Ji bo parastina Rojava berxwedana şoreşgerî mezin bikin

Êrîşên komên çeteyên cîhadîst û selefî li dijî axa Rojavayê û hêzên şoreşê berdewam dikin. Şehîdxistina hovane ya şervanê me Sîpan Hiznî ku endamê Tugaya Hesekê bû, bi destê van çeteyan komkujiyeke plankirî bû. Ev yek rasterast di navbera Şam û Enqereyê de hate kurgukirin û ji aliyê paşmayiyên DAİŞê ve hate pêkanîn. Daxuyanî, civîn û serdanên nûnerên Şamê tenê ji bo nîşandanê ne û ji tiştên xapînokî pêk tên. Ti sedem tune ye ku gelê me yê welatparêz baweriyê bi van daxuyaniyan bike.

Di demekê de ku kujerên Sîpan Hiznî azad in, êrîşkirina li ser gelê me yê welatparêz ê ku komkujiyê protesto dike, niyeta çeteyên cîhadîst eşkere dike. Polîtîkaya înkar û tunekirinê ya li dijî Kurdan berdewam dike. Gelê me dê ji wan kesên ku ev êrîş plan kirine û pêk anîne hesab bipirse. Divê berpirsiyarên gulebarankirina çalakiyên li Kobanê, berdana çeteyan a li kolanan, îşkencekirina girtiyan û mirina 9 ciwanên me yên di girtîgehê de demildest werin cezakirin. Hêrsa gelê me mafdar e û çalakiyên protestoyê dê berdewam bikin.

Li Kobanê dijî çeteyên ku ji Helebê hatibûn û dihatin hewldan têkevin girtîgehê û girtiyan bibin, berxwedan hate nîşandan. Serhildana ku ji aliyê ciwanên me yên hatine girtin û girtiyên berê ve hate destpêkirin yên ku diyar kirin ku ew ê xwe şehîd bikin lê di destê çeteyan de neçin Helebê, mayaya berxwedanê ya gelê me ye.

Berpirsiyariya mirinên di girtîgehê de ya çeteyên HTŞê ye. Divê rêveberiya Rojavayê qet rê nede hewldanên bi vî rengî yên çeteyan. Divê hêzên me yên Asayişê rê nedin ku çeteyên HTŞê têkevin bajarên Rojavayê, bi taybetî Kobanê, û li kolanan êrîşî gelê me bikin. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe peyameke xurt da hêzên Şamê. Hewldanên êrîşê yên komên çeteyên cîhadîst-selefî dê bi berxwedanê werin bersivandin.

Wekî Komunîstên Rojavayî, em ji bo malbata Sîpan Hiznî û malbatên ku li girtîgeha Kobanê xizmên xwe winda kirine sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviya başbûna lezgîn dikin.

Em ê li zimanê xwe, nasnameya xwe û destkeftiyên xwe xwedî derkevin.

Silav ji wan kesên ku şehîd ketine û  ji wan kesên ku têkoşîn dikin re!

Berxwedan jîyan e!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)