Dîroka Kurdistanê, bi êrîş û komkujiyên dewletên mêtînger ên herêmî yên dagirker û emperyalîstan ên li dijî netewa Kurd dagirtiye. Welatê me kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û gerdîşên me tune hesibandin. Dîroka me di heman demê de li dijî feraseta mêtînger dîroka serhildan û têkoşînan e.
BI HEVPEYMANA KASR-I ŞÎRÎN; KURDISTAN BÛ DU PARÇE
Kurdan, bitûniya axên Kurdistanê bi sedema Kasr-Şîrîn û Lozanê windakirin. Encax, di van her du hevpeymanan de jî Kurd ne teref bûn. Hêzên serdest, Kurd tune hesibandin û ev peyman di navbera xwe de îmzekirin.
Di encama feraseta mêtînger a dewletên Osmanî û Safevî ya ku berfirehkirina axan de di dîroka 17’ê Gulana 1639’an de li eyaleta Kîrmanşahê hevpeymana Kasr-i Şîrîn hat îmzekirin û piştî vê di encama şerê navbera du împaratoriyan de Bexda ket destê Osmanî. Sînorên navbera du dewletên ku hebûna Kurdan tune dihesibandin ji nû ve hatin xêzkirin û bi vî awayî Kurdistan bû du parçe.
Ev rewşa du parçebûna Kurdistanê heta yekemîn ribek salên 1900’an berdewam kir. Împaratoriya Osmanî, di şerê 1’emîn şerê emperyalîst ê parvekirinê de têk çû. Beşeke mezin ji axên wê ji aliyê dewletên emperyalîst ve hatibû desteserkirin.
Êdî împaratoriya Osmaniyan ber bi parçebûnê ve diçû. Weke terefa ku têk çû hevpeymana Sewrê îmze kir. Di hevpeymana ku di 10’ê Tebaxa 1920’an de di navbera dewletên îtilaf û Osmanî de hat danîn de, axên Kurdistanê weke “Herêma Kurdan” hat pênasekirin. Bi vî awayî li ser mijara statûya Kurdistanê ihtimala guhertinê derket holê.
Di bendên hevpeymanê yên 62 û 64’an de wiha dihat gotin. “Herêma Kurdan; Lijneyeke ku ji nûnerên Îngîlîz û Fransayê pêk tê wê li wîlayeta Kurd a ku li Rojhilatê Feratê ye wê pergaleke rêveberiyê ya herêmî ava bikin; Piştî salekê ger ku Kurd bixwazin wê karibin ji bo serxwebûnê serî li Sazmana Miletan bidin”
Hedefa emperyalîstan, li Kurdistanê avabûna welatekî bendewar mêtîngeh bû. Axên Kurdistanê cûda dihat dîtin, encax mafa serxwebûnê ya Kurdan tune dihat hesibandin. Encax ihtimala vê jî burjuvaziya Tirk xist tirsê. Li dijî bendên Sewrê ketin nav lêgerînên nû. Piştî hilweşîna Osmanî û îlankirina komarê têkîliyên burjuvaziya Tirk bi dewletên Ewropayê re xurt bû. Emperyalîstan li dijî Yekîtiya Sovyetan rola qereqolbûnê da dewleta Tirk. Êdî pêwîstiya piştgirî girtina ji Yekîtiya Sovyetan ji holê rabûbû.
HEVPEYMANA LOZANÊ; KURDISTAN BÛ ÇAR PARÇE
Di Dîroka 24’ê Tîrmeha 1923’an de, hevpeymana Lozanê ya ku qebûlkirina Komara Tirkiye û diyarkirina sînorên wê dabîn dikir hat îmzekirin. Daxwaza dewleta Tirk pêk hat û hevpeymana Sevrê derbasdariya xwe winda kir.
Di konferansa navneteweyî ya ku li Lozanê hat lidarxistin de û hevpeymana ku hatiye îmzekirin de hebûna gelê Kurd hat înkarkirin. Lê di derheqê Kurdan de biryar hatin girtin.
