JKŞ û CKŞ’ê li Hesekê ji bo Zîlan Destan semînerek li dar xist

JKŞ û CKŞ’ê ji bo Zîlan Destan a di 13’ê Hezîranê de şehîd ketibû semînerek hevpar li dar xist. Semînera ku jiyana Zîlan Destan û rola jinên ciwan di şoreşê de hate vegotin, bi sînevîzyon û strana Koma Zîlan bi dawî bû.

Li ser navê JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û bal kişand ser guhertin û kirdekirina jinan. Sîdo anî ziman ku jin ji destpêka şoreşê ve li her qadê cihê xwe girtine, li dijî hemû rolên ku kapîtalîzm û feodalîzmê û rejîma BAAS ji jinan re danîne têkoşîn kirine. Sîdo diyar kir ku pêşengên vê yekê jinên ciwan bûn. Sîdo da zanîn ku ked û rengê jinê di şoreşê de li komun û meclîs, sazî û her derê di qada leşkerî û civakî de xwe dide der û diyar kir ku îro divê jin li hemberî hemû êrîşan bi erka parastina şoreşê zêdetir şoreşê hembêz bikin.

Sîdo da zanîn ku jin bi şoreşê re beşdarî têkoşîna azadiyê ya netewe û zayenda xwe bûn û got ku divê asta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bidestxistin û destkeftiyên Şoreşa Jinê bên parastin. Sîdo anî ziman ku divê hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê piştgiriyê bidin vê têkoşînê û di dawiyê de soza azadkirina xakên dagirkirî da. Wê diyar kir ku ew ê weke jin vê şoreşê li hemberî hemû gef û êrîşan biparêzin.

Li ser navê CKŞ’ê Destan Serhed bi bîranîna Zîlan Destan dest bi axaftina xwe kir. Diyar kir ku ew şoreşgerî û jiyana Zîlan Destan ji xwe re mînak girtin. Destan Serhed diyar kir ku Zîlan Destan bi Şoreşa Jinê ya Rojava re xwe ji nû ve afirand û ji Elende veguherî Zîlan. Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan kir ku li ser şopa Zîlan Destan xwe bi rêxistin bikin û azad bibin.
Semîner bi pêşkêşkirina awazên Koma Zîlan bi dawî bû.