Gelekî Çekdarkirî û Xwedî Artêş Têk Naçe!

Li Dîrokê Nihêrîneka Kin:

Hafiz Esadê ku di salên 1970an da bi derbeyeka leşgerî bû desthiladar hemû bendên aborîyê di destê dewletê da kom kir. Bûyîna endamê BAASî ji bo xwe gihandina çavkanîyên aborîyê îmtiyazek bû. Di alîyekî da xisleta netewparêzîya Ereb a dewletê dihat parastin, lê di alîyê din da jî bi rêya partîyê BAAS civak bi îmtiyazên aborî bi rejîmê ra dihat girêdan. Bi vî awayî netew û olên cuda di heyameka dîyar da hat xistin bin denetimê. Encax, qeyrana pergala aborî ya neolîberal a ku di sala 80an da dest pê kirîye û di sala 90an da kûr bûye di heman demê da nakokîya di navbera gel û dewletê da zivirand pevçûnê. Pergala înkar û dagirkerîya ku bi rêbazeka “nerm” pêş ve diçû ket qeyranê. Bi taybetî li Bakur bilindbûna têkoşîna azadîya neteweyî hişt ku di nav kurdên Rojava da jî hişyarîyek çêbibe. Ciwanên Kurt ên ku li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava di nav têkoşîna çekdarî da cih girtin tecrûbeyeka mezin bi dest xistin. Dê êdî netewparêzîya Ereb, dewleta ku spartîye yek netew bibana mijara rexneya çekdar.

Di Belgenameya Bername û Stratejîya TKŞê da komunîst mijarê weke “di hedefa stratejîk a tevgera komunîst da demokratîkkirina Sûrîye disekine. Ji xwe ra dike armanc ku pergala gelparêz demokratîk û şoreşger a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrî belavî tevahî Sûrîye bike. Di bin şertên bendewarî û hevkarîya emperyalîyetê da, di bin şertên hebûna mudaxelekar a hêzên mêtingehkar ên herêmê da hedefa demokratîkkirina Sûrîye weke pirsgêrêka şoreşê dixe holê.” digirin dest.

Şoreşa Rojava, Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî

Şoreşa ku di sala 2011an da dest pê kir, bi xeta xwe ya demokratîk û azadîxwezîya jin mekanîzmaya rêveberîya ku spartîye meclîs û komînan ava kir. Gengazîya pergaleka ku spartîye serdestîya gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen HWD. û gengazîya yekîtî û wekhevîya gelan nîşan da. Piştî şerê parvekirinê yê emperyalîst ê 1emîn, li Rojhilata Navîn pêvajoya mêtingeha kapîtalîst û nîv mêtîngehkirin lez bi dest xist. Li dijî serdestîya “yek ol, yek dewlet, yek ziman” ku girêdayî stratejîya parçe bike û bi rê ve bibe pergala ku li Rojava hatîye avakirin bû gefeka mezin. Rastîya ku li vir tê hemberê hev pergala şoreşger demokratîk a gelparêz û mêtingehkarîya emperyalîst e. Îro gotina “bila mafên kurdan bên naskirin” a dewletên Emerîka, Fransa, Elmanya û Îsraîlê ne ji ber dostanîya kurdan e, ji ber berjewendîyên xwe vê tînin ser ziman. Di kêlîya ku ev ne li gorî berjewendîyên wan be, ji bo tunekirina kurdan û Rêveberîya Xweser a Demokratîk dê her cure êrîşan pêk bînin. Ên ku duh DAIŞ perwerdekirin û çekdarkirin ev bûn. Îro bombeyên ku dewleta Tirk a mêtingehkar li Qadên Parastina Medyayê dibarîne sîleh û tesîsatên ku di envantera NATOyê da ne.

Bêguman têkoşîna şoreşger, stratejî û taktîk, yedekên yekser û neyekser dihesîbîne. Pevçûn û nakokîyên di navbera hêzên li dijî şoreşê di lehê têkoşîna şoreşger da dinirxîne, ji van sûd digire. Di vê berfirehîyê da dikare hevkarîyên taktîkî pêş bixe. Lê divê tu carî neyê jibîrkirin ku yekane hedefa bîrdozî û pergala kapîtalîst, emperyalîst hîna zêdetir kedxwarî ye. Îsraîl di alîyekî da dibêje em zilma li ser kurdan rexne dikin, lê di alîyê din da li dijî gelê Filistînê komkujîyên xwe, bombebarana li ser Xezayê berdewam dike. Heman sûcên ku dewleta Tirk a mêtingehkar li ser axên me pêk tîne Îsraîl jî li Filistînê van sûçan pêk tîne. Stratejîya leşgerî ya Îsraîlê girêdayî paradigmeya  “serdestîya wesfî ya stratejîk ” e. Û niha jî girêdayî vê armanca xwe dixwaze kurdan bike amûr. Dostên rast ên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelên bindest ên herêmê û cîhanê ne. Biryardarî û Îsrara di xeta hevgirtî ya li dijî pergala baviksalar, mêtingehkarî û emperyalîzmê dê teqez bi ser bikeve.

