Çeteyên cîhadîst ên li Şamê, bi piştgiriya emperyalîstan û dewletên kolonyalîst, dest bi avakirina dewleteke yekparêz û neteweperest kirine. Ew hebûn û mafên demokratîk ên gelên cuda yên li herêmê dijîn, bi taybetî gelê Kurd, Elewî û Dûrzîyan, paşguh dikin. Daxwazên gelan ên wekhevî û dadmendiyê jî paşguh dikin. Gelên Sûriyê ku 15 salên dawî di nava şerê navxweyî de derbas kirine, ji bilî birçîbûn, xizantî û bêkarî, bi mirinê re rû bi rû jiyan dikin. Mafên jinan tên paşguhkirin û jiyaneke koledarî li wan tê ferzkirin.
Çeteya HTŞê, ji bilî Îngilîstan û Fransa, bi dewletên dewlemend ên Ereb ên mîna Erebistana Siûdî û Qeterê re peymanên veberhênanê îmze dike. Ew dewlemendiyên binerdî û sererdî yên Sûriyê difiroşe şirketan yekdestî yên emperyalîst. Di heman demê de, her roj derbarê dizî û gendeliyên çeteyên HTŞ’ê de nûçeyên nû derdikevin holê.
Di destpêka sala 2026an de, di civîna li Parîsê de biryar hate girtin ku hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bê bidawîkirin. Ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, êrîşeke qirkirinê ya li dijî gelê Kurd hate planê kirin. Berxwedana bi heybet a gelê me vê êrîşê rawestand, lê nekarî hebûna Rêveberiya Xweser biparêze. Bi bidawîkirina Rêveberiya Xweser re, pêvajoya entegrasyonê bi pergala dewletê ya girêdayî Şamê re dest pê kir.
Di qonaxa ku me gihîştiye; entegrasyon, mîna belayekê li serê Rojava rûniştiye. Saziyên Rêveberiya Xweser wekî “midûriyet” girêdayî wezaretên têkildar tên sazkirin. Dixwazin li şûna Rêveberiya Xweser, saziyên dewleta berê bi cih bikin. Dema bi ked û xebateke mezin dehan saziyên hatine avakirin tên girtin, ji bo ku îradeya gelê me bişkînin û Rojava bêtir tawîzê bide, zext tên kirin.
Têrê nake ku tiştên van demên dawî li Hesekê wekî “provokasyon” yan “tevlihevî” bên binavkirin. Ev rasterast êrîşeke tasfiyekirinê ye ku di xeta Enqere-Şamê de hatiye plan kirîne. Ev şerekî desthilatdariyê ye di navbera Şamê û Rojava ne. Çeteyên li Şamê dixwazin rêveberiya Hesekê desteser bikin. Li taxên Xiwêran û Neşwe yên ku gelê Ereb lê dijîn, herwiha li herêma Çiya Kezwanê, DAÎŞ û çeteyên dîtir tên bicihkirin. Di dema êrîşên li Hesekê de, çeteyên ku ji Serekaniyê ya dagirkirî vedigerin hatin dîtin. Çeteyên ku duh li Serekaniyê dagirker bûn, îro wekî “gelê taxa Xiwêranê” tên pêşkêşkirin. Geşedanên heyî bi eşkere nîşan didin ku êrîşên pêkhatî rasterast ji aliyê Şamê ve tên piştgirîkirin.
Bi rêya hêza “Ewlekariya Giştî” ya ji Şamê hatiye, di nav Erebên Hesekê de neteweperestî tê pêşxistin û bang li êrîşkirina Kurdan û gelên ditîr tê kirin.
Êrîşên roja 9ê Cotmehê yên li Hesekê pêkhatin, bi gotinên mîna “xwepêşandana aştiyane” û “azadiya derbirînê” nayên ravekirin. Ji bo rêxistinên paşverû û faşîst ên ku bi kêr û çekan digerin û diqîrin “Em ê mal û dikkanên Kurdan bişewitînin”, ti mafekî wisa tune ye. Armanca çeteyan diyar e. Di destpêkê de dixwazin Hesekê bikin du parçeyên cuda û piştre êrîşên qetlîamê li dijî Kurdan pêk bînin. Çeteyan plan kirine ku êrîşeke nû ya mîna ya hefteya borî pêk bînin. Ew ragihandine ku dê li Hesekê û Qamişlo xwepêşandanan bikin.
Em wekî komunîstên Rojavayî diyar dikin ku em ê li dijî êrîşên li ser gelên bindest ên herêmê, di serî de gelê me ya Kurd û gelên ji bawerî û neteweyên cuda yên din re bisekinin.
Bangewaziya me ya yekem ji hemû gelên me re ye ku alîgirê dadmendî, wekhevî û azadiyê ne. Pêşerojeke çeteyan HTŞê di Sûriyê de tune ye. Îro ji Dêrezorê heta Helebê û ji Şamê heta Îdlibê, li tu derê kes HTŞê naxwazin. Pêşeroja Sûriyê dê bi têkoşîna ku gelan destên xwe bigirin û li hev bibin bê diyarkirin. Li dijî êrîşên çeteyan, yekîtiya xwe xurt bikin, li dora rêxistinên xwe yên xweparastinê kom bibin û ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşînê mezintir bikin.
Bangewaziya me ya duyemîn ji Parezgeha Hesekê re ye. Divê li dijî çeteyên ku bi qîrînên “Mirin ji Kurdan re” kom dibin û êrîşî wesayît û cihên kar ên Kurdan dikin, helwesteke zelal bê girtin. Divê rê li ber ketina Hesekê ya wê komê ku hefteya borî ji Dêrezor, Şeddadê û Serekaniyê bi bangên qetlîamê ve rabûbû, jî bê girtin. Parezgeha Hesekê û hêzên Asayîşa me divê rê li ber ketina van komên êrîşkar li herêma me bigirin. Ji bo ku xwepêşandanên bi vî rengî neyên organîzekirin, divê her cure tedbîrên pêwîst bên girtin.
Divê li ser kesên ku wêneyên gelek pêşengên şoreşger, di nav wan de Komunîstên Rojavayî jî hene, li ser medyaya civakî belav dikin û wan dikin hedef, lêkolîn bê kirin û bên cezakirin.
Hêza “Ewlekariya Giştî” ya ku di bin navê pêvajoya entegrasyonê de hatiye herêma Cizîrê, berpirsiyara van êrîşan e. Ji ber ku hatiye ragihandin ku pêvajoya entegrasyonê di Wezareta Karên Hundir de hatiye temamkirin, divê derxistina vê hêzê ji herêma Cizîrê derve zûtirîn dem pêk bê.
Hêzên şoreşa Rojava ji sala 2012’an ve ji bo van cure êrîşan amade ne. Ew bi biryardarî dixebitin ku bajarên xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Gelê me dê li dijî her cure êrîşên li ser Rojava berxwe bide. Tu hêz nikare gelê rêxistinkirî têk bibe.
Bijî têkoşîna yekgirtî ya gelan e!
Bijî şoreş, bijî sosyalîzm!
Berxwedan Jiyan e!
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e