JKŞ û TKŞ: Em ê Rihê Berxwedanê Mezin Bikin

JKŞê û TKŞê li Hesekê bi boneya êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Rojava û pêşengên wê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hat şermezar kirin hat xuyakirin ku wê li dijî van êrîşan berxwedan hîna zêdetir bê mezinkirin.

Endama JKŞê Vîdat Mihemed ya ku daxuyanî xwend di axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên herî dawî yên 27 û 28ê Tîrmehê yên li gundê Xezne ya Qamişlo û Amûdê bi bîr xist da xuyakirin ku di van êrîşan de 7 şoreşger şehîd ketine û du kes jî birîndar bûne.

Vîdat Mihemed axaftina xwe wiha berdewam kir “di rojên dawî ya ku salvegera 11emîn a şoreşa 19ê Tîrmehê tên pîrozkirin, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser axên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji nû ve zêde kir. Zîhnîyeta mêtînger a ku nikarîbû daxwazên xwe bi destê çeteyên El Nûsra û DAÎŞê pêk bîne niha rasterast dixwaze bi hêzên xwe yên leşgerî û bermayiyên çeteyan pêk bîne. Bajarên me yên ku li ser xeta sînor her roj tên bombebarankirin. SÎHA’yên wan sînor derbas dikin û ji bo êrîşên sûîqestê li derfetan digerin. Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriyê de ne ger roj sûcên mirovahiyê berdewam dikin û gelê me bêav tê hiştin, daristanên me tên şewitandin.”

Vîdat Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide ku rihê hevpeymana Lozanê ya ku berî sed sal Kurdistan kirin çar parçe û xist bin nîra mêtîngeriyê bide jiyandin. Armanca wan eşkere ye, armanca wan berdewamiya jenosîda Kurdan e. Dewleta Tirk dixwaze bajarên Rojavayê Kurdistan – Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike. Li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi êrîşên dagirkeriyê beregehên leşgerî ava dike. Li derdora herêmên ku dagir dike bi lêkirina dîwaran axên dagirkeriyê berfireh dike. Dewleta mêtînger a Tirk ku dijminê Kurdan û tevahî gelên bindest e dixwaze destkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine bidestxistin tune bike. Li çiyayên Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike û axên Başûrê Kurdistanê bi awayekî eşkere dagir dike. Xeta Barzanî û PDKê ku ya ku li dijî têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurd dikeve îxanetê bi hevkariya xwe ya dewleta Tirk re dibe şirîkê êrîşên dagirkeriyê.”

Vîdat Mihemeda ku axaftina xwe wiha berdewam kir “Êdî bes e! Divê dewleta Tirk ku bi dijminatiya xwe ya Kurd çi zarok be, çi kal û pîr bin herkesî qetil dike bê sekinandin.

Êdî Bes e! Divê mêtîngerên ku rojane axên Rojava bombebaran dike û li qadên ku dagirkirî her roj sûcên mirovahiyê pêk tîne hesap bide. Êdî Bes e! Divê bêdengiya ku li dijî ev komkujiya ku di navenda Rojhilata Navîn de tê jiyîn bi dawî bibe. Êdî Bes e! Divê tevahî gelên bindest û kedkarên ku di çar alî cîhanê de dijîn bi awayekî hîna xurtir xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Êdî Bes e! li dijî vê jenosîdê rabin ser piyan û piştgiriyê mezin bikin” axaftina xwe bi gotinên “ên ku berî me li çiyayên Kurdistanê agirê serhildanê pêxistin çawa ku radest nebûn, em ê jî tu carî radestî mêtîngeran nebin. Em ê şoreşê biparêzin. Em ê di rêya şehîdên xwe de berxwedanê hîna mezintir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Şoreşa Rojava” hat bi dawîkirin.