Li dijî dagirkerîyê şoreşa Rojava biparêzin

Rejîma mêtingehkar a BAASê, ji bo domandina desthilatdarîya xwe li Sûrîyeyê di navbera Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û gelên neteweyên cuda da tovên dijminatîyê çandin. Gel bi kîn û nefretê li hember hev tije kir û gelên cîran kirin dijminê hev. Şoreşa me ya Rojava, berî her tiştî ev dijminatîya di nav gelan da bi dawî kir. Di bin sîwana Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê da wekhevîya mafên tam ji bo gelan esas hate girtin, yekîtîyeke azad û dilxwaz hate afirandin. Pergaleke nû hate avakirin ku hemû gelên ji netewe û bawerîyên cuda xwe tê da temsîl dikin.

Niha, hêzên emperyalîst, dewleta mêtingehkar a dagirker a Tirk û çeteyên cîhadîst ên HTŞ-DAÎŞê dixwazin vê ittîfaqa ku gelên me ava kirine parçe bikin. Dixwazin hemû mafên ku gel û bawerîyên bindest ên salan e di bin rejîma BAASê da hatine bindestkirin, bi Rêveberîya Xweser a gelperest, demokratîk û azadîya jinê bi dest xistine înkar bikin. Dixwazin destkeftîyên gel û jinan ên ji netewe û bawerîyên cuda yên li axa Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi şoreşê bi dest xistine ji holê rakin. Pergala Rêveberîya Xweser di bin êrîşa tasfîyeyê da ye û bi xetereyeke mezin ra rû bi rû ye. Pêwendîyên ku gelên me ji bo jîyana hevpar ava kirine, di bin êrîşa mêtingehkar û çeteyên selefî-cîhadîst da di serdemeke zehmet ra derbas dibin.

DYE ya emperyalîst û hevkarên wê yên rojavayî; bi destê çeteyên ku anîne Şamê dixwazin dewleteke nû ya burjuva ava bikin. Di pêvajoya avakirina vê dîktatorîya nû da rolê didin dewleta Tirk a mêtingehkar a dagirker. Çeteyên HTŞê jî bi cesareta ku ji emperyalîst û mêtingehkaran digirin, êrîşên qirkirinê li dijî Elewî, Dûrzî, Xiristîyan û Kurdan dan destpêkirin. Bi zora  çekan dixwazin serwerîya xwe bidin qebûlkirin. Çeteyên HTŞê yên ku bi wezîrên dewleta Tirk ra koordîne tevdigerin, ji bo Sûrîyeyeke yekperest û cîhadîst dixwazin şoreşa Rojava ji holê rakin.

Çeteyên ku hatine Şamê tu tahamul li hember netewe û bawerîyên cuda nakin. Ev yek me li herêma peravê di înfazên kolanan ên li dijî Elewîyan û di hewldanên qirkirinê yên li dijî Dûrzîyan di Sûweyda da dît. Çeteyên selefî herî dawî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên Helebê qirkirin pêk anîn. Gelê me yê di van her du taxên girêdayî Rêveberîya Xweser da dijî, neçarî koçberîyê tê kirin. Çeteyên HTŞê peymanên 10ê Adar û 1ê Nîsanê şikandin. Ji destpêkê ve tu carî ne li gorî peymanan bûn. Şeş mehan tax di bin dorpêçê da hatin girtin, ambargo hate sepandin. Rê hatin girtin, pêdivîyên jîyanê yên bingehîn ên gel ji bo taxan hatin astengkirin. Sîyaseta derketin serbest, têketin qedexe hate sepandin. Êrîşa ku di destpêka Çileyê da dest pê kir, gav bi gav hate amadekirin.

Heyeta Îsraîl û Şamê di 6ê Çile da di bin çavdêrîya DYE da li Parîsê li hev civîyan û peymaneke ewlehîyê îmze kirin. Pêşî HTŞê ku Girên Golanê da Îsraîlê, ev peyman ku hebûna Îsraîlê li başûrê Şamê qebûl dike, ji alîyê dewleta Tirk ve jî hate piştgirîkirin. Çeteyên HTŞê û dewleta mêtingehkar a Tirk, li hember îmzeya ku avêtine, ji bo êrîşên li ser axên Rêveberîya Xweser bi taybetî li Şêxmeqsûdê ji emperyalîstan erêkirin wergirtin. DYE ya emperyalîst çavê xwe li vê plana nû ya êrîşê ya ku armanc dike gelên ku têkoşîna yekbûyî pêş dixin parçe bike û Rêveberîya Xweser tasfîye bike, digire.

