CKŞ, 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kir.

Hesekê –Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kirin. Çalakiya li qada ku alên CKŞ’ê û wêneyên şoreşgerên di refên MLKP’ê de şehîd ketine hatin daliqandin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Berdevka CKS’ê Destan Serhed li dû deqeyeke rêzgirtinê axivî û bi bîr xist ku bi derketina civakên çînayetî re di dîrokê de têkoşîneke domdar di navbera ked û kedxwariyê de heye. Serhed bal kişand ser hilweşîna Yekitiya Sovyet a Revîzyonîst ku yek ji xalên girîng ên vê têkoşînê ye û got, ‘Tevî ku rastiyeke çep a ku ji têkoşîna komunîst paşve çû, bêhêvî bû û ji têkoşîna komunîst parçe bû, partiya me şoreşa zihniyetê bi Şoreşa Yekîtiyê ava kir û ji bo komunîstên cîhanê bû hêviyek. Ev serkeftin yek ji rûpelên herî birûmet di dîroka komunîzma cîhanê de ye.”

Serhed anî ziman ku partiya me yekser piştî damezrandina xwe ji serhildana Gaziyê re pêşengî kir û got, “Partiya me ji hemû girseyan re îsbat kir ku dikare bi serhildaniyên Gazî re pêşengî û rêbertiya şoreşê bike. Ji ber vê êrîşa dijwar a dijmin pêk hat û hevrêyê me Hasan Ocak di êrîşa binçavkirinê de winda kirin.’ Serhed, da zanîn ku amadekariya şoreşgerî berçav e û got, “Partiya me di sala 2010’an de hat Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di sala 2012’an de bi destpêkirina şoreşê re derbasî Rojava bû. Ji Efrîn heta Dêrik, Reqa, Dêrezor û Kobanê di hemû eniyên şoreşê de cih girt.”

Serhed got, ‘Partiya me ya ku hem di erkên avakirinê de hem jî di parastina leşkerî ya şoreşê de cih girt, ji bo yekîtî û piştgiriya gelan çêbike ber bi sazîbûnê ve çû.’ Ji bo avakirina şoreşê û ji bo bedelên gelan gelek tevgerên civakî pêk anîn.’ Serhed bi bîr xist ku pêşengê komunîst bi têkoşîna şehîdan mafê hebûna xwe girtiye û got, “Komkujiya Pirsûsê ya sala 2015’an qonaxeke girîng e. Li gel Foca Şehîd Elîşêr Denîz ku di salvegera Pirsûsê ya sala 2017’an de hat ragihandin, gelên Rojhilata Navîn di bin ala pêşengiya komunîst de xwîn dan.’

Serhed hewldanên Baran Serhad ên ji bo şoreşê bi bîr xist û got, ‘Rêheval Zîlan weke şopdarê rêheval Baran heta şehadetê şer kir, da ku pêşengiya komunîst di nava gelên Rojava de belav bibe.’ “Şoreşa me di qonaxeke demokratîk de ye. Lê rêya rizgariyê di afirandina cîhaneke komunîst de ye.” Serhed got, ‘Em weke CKŞ’ê bang li hemû ciwanan dikin ku di 28’emîn salvegera pêşenga komunîst de di nava refên têkoşîna komunîst de xwe bi rêxistin bikin.’

Pîrozbahî bi axaftina beşdaran û vegotina hestên xwe, piştre birîna kekê û govenda muzîkê bi dawî bû.

CKŞ, 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kir.