TKŞ’ê di 100’emîn salvegera Lozanê de panelek li dar xist

Tevgera Komunîst a Şoreşger, bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Panelek ku li Navenda Çanda Şehîd Zîlan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir.

Di axaftina li ser navê TKŞ’ê de ku li hemberî Lozana nû gelê Kurd wê çawa bi rêxistin bibe nîqaş hatin kirin.

Endama SYPG’ê Mizgîn Erebo di panelê de axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava mifteya vekirina deriyê şoreşên Rojhilata Navîn e. Mizgîn Erebo got, “Mezinkirina û xurtkirina şoreşa Rojava berpirsyariya me ya bingehîn e.”