Hevpeymana Lozanê di navbera Tirkiye, Îngîlîstan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewmenîstan, Romanya û Sirp-Xirwat-Siloven de hatiye îmzekirin. Teva vê hevpeymanê hatin damezrandina komara Tirkiye hat qebûlkirin û sînorên nû hatin danîn.
Dewletên emperyalî, li dijî xurtbûna Yekîtiya Sovyetan hîna di destpêka avabûna wê de rol dan komara Tirkiye. Di aliyekî de têkîliya dewleta Tirk bi emperyalîstan ve pêş diket, di aliyê de din axên Kurdistanê yên ku bi hevpeymana Kasr-i Şîrîn hatibû du parçekirin, bi hevpeymana Lozanê jî di navbera Tirkiye, Iraq, Sûrî û Îranê de weke çar parçe hat parvekirin. Mafên netewa Kurd jî di her parçeyekî de ji serdestiya dewletên mêtînger re hat terikandin. Hevpeymana Lozanê, ji bo axên Kurdistanê û Kurdan re peyambera êrîşên qirkeriyê yên nû bûn. Di sala 1925’an de bi sedema serhildana Şêx Saîd qanûna Takrîr-î Sûkun ku rayeyên rewşa awarte dida hikûmetê hat derxistin.
Hevpeymana Lozanê ya ku di ser re 100 sal derbas bûye, tê wateya ji aliyê emperyalîst û dewletên mêtînger ên herêmê ve çopandina azadî û înkarkirina hebûna netewa Kurd.
Bi hevpeymana Lozanê tenê axên Kurdistanê nehat parçekirin. Di heman demê de têkoşîna azadî, jiyana civakî, çand, dîrok û zimanê netewa Kurd jî hat parçekirin. Li her parçeyekî Kurdistanê Kurd girêdayî navendên mêtînger ên ku tê de rastî siyaseta asîmîlasyonê hatin. Dewletên mêtînger ji bo şkenandina vîna Kurdên ku azadî dixwazin û radestgirtina wan li ser axên Kurdistanê bi dehan komkujî çêkirin. Welat bi têla direhî ji hev hat qutkirin û li ser sînorên fermî derî hatin çêkirin.
Dewletên ku qelskirina zanebûna Netewbûnê ji xwe re kirin hedef, xwestin ku bi vê rêyê pêşketina têkoşîna azadiya Kurd asteng bikin. Weke Kurd hebûna me hat înkarkirin, lê di nav van salên dirêj de me têkoşîna xwe bi serhildan û raperînên cûda berdewam kir. Lê weke encameke parçebûnê ev têkoşîn negîhaştin serkeftinê.
LI DİJÎ HEVPEYMANÊN MÊTÎNGER; AZADÎ, YEKÎTÎ Û SOSYALÎZM
Bi kurtasî, hevpeymana Lozanê, tê wateya erêbûna navneteweyî ya jenosîda Kurdan. Di heman demê de bi vê hevpeymanê gelên Ermen, Asurî, Suryan – Keldanî jî rastî heman siyaseta jenosîdê hatin. Hevpeymana Lozanê tenê ne erêkirina qetilkirina Kurdan e, ew di heman demê de erêkirina fermanên li ser gelê Êzîdî, jenosîda Ermen û komkujiya Seyfo ye. Ji bo gelê me yê ku azadî dixwaze tu hikmê Lozanê tune ye. Divê fermanrewatiya hevpeymana Lozanê ya ku 100 salên wê tije bûye bên derbaskirin û Kurdên ku hapsî çar parçeyan hatine kirin ji bo Kurdistaneke sosyalîst, azad û yekbûyî têkoşîna xwe pêş bixe. Şoreşa Rojava di vê rêyê de gava herî girîng ya ku hatiye avêtin e. Divê em destkeftinên xwe biparêzin û ji bo azadî û yekîtiya çar parçeyê Kurdistanê û yekîtiya neteweyî gavên hîna wêrektir bavêjin. Di 100’emîn salvegera Lozanê ne bersiva herî xurt dabînkirina azadî û yekîtiya gelê Kurd û tevahî gelên bindest e.