Ciwantî Derfet e Vê Derfetê Qezenç Bike

Herêma me ya ku weke Rojhilata Navîn tê nasîn li ser çanda eşîretvanîyê şêwe digire. Her wiha herkes di bin eşîretekê de bi cih dibe. Lewra ev pergal bi kevneşopîyên xwe, li ser ciwan û jinên ciwan tê ferzkirin. Tê xwestin ku mirov hîna di temenê zaroktî û ciwantî de fêrî fikra ku eşîret bingeha civak û azadîyê ye. Ji ber vê jî ciwan û jin bi çandê tên perwerdekirin. Li Rojava ya ku tê de gelek netewên wekî Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkez, Turkmen, Asûrî û Keldanî û hwd. tê de dijîn ev çand gelekî belave ye. Ev çanda eşîretvanîyê bi taybetî di nav gelên Kurd û Ereb de belave ye. Hîna bi piranî hemû têkîlîyên civakî û hwd. li ser vê çandê tê meşandin.

Her dem her tişt li ser milê ciwanan dihat destpêkirin. Ji ber ku nifşên nû qebîlîyeta wan bi girtina her tiştî re heye. Di heman demê de ciwan bi hêz û dînamîka xwe dikarin her tiştî bidin avakirin. Lê mixabin ev çand vîn û rastîya ku ciwan û jin bibin şexsên azad û serbixwe ku karibin li ser jîyana xwe de bibin xwedî biryar tune dike. Ciwan her ku dikevin bin bandora eşîretvanîyê, ev yek ketina xefîka bandora feraseta kapîtalîzmê xurt dike. Ji ber vê mijara me ya îro, ew e ku gelo di bin bandora vê çandê de ciwan rastî çi pirsgirêkan tên?

Yekane piştî ku şoreş hate lidarxistin, van noxteyan gelek astengî derxistin. Bi piranî ciwan xwe xwediyê vê şoreşê nabînin û berê xwe didin dewletên cuda ku li wir xewna xwe ya Ewropayê pêk bînin. Lê divê hemû ciwan bizanibin ku ji alîyê dewletên kapîtalîst û faşîst ve armanca vekirina derîyên koçberîyê dûrxistina me ya ji şoreşê ye. Di heman demê de bi vê armancê dixwazin ku axên şoreşê vala bikin û demografîya erdnigarîya me biguherînin û ciwanên me li welatên derve ji bo mezinbûna berjewendiyên wan fêrî jîyana kapîtalîst bibin. Ciwanên me yên ku ji ber sedemên aborî berê xwe didin welatên Ewropa yên kapîtalîst di nav çerxê pergala kapîtalîst de weke hêza erzan a kar tên bikaranîn û keda wan bi awayekî tê îstîsmarkirin. Divê hemû ciwanên karker û kedkar bizanibin ku keda wan tê xwarin. Ji ber ku hîna kapîtalîzm bingeha xwe li ser îstîsmarîya kedê ava dike. Keda hemû ciwan û zarokên ku di temenên biçûk de di febrîqe, pîşesazî û beşên din ên de kar de dixebitin bi awayekî hov tê îstîsmarkirin. Divê em fikra kapîtalîzm û armanca wê baş nas bikin, li dewsa ku em berê xwe bidin wan deran em bi mezinkirina şoreşa xwe li dijî vê rastîyê têbikoşin.

Li welatên derve hemû karker û kedkarên ku ji bo debara xwe bi saetên dirêj dixebitin rastî her cure îstîsmarîya tên. Ciwan jî, ji ev îstîsmarîya kedê ya kapîtalîzmê para herî giran digirin. Ciwanên Rojava yên ku koçberî dewletên kapîtalîst ên derve dibin jî dibin parçeyekî vê mekanîzmayê. Dewletên kapîtalîst û emperyalîst dixwazin ku bi mezinkirina îstîsmarîya kedê di tevahîya cîhanê de desthiladarîya xwe mezintir bikin. Alîyekî vê sîyasetê şerê taybet e. Ji ber ku dewletên emperyalî çanda xwe bi her awayî di mêjîya ciwanan ava dike.  Ji bo vê, rê û rêbazên cuda bi kar tînin. Amûrên wekî medyaya civakî, intêrnêt an jî belavkirina çanda mûsîkaya dûrî çanda me, derxistina fîlm û rêzefîlmên ku êdi jîyanê de çanda jîyana kapîtalîst xurt dike an jî belavkirina çanda cil û bergan ku jê re tê gotin moda. Ev di şexsê mirov de psîkolojîyeke ku xwe pêşketî hîs dike dide avakirin. Armanca wan ew e ku ciwan pêşketin an jî azadîyê di cil û berg, guhdarkirina mûsîka û hwd. de bibînin. Bi vê rêyê ciwan hêdî hêdî ji çanda xwe, rastîya xwe, hebûna xwe dûr dikeve. Hemû armanca jîyanê dibe armanca aborî û heta têkîlîyên hevaltîyê li gorî vê esasê tên avakirin. Ev yek di navbera ciwanên herêmê de ferq û cudatî, hesasîyet û nakokîyan çêdike. Li gelek welatên herêmê tê dîtin ku ciwanên ku nikarin bigêhêjin wê astê intihar dikin.

