Baran Serhat di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Baran Serhat di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Salon bi sûretên şehîdan û alên TKŞ-CKŞ-JKŞ’ê û bi lefîteyan hat xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Sînevîzyona ji bo bîranîna heval Baran hat temaşe kirin. Piştre Erdal Cebo li ser heval Baran axivî. Di axaftina xwe de Cebo wiha got: heval Baran di têkoşîna xwe ya 30 salî de li hemberî faşîzma dewleta Tirk pir çalakî pêk anî. Di şoreşa Rojava de fermandarekî pêşeng bû. Tekoşîn dikir ku şoreşa Rojava ya jinê bi xeta welatparêzîya sosyalîst biserkeve. Em jî wek rêhevalên heval Baran soz didin em ê têkoşîna wî bidomînin. Piştre li ser navê Meclîsa Leşgerî ya Kobanê Mahmûd Qaramûx axivî. Di axaftina xwe de got: heval Baran şoreşgerekî mezin bû. Wî rêya Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û İbrahîm Kaypakkaya dimeşand. Em jî wek Meclîsa Leşgerî ya Kobanê em ê rêya heval Baran bişopînin. Endamên CKŞ jî gotin ciwan pêşeroja Rojava ne û rêka heval Baran dişopînin. Piştre wek sembolekî mûm pêxistin.
Piştre bi sitranên Koma Şehid Gîvara bîranîn bi dawî bû.