Pêşeroja Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rojava

Ê ku biryara vê bide sekna biryardar a gelê me yê bi rûmet û sekna pêşengên wan ên welatparêz, şoreşger û pêşengê komunîst e.

Ger ku gel bibiryar û yekbûyî be, xwedî xeteka şoreşger a rast be, pêşengê şoreşger bi awayekî afirîner şerê gel rêxistin bike dikare hêzeka ji xwe hîna xurtir têk bibe. Hedefa têkoşîna şoreşger yekkirina hêzên sîyasî bi hêzên çekdar ra, têkoşîna sîyasî yekkirina bi têkoşîna çekdar ra û yekkirina serhildanê ya bi şerê şoreşger ra ye.

Ji bo ku karibin erkên şoreş bide pêşîya wan bi cih bînin, divê gelê me di çekdarbûn û artêşbûnê da îsrar bikin. Ger ku gelê me, xwe, axa xwe, pergala xwe ya şoreşger, demokratîk û azadîxwezîya jin bi sîlehên xwe, hêza xwe ya parastinê berdewam bike dê têk neçe. Di her bajarî da, di her taxê da avabûna taburên gel gelekî girîng e. Taburên şehîd Metîn, şehîd Avaşîn Têkoşîn Gûneş, Şehîd Zîlan û şehîd Yilmaz ku komunîstan li Qamişlo, Kobanê û Hesekê avakirin wekî ku bawerî da gel, ji dijmin ra jî bû bersiveka zelal. Esasa berxwedana Tişrînê ew e ku tevahî qadên Rêveberîya Xweser bûn parçeyek ji berxwedana Tişrînê. Esasa vê berxwedanê ew ku gelê me yê ku niha di bin bombeyan da ber bi Tişrînê ve dimeşe, divê gelên me di bin êrîşên SÎHAyan da li kolana xwe, li bajarê xwe xwedî cesareta ku hêza berxwedana Tişrînê di hundirê xwe da biafirînin. Ev berxwedana ku yek du sê hîna zêdetir Kobanê afirandî ye.

Dewleta Tirk a faşîst, mêtingehkar bi îsrar dixwaze HSDê sîleh berde. Ji ber ku gelekî ku di destê wê da sîleh nîn be bêparastin e. Û êrîş û xweferzkirinên mêtingehkaran, emperyalîstan û paşverûyan aşkere ye. Sedema mezin windakirina kurdan a di şerê cîhanê yê emperyalîst ê 1emîn da parçebûna weke herêmî, eşîrtî, feodal û neifirandina wan a rêxistbûneka gel a yekbûyî ye.

Îro rastîya ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî bi kurdan û gelên Kurdistanê daye qezençkirin jî berxwedan, rêxistinbûn, pergala demokratîk a yekbûyî û teva vê avakirina rastîya gelê çekdarkirî ye. Ger her bajar, her gund bê kirin keleheka berxwedanê, her karker û gundîyek bibe şervan ne dewleta Tirk a mêtingehkar faşîst, ne jî çeteyên cîhadîst ên faşîst dikarin encam bigirin. Kîjan tanq, top, fuze û balafirên şer dikare gelekî ku bi hemû mêjî û dilê xwe, bi sonda tolhildanê difikire û ji bo derblêdana dijmin li benda derfetê ye têk bibe? Nikare têk bibe! Gelekî şervan û rêxistinkirî têk naçe.

Nîşejêr:

**Di 1830an da dema ku Fransayê Cezayîr dagir kir, di pêşengtîya Şêx Abdulqadir da gel dest bi berxwedanê kir. Ligel ku di sala 1947an da Şêx Abdulqadir hat girtin berxwedanê wekî “dewleta binerd 40 sal berdewam kir.

**Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî ji bo ku hêza gel çekdarbûyî nîşan bide tecrûbeyeka girîng e.