Ya duyemîn belavkirina bikaranîna madeyên hişbir her tim di rêya ciwanan re tê pêk anîn. Ev sîyaseteke bi zanebûn e. Du armancên belavkirina vê çandê hene. A yekemîn bi rêya madeyên hişbir dejenerekirina ciwan û civakê û dûrxistina jî fikrên şoreşgerî û zanîstî. Armanca duyemîn jî bi rêya belavkirin û bazirganîya madeyên hişbir bi rêjeyên gelekî mezin pere qezenç dikin. Yanê bi kevirekî li du çivîkan dixin. Hem, me û pêşeroja me hêdî hêdî dikujin û mêjîyên me ditewîzinin, hem jî li ser kuştina me bi mîlyon dolaran pere qezenç dikin. Divê em li hemberî vê şîyar bibin. Bi taybet dewleta Tirk a faşîst dixwaze ku ciwanên me bi vê rêyê bixe xefikê û bike sixûr.

Ji bo ciwanan mijara herî girîng ku gelek jî bêkarî ye. Beşek jê dibin xwendewan. Lê dîsa rewşa aborîyê jî pirsgêrêka herî mezin e. Pergalên desthiladar di mêjîyan de daye fêrkirin ku ji zimanê dayikê dûr bikevin û spasnameya rêjîmê bigirin. Ji ber vê yekê piranî ji bo ku bigêhêjin vê astê mecbûr dimînin ku bi pereyên gelekî zêde perwerdeyên taybet bibînin. Ji ber vê yekê ciwanên ku aborîya wan lawaz e, nikarin bixwînin û di heman demê de qadên kar jî gelekî lawaz in. Xurtbûna çanda eşirtiyê tevlîbûna ciwanan, bi taybetî tevlîbûna jinên ciwan a saziyên şoreşê asteng dike. Derîyên saziyên şoreşê ji gel, ciwan û jinên ciwan re vekirîye.

Lê ji bo ku hîna bi temamî xwe xwedî vê şoreşê nabînin, piranî dibêjin “ger em di sazîyên şoreşê de cih bigirin wê rojekê rejîm vegere û ji me hesap bipirse, wê demê em nikarin li vir bijîn û wê me bikujin.” Divê bê zanîn ku ev jî rêbazeke şerê taybet ku di mêjiya gel de tê çandin e. lê di aliyekî de jî ev pirsgêrêkeke bîrdozîyî ye. Dixwazin ku vê tirsê gel û bi taybetî ciwanan ji refên şoreşê dûr bixin. Tê xwestin ku bawerî û xwedî lê derketina şoreşê tune bibe. 

Lê dema ku em berê xwe didin Ewropayê, em di rêyên koçberîyê de rastî her cure nêzikatîyên dermirovî tên û ji birçîbûn, tîbûn, sermahî û di behran de difetisîn û jîyana xwe ji dest didin. Ji ber gelek cureyên tundî, tacîz, destdirêjî, nîjadperestî rûmeta wan di bin lingan de tê pelixandin. Zor li jinên koçber tê kirin ku bedena xwe bifiroşin û bedena wan di bin pergala serdestîya mêr a kapîtalîst de dibe meta.

Ciwan û jinên hêja, êdî li hember van lîstokan şîyar bibin û bêrûmetîyê qebûl nekin. Ev şoreş zarokên xwe dixwaze. Xwe di dilê vê şoreşê de ava bikin, pêşeroj em in. Ji bo pêşeroja xwe em piştgirî bidin hev û rihê xwe bikin yek. Werin, em bi hev re li dijî sîyaseta dagirkerî, qirkeri û faşîzmê hişmendîya xwe biguherin û pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin. Ciwan şitlên azadîyê ne.