xwîna gelên xwecihî hat avakirin. Çîna karkerên ku bêmilk bûn piştî 1850an ji rojê 16 saetan bi mûçeyeke gelekî kêm dihatin xebitandin. Karkerên bi awayekî hov dihatin istismarkirin, ji bona ku dema xebatê daxin 10 saetan derbasî ber guleyan bûn dabûn ber çavên xwe. Gelek bedêl dan. Lê bi têkoşîna xwe hiştin ku çîna burjuva paş ve gav bavêje. Ev, ji bo karkeran destkeftineke gelekî girîng bû. Û vê serkeftinê, derîyê têkoşînên hîna mezintir û nû vekir.
Karkerên Awistralyayî, di sala 1856an de ji bo roja kar a 8 saetan biryara ji bo rojekê berdana kar dabûn. Û difikirîyan têkîldarî cejneke karkeran daxwazên xwe bînin ser ziman. Bandora yekemîn pîrozbahîya ku di 21ê Nîsana 1856an de hatîye lidarxistin gelekî mezin bû. Biryara her sal dûbarekirina cejna karkeran hat dayîn. Agahîya ev çalakîya ku zanebûna hêza xwe ya hilberanê da çîna karkeran gihîştt welatên din jî.
Hedefa Karkeran Roja Kar a 8 Saetî
Di salên 1880an de, zagonên ku mafên karkeran ên bingehîn jî nas nedikir di merîyetê de bûn. Di aliyekî de şerîke bi awayekî lezan mezin dibûn, di alîyê din de şertên xebat û jîyanê her ku diçû giran dibûn.
Di 1881an de li Emerîkeyê sendîqeyên ku nîv mîlyon karker temsîl dikirin, daxwaza roja kar a 8 saetî kirin. Têkoşîn belavî seranserî welêt bû. Li bajarê Chicaco (Şîkago) bi beşdarîya 40 hezar karker çalakî hat lidarxistin. Polîsan zora çalakîya karkeran bi xwînê bir. Gule hatin reşandin ser karkeran û 4 karker hatin qetilkirin. Di hin febrîqeyan de karker bi awayekî tomerî ji kar hatin derxistin. Karkeran, li dijî êrîşa polîsan paş ve gav navêtin. Agirê têkoşînê venemirîya, berevajî hîna gurtir bû. Di 1886an de, sendîqeyên karkeran en ku li Emerîka û Kanadayê bi daxwaza mafa xebatê, di roja 1ê Gulanê de grev îlankirin. Karkerên Şîkagoyî (Chicaco), wê rojê weke bedemel bi xebitîna 8 saetan xwestin biryarên xwe pêk bînin. Bangewazîya çalakîyê, ji febrîqeyê belavî febrîqeyê bû, gihîştt hemû karkeran. Ala serhildanê pêl bi pêl bilind dibû. Kulmekî karkeran ku kes nikare asteng bike dihat şidandin. Hêrsê karkeran mezin dibû. Grev êdî tenê ji fikirbûnekê derketibû. Ew berxwedana mezin, êdî di rastîyê de pêk dihat û bi biryardarîya karkeran vediguherî hêzeke madî (berçavî).
Karkeran, nedixwastin ku bibin koleyên bimûçe û tenê ji bo hilberandina kalêrê (sermîyan) bijîn. 1ê Gulanê rojeke biryarê bû. Ji bo jiyaneke mirovane careke din gav dihat avêtin. Di febrîqeyan de dest bi amadekariyê hat kirin. Di belavoka 1ê Gulanê ya ku dest bi dest digerîya wiha dinîvîsand: “Serhildaneke rojekê, Ne Hîna Kêmtir.”
Karkeran, rojeke ku hêza sepandina zagonên kedê hatîye bidestxistin dixwastin. Wê şalter (qata) danîbana û hêza bêhempa ya ku artêşa karkeran afirandîye derxistibana holê. Rêberên karkeran, ji bo gavên hîna mezintir bangewazîya amadebûnê dikirin.
Roja 1ê Gulana 1886an, karkeran makîneyên kar dabûn sekinandin û febrîqe valakiribûn. Dîrok dibû şahîdî hêza çîna karkeran. Hêza ku ji hilberanê dihat, di seranserî welêt de jiyan dabû sekinandin. Karkerên ku beşdarî girevê bûn gihîştin hev. Hejmara karkeran bi sed hezaran bû, karkerên ku dixwastin ji rojê 8 saet bixebitin çalakîyên xwe nesekinandin, sê rojan berdewam kir. Di febrîqeya McCormick de polîsan 4 karker qetilkirin, gelek karker birîndar bûn.
Roja din yanê 4ê Gulanê karker li qada Haymarketê kombûbûn. Karkerên ku hatibûn qetilkirin oxirkirin. Şîna hevalên xwe yên ku bi hev re têkoşîyabûn girtin. Karkeran, dizanîbûn ku têkoşîn bi bedêlan tê qezençkirin. Karkeran hevalên xwe yên têkoşînê bi dirûşmeyan oxirkirin.
“Hûn Nikarin Vî Agirî Vemirînin”
Serkaran, ji bo perçiqandina têkoşîna karkeran bi çeteyan ve li hev kiribûn. Polîs li bendê bûn ku êrîş bikin. Li nêzikî cihê ku karkeran mîtîng çêdikirin bombeyek teqîya. Ev lêsorkirinek bû. Mirî û birîndar hebûn. Serkarên ku ji hêrsê karkeran ditirsîyan, rêberên karkeran sûcdarkirin. Bi sedemên ne rast rêberên karkeran Albert Parsons, August Spies, Adolph Fischer û George Engel hatin dîlgirtin û bi îdamê hatin cezakirin.
Di 11ê Mijdara 1887an de her çar rêberê karkeran bi rêya îdamê hatin qetilkirin. Ev gotinên rêberê karkeran Spies bû sembola têkoşîna 1ê Gulanê: “Ger ku hûn bawer dikin ku, hûn ê bi îdamkirina me tevgereke ku bi mîlyonan karkeran rêxistin dike tune bikin, nesekinin me îdam bikin. Hûn ê li vir çirûskekê tune bikin, lê wê li her derê çirûskên din pê bikevin. Ev agirekî ku ji hundir de pê dikeve ye, hûn nikarin vî agirî vemirînin.”
1 Gulan: Roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtîya Çîna Karkeran
Sendîqeyên karkeran, heta ku roj kar a 8 saetî hat qebûlkirin 1ê Gulanê roja girevê îlankirin. Di vê heyamê de di tevahî welatên ku têkoşîna karkeran pêş ket de biryarên hevşêwe hatin girtin.
Enternasyonala 2emîn ku di sala 1889an de kongreya xwe ya yekemîn kom kir, biryar girtin ku greva ku karkerên Emerîkî girtin, belavî tevahî welatan bikin. Di kongreya duyemîn ku di sala 1889an de hat li dar xistin de, 1ê Gulanê weke roja piştgirî, Têkoşîn û Yekîtîya çîna karkeran hat îlankirin. Êdî, rojeke ku karkeran daxwazên xwe qîr dikirin û weke çînekê derdiketin qadan hebû. Karkeran di tevahî welatan de, daxwazên xwe ji febrîqeyan heta qadan kirin yek.
Dîroka 1ê Gulanê, wa ye wiha hat nivîsandin.