Rojnamevanên Jinên Ku Êrîşên Dagirkerî Ji Cîhanê Re Radigihînin Hatin Hedef Girtin

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinê didomin. Duh êvarê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîteke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. Kesê bi navê Necîmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîta Jin TV de şehîd bû. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser axa şoreşa me ya Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ji yekemîn kêliya ku çeteyên DAIŞ’ê yên hov êrîşî xaka Sûriyeyê kirin, jin bûn ku parastina vê şoreşê kirin û bi alîgirên xwe re tirs li çeteyan belav kirin. Şoreş Rojavaya jınê ji bo hemû jin û gelên cîhanê bûye ronîya hêviyê.

Xebatkarên çapemeniyê ji berxwedana Kobanê, li eniyên Reqayê û şerê Serêkaniyê de bê tirs ji gelên bindest ên cîhanê re ragihînin, bi kamerayên xwe ve hemû cepheyande cîh girtin û di vî rêyêde şehîdekî din dan. Kedkarên Jin TV xebatkarên çapemeniyê yên ku şoreşa jinê û afirînerên wê ji cîhanê re radigihînin, dibin hedefa dewleta Tirk. Rojnamevanên jin, ji bo ragihandina hemû êrîşên DAİŞ û dewleta Tirk yên li ser jinan hevalên me yên herî girîng bûn. Îro dewleta Tirk bi taybetî ku Jin TV hedef digire sedema wî ev e.

Weke Jinên Komunîst ên Şoreşger em li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk dev ji parastina şoreş û destkeftiyên xwe bernedan û bernadin. Li hemberî êrîşên li ser kedkarên çapemeniyê û rêhevalên me yên jin, her yek ji me wê hemû êş û şahî, hemû êrîş û destkeftiyên li ser vê xakê belav bike û vebêje û cihên wan ên ku vala dibin tijî bike.

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)