Şervana jin a komunîst Raperîn Dîcle hat bîranîn

Endamên TKŞ û JKŞ li Qamişlo ji bo bîranîna di meha Hezîranê de li Rojava şehîd bûn, li ser gora şervana MLKP’ê Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş) li hev civiyan.

Di axaftinên hatin kirin de, Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş), Mazlûm Aktaş (Halîl Aksakal) û Zîlan Destan (Elende el Mihammed) ên bi partiya xwe re çawa hevdîtin û şer kirin hatin vegotin.

Hat gotin ku her hevalek çawa beşdarî şoreşa Rojava bûye û çawa gihiştiye asta şehadetê.

Di bîraninê de Ahmet Şoreş, Firat Newal, Yusra Dewreş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma ji hatin bi bîr anin.

Li ser navê TKŞ’ê Abdulhelîm Osman axavî û diyar kir ku her sise hevalên Tirk, Ereb û Kurd temsîl dikin li Rojava bi heman hedef û armancê hatin gel hev û şer kirin. Osman got: “Rêhevalên me bi şikandina hestên şovenîst ên dewleta Tirk a faşîst û derdora wê, bi we rihe biratiyê û mirovahiyê mezin kirin. Em ê her tim têkoşîna şehîdên xwe biparêzin û ji bo parastina xaka xwe em ê li ber xwe bidin.”

Li ser gora Raperîn Dîcle mûm hatin pêxistin û bi wêneyên Yusra Dewrêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma yên di êrîşa dawî de şehîd bû bûn hatin xemilandin.