Komûnîstên Rojavayî bi boneya piştgirtina gelê Filistînê daxuyaniyek da

Komûnîstên Rojavayî li pêşiya Navenda Çandê ya Şehid Zîlan a Qamişlo bi boneya piştgirtina gelê bindest yên Filistînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ji bilî alên Filistîn û Kurdistanê jî hatin rakirin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Filistîn”, “Bijî berxwedana Rojava” destpê kir.
Di nav daxuyaniyê de hamleya Tofana El Aksayê hat silav kirin, êrîşên dagirkeriya Îsraîl hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku li Filistînê dewleta Îsrailê çi be li Kurdistanê jî dewleta Tirk ew e. Ji ber wê jî hamleya Tofana El Aksayê heta dawî rewaye.
Daxuyanî bi heman dirûşman bi dawî bû.