Dewleta Tirk a Ku Nûnerên Rêveberiya Xweser Qetil Kir, Wê Hesab Bide

Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wî Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn.

Hevseroka Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên me Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin.

Serekê faşîst Tayîp Erdogan ji xwînê têr nabe. Dewleta Tirk piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyand ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî mehkeme bike, êrîşên xwe yên bi salan e berdewam dike, zêde kir. Êrîşa îro di dema ku danûstandinên li ser çarenûsa gelên herêmê li Astanayê didomin de hat kirin.

Dewleta Tirk a ku di her derfetê de dixwaze Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, îro nûnerên Rêveberiya me ya Xweser hedef girtin. Şehîd Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş jî di qada civakî de du pêşengên şoreşa me ya jinê ne. Dewleta Tirk a faşîst her carê bi êrîşên ku li dijî şoreşa me ya jinê û pêşengên wê pêk tîne, dixwaze vîna jinê ya şoreşa me tune bike.

Dewleta Tirk a faşîst a bi serdestiya mêr ku berê hevrê Zeynep Sarûxan, wezîra jin a Rêveberiya Xweser hedef girt, bi hemû hêza xwe hewl dide ku vîna jinê ya şoreşa me bişkîne. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî polîtîkayên mêtînger ên dewleta Tirk a faşîst ku êrîşên xwe yên li ser Rojava bi giştî zêde kirine, bi taybet piştî biryara darizandina diminê DAIŞ’ê yê xwe bi rêxistin bikin û hesab bipirsin.

Weke Jinên Şoreşger ên Komunîst (JKŞ) em vê êrîşa faşîst şermezar dikin. Şehîd Yusra û şehîd Lîman mîna Şehîd Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Zeynep Sarûxan, Zîlan Destan bi salan pêşeng û avakerên şoreşa jinê bûn. Em ê weke jinên komunîst careke din bibin şopdarên bi hezaran şehîdên xwe yên jin ku canê xwe feda kirin û ev şoreş veguherandin hişmendiya azadiya jinê. Em ê bi avakirin û parastina şoreşa xwe ya li her qadê hesap bipirsin.

Ev sûcê mirovahiyê ye. Divê berpirsyar li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Divê ev bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bên şikandin. Divê gelên me yên herêmê di serî de Kurd, Ereb û Asûrî ji bo hesabpirsînê bikevin nava liv û tevgerê.Divê gelên me zêdetir xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin û ji bo parastina şoreşa Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst xwe hîna zêdetir seferber bibin.

Em ê li ber xwe bidin heta ku em dagirkeran ji axa xwe derxin!

Bimre kolonyalîzm, bijî berxwedana me!

Bijî şoreşa me ya jinê!

JINÊN KOMUNIST Û ŞOREŞGER (JKŞ)