Çeteyên ku dewleta Tirk perwerde kirîye û çek daye wan, cîhadîstên ji welatên cuda hatine berhevkirin û bermahîyên DAÎŞê di bin navê “Artêşa Ereb a Sûrîyeyê” da êrîş li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê kirin. Leşkerên Tirk jî di vê êrîşê da cih girtin. Van her du taxên ku ji her alî ve hatine dorpêçkirin û bi domdarî di bin bombebaranê da ne, gel û şervanên me bi biryardarî û fedayî berxwedan nîşan dan. Her kolanek ji taxê bû mevzîyeke berxwedanê.

Fermandarê nemir ê berxwedana Şêxmeqsûdê Zîyad Heleb û yên ku çalakîyên fedayî pêk anîn Deniz Çîya, Dilbirîn, Faraşîn, Hawar, Rojbîn û bi dehan şehîdên me yên din axên şoreşê, azadî û destkeftîyên jinê parastin. Ji gelên me yên di bin gefa êrîşên çeteyan da ra rêya ku bê meşandin nîşan dan. Em ê şoreşa jinê ya Rojava, destkeftî û rêxistinbûna xwe bi mîrateya têkoşîna hevalên Zîyad û Deniz ve girêdayî biparêzin.

Divê ev yek bi awayekî zelal bê dîtin. Şoreşa Rojava û Rêveberîya Xweser di bin gefa êrîşeke nû ya tasfîye û dagirkerîyê da ne. Êrîşa li Şêxmeqsûdê ne êrîşeke herêmî ye. Ev êrîş, destpêka plana parçekirin, dorpêç û tasfîyekirina qadên Rêveberîya Xweser e. Dixwazin rêxistinbûna gel belav bikin û ku gel nekarin xwe biparêzin. Çeteyên selefî-cîhadîst ên HTŞê biryar dane ku êrîşa li Şêxmeqsûdê bigihînin qadên nû. Li hember artêşa gel a şoreşê QSDê şer ragihandine. Êrîş li xeta cepheyê Dêr Hafir, Tişrîn û Dera Zorê dest pê kirine.

Pêşengîya vê plana tasfîyeyê dewleta Tirk a mêtingehkar a faşîst dike. DYE û hêzên koalîsyonê erêkirina vê plana êrîşê dane. Başûrê Sûrîyeyê ji Îsraîlê ra hate hiştin. Li gorî polîtîkayên nû yên mêtingehkar ên emperyalîst, pêşxistina serwerîya HTŞê bûye pêşînîya wan. Hemû dewletên herêmê jî li gorî vê rewşê pozîsyon digirin. Li Rêveberîya Xweser tê ferz kirin ku serwerîya vê rêveberîya navendî ya ku tê xwestin bê avakirin qebûl bike.

Niha tê zanîn ku armanc rojavayê Çemê Firatê ye. Lê ev êrîş bi rojavayê Firatê sînordar namîne. Dixwazin Tebqayê kontrol bikin, piştgirîya eşîrên Ereb ên Reqa û Dera Zorê yên ji bo Rêveberîya Xweser parçe bikin. Niha li ser qutkirina pêwendîya Kobanê û Cizîrê disekinin. Bi ruşwet û gefa tunekirinê dixwazin piştgirîya eşîran qut bikin. Dixwazin QSDê leşkerî bişkînin û neçar bikin ku ji qadên xwe vekişe. Ji bo vê armancê li xeta Dêr Hafir û Dera Zorê kombûna leşkerî ya giran dikin.

