Endamên CKŞ’ê piştgiriya berxwedana Filistînê dan

Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger CKŞ’ê li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Ciwanên Komunîst bi kefiyên ku sembola berxwedanê Filistînê ye daketin qadan û piştgirî dan ciwanên Filistînî. Çalakiya ciwanên bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Filistînê”, “Bijî Filistîna Azad” û “Bîjî Azadî” bi dawi bu.

Di nave CKŞ’e Abdo Kobanê daxuyanî xwend û wiha got:

“7’ê meha 10’an da li Filîstîn de hamleyeke şoreşgerî despekir. 14 rexistin li dijî siyonîzma bi hev re rabûn serhildanê. ‘Zêdetirî 70 sal in li se axa Filîstînê zarokan tên kuştin. Her roj di bin êrîşên Îsraîlê de derbas dibe. Bes e!

Em weke Ciwanên Komunîst ên Şoreşger ji Kobanê heta Filistînê bang dikin: Bimre Siyonîzm! Bimre faşîzm!’
Em weke ciwanên Rojava zulm û zordariya dewletên faşîst û metingerên baş nasdikin. Em jî li dijî êrîşên dewleta Tirk şoreşa xwe diparêzin. Em dixwazin şoreşa Rojava bigihê şoreşa sosyalîst. Ji ber ku şoreşa Rojava deriyekî li şoreşa Rojhilata Navîn vekir. Banga me ji ciwanên Filistînî re ev e: Ji bo şoreşa Rojhilata Navîn, ji bo wekhevî û azadiyê, li dijî dewletên faşîst û sîyonîst tevlî refên şoreşgeran bibin. Di refên şoreşgerî de xwe birêxistin bikin.

Bijî berxwedana Filistînê. Bijî Sosyalîzm. Bijî wekheviya gelan”