Ciwanên Me Şervanê Komunîst Ulaş Alankuş Bibîr Anîn

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ulaş Alankuş ê li Agiriyê nemir bû bi bîr anî û soza berfirehkirina têkoşîna xwe da.

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) ji bo gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ulaş Alankuş (Safak Kizildere) ê di 5’ê Tebaxê de li navçeya Dogubayazît a Agiriyê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Li qada çalakiyê ya Hesekê wêneyên Alankuş û alên CKŞ’ê hatin daliqandin.
Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP’ê ya têkildarî şehadeta Ulaş Alankuş hat xwendin.

‘EM Ê REYA REHEVAL ULAŞ Bİ ŞOPİNİN’
Berdevkê CKŞ’ê Destan Serhat der barê jiyana têkoşînê ya Ulaş Alankuş de agahî da. Destan Serhat, anî ziman ku Alankuş di temenê xwe yê biçûk de erkên herî dijwar ên têkoşînê hildaye ser milê xwe û destnîşan kir ku ji serhildana Geziyê heta roja ku şehîd bûye ji bo bicihanîna armancên partiyê û şoreşê xwe feda kiriye. Destan Serhat got, “Em wekî Ciwanên Komunîst ên Şoreşger em ê riya rêheval Ulaş bi şopinin”

Li ser navê Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Cemîl Sîdwo axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya faşist roj bi roj zêde dibin. Got, “Divê em amadekariyên xwe yên li hemberî xweparastinê xurt bikin. Divê em weke rêheval Ûlas ala sor a komunîzmê her tim li hewa bihêlin.”

Beşdarên ku di bîranînê de mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser rola Ulaş Alankuş di têkoşînê de û gotin, “Em ê ji bo pêkanîna hedefên wî bi hemû hêza xwe têkoşînê bimeşînin.”

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyon û awazên koma muzîkê ya ji aliyê ciwanên komunîst ve hatibû avakirin bi dawî bû.