Êdî tu wateya peymana agirbestê ya piştî şerê Tişrînê nemaye. Dewleta mêtingehkar a Tirk, ji bilî piştgirîya rasterast a erdê ya ku daye çeteyan, dest bi êrîşên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê kirîye. Îhtîmala êrîşeke hewayî ya berfirehtir heye. Dixwazin bi êrîşên li ser hêzên pêşeng ên berxwedanê, fermandarîyê û kadroyên şoreşê serwerîya psîkolojîk bi dest bixin. Bi êrîş û wêneyên qirkirinê yên çeteyan dixwazin di nav gelên me da tirsê belav bikin û wê bawerîyê çêbikin ku axên şoreşê nikarin bêne parastin. Li ser medyaya civakî propagandaya derewîn a weke “dijmin ji hêla hejmar û teknolojîyê ve serdest e”, “Rêveberîya Xweser nikare li hember çeteyan bisekine”, “QSD tu tiştî nake” tê belavkirin.

Plana li ser masê li ser tasfîyeyê hatîye avakirin. Planên êrîşê berfireh û mezin in. Lê ji bo bêhêvîtîyê cih tune. Rast e, rojên zehmet li pêşîya me ne. Lê dîroka şoreşa Rojava li ser berxwedanên qehremanî ava bûye. Şoreşa Rojava li ser fedayîtîya bi hezaran şehîdan hatîye avakirin. Me bi ruhê Kobanê û Tişrînê gelek caran mafê hebûna xwe bi dest xistîye. Em ê bi bawerîya xwe ya bi hêza xwe, gelê xwe û rêxistinbûna xwe şer bikin, berxwedan bikin û dîsa bi ser bikevin. Bawerîya me bi vê yekê tam e. Gelên me, bi têkoşîneke qehremanî wê xwedî li qadên jîyanê û pergala Rêveberîya Xweser derkevin. Bi van ramanan careke din dibêjin “Bijî şoreşa me ya Rojava”, “Bijî berxwedana QSD/YPJ”.

Armanca emperyalîstan, dewleta Tirk a mêtingehkar û çeteyên selefî ew e ku bêbawerîyê belav bikin û pêwendîyên di nav gelên me da bişkînin. Tirs û panîkê belav bikin. Em bi milyonan in, ji her netewe û bawerîyê ne. Gava em li dora hêza leşkerî û şoreşa xwe bibin yek, em xwedî hêza rawestandina hemû planên dagirkerî û tasfîyeyê ne. Em ê bi dilsozîya ji soza ku me ji şehîdên xwe ra daye têbikoşin û ala şoreşê bilind bikin.

Em weke welatparêzên sosyalîst ên van axan; berî her tiştî em ê izin nedin di navbera gelen me yên Ereb û Kurd da careke din tovên nefretê werin çandin. Em ê ittîfaqa Kurd-Ereb biparêzin û pêş bixin. Em ê helwesta rêxistinbûyî ya karker û kedkarên ji her neteweyê û jinan li dijî dijminê dagirker bihêztir bikin. Em ê planên dewleta mêtingehkar a Tirk û çeteyên HTŞê têk bibin.

Me ji bo vê şoreşê bi dehan şehîd dan. Ji Serkan Tosun bigire heta Baran Serhat, ji Sarya Özgür bigire heta Ahmed Şoreş, ji Zîlan Destan bigire heta Metîn Dîcle û Ferhat Erebo, hevalên me ji bo jîyandina şoreşê kedeke mezin dan. Me li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji bo parastina şoreşê bedel dan, şehîd dan. Parastin û pêşxistina nirxên ku ji me ra hiştine deynê stûhê me ye.

Fermandar Zîyad Heleb û Deniz Çîya rêya ku bi qehremanî bê meşandin nîşan dan. Li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li bajarên Tirkîye û Ewropayê gelê me li kolanan çalakîyên hevgirtinê yên bi Rojava ra bilind dike. Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me derîyê şoreşê vedike û bi gavên bihêz ber bi azadîya xwe ve dimeşe. Em ji çalakîyên hevgirtina wan moral û hêzê digirin, biryardarîya têkoşînê zêde dibe.

Li dijî ittîfaqa dijmin a zilamperest, cîhadîst, faşîst û mêtingehkar, yekane rêya gelên me ew e ku bi hêztir xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin. Me di berxwedana Tişrîn û Şêxmeqsûdê da careke din îsbat kir ku gelê me ji bo azadîyê çawa berxwedan dike. Em ê careke din ji dijmin ra bêjin ku gelê rêxistinbûyî û artêşbûyî têk naçe. Em ê sîye nêxin li ser berxwedana şehîdên xwe. Serkeftin ya me ye.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)