Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû 100 sal berê axa Kurdistanê kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Wan hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û kevneşopiyên me tune hesibandin. Dîroka dawî ya 100 salî ya gelê Kurd, dîroka têkoşîna li dijî zîhniyeta mêtînger e.
Erdên Kurdistanê yên ku bi Peymana Kasr-î Şîrîn a ku di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hatibû îmzekirin bû du parçe, bi Peymana Lozanê di navbera dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriyê de hatin mêtîngehkirin. Ji bo gelê Kurd tu hikmê Peymana ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê hatiye îmzekirin tune ye.
Mîrasgirên Împaratoriya Osmanî ya ku li ber hilweşînê bû, ji bo ku Peymana Sêvrê ya ku di sala 1920an de hatibû îmzekirin û axa Kurdistanê nas kiribûn, pûç bikin, serî li her cûre fen û derewan dan. Derewa dewleta Tirk a ku li dijî Yekîtiya Sovyetan weke qereqola polîsan hatibû erkdarkirin “em nûnertiya Kurdan jî dikin” ji aliyê emperyalîstên Îngiliz-Fransiz ve hat paşguhkirin. Nehiştin ku nûnerên rasteqîn ên neteweya Kurd biçin Lozanê, daxwazên wan nehatin pirsîn. Lê derbarê Kurdan de biryar hatin girtin. Mafên netewa Kurd li her parçeyî ji serweriya dewletên mêtînger re hat hiştin.
Peymana Lozanê ku sînorên niha yên Komara Tirkiyeyê diyar dike, tê wateya înkarkirina hebûna netewa Kurd û desteserkirina azadiya wê.
Lozan ji bo axên Kurdistanê destpêka êrîşeke nû ya qirkirinê bû. Dîrok, çand, jiyana civakî û têkoşîna azadiyê ya netewa Kurd jî hate parçekirin. Dewletên mêtînger bi dehan komkujî li ser gelê me pêk anîn. Li her parçeyê Kurdistanê Kurd bi siyaseta asîmîlekirinê ve rû bi rû man. Kurdên ku hebûna wan dihat înkarkirin di nav van salan de bi serhildan û raperînên cuda têkoşîna xwe berdewamkirin. Lê di encama perçebûnê de serhildan bi ser neketin. Dewletên mêtînger ku qelskirina hişmendiya netewî ji xwe re dikirin armanç xwestin ku bi vê rêyê rê li ber pêşketina têkoşîna azadiya Kurd bigirin. Lê di vê siyasetê de bi ser neketin.
Peymana Lozanê tê wateya erêkirina navneteweyî ya qirkirina Kurdan. Peymana Lozanê ne tenê qebûlkirina qetlîama Kurdan e, di heman demê de erêkirina fermanên li dijî Êzidiyan, Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Seyfo ye.
Peymana Lozanê ji bo gelê me yê Kurd ê ku azadiya xwe dixwaze, êdî derbasdariya xwe winda kiriye. Şoreşa me ya jinê ya Rojava ku 11. salvegera wê tê pîrozkirin, di rêya di çar parçeyan de bi destxistina azadiyê gaveke girîng e. Şoreşa Rojava li dijî zîhniyeta emperyalîst û mêtînger a ku Peymana Lozanê îmze kiribû, bû berbest.
Divê em destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo serxwebûna Kurdistanê gavên hîna wêrektir bavêjin. Divê yekitiya çar parçeyên Kurdistanê bê dabînkirin, serdestiyên mêtînger bên derbaskirin, netewa Kurd têkoşîna xwe ya ji bo Kurdistaneke yekbûyî ya azad û sosyalîst geş bike.
Bimre Mêtîngerî
Bijî têkoşîna azadiya gelê Kurd
Bijî Kurdistana Azad
Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)