Li Kobanê bangewaziya 1’ê Gulanê

Endamen TKŞ û JKŞ li ser kolanên Kobanê postêrên 1’ê Gulanê zaliqandin û belavok ji karkerên şaredarî, karkerên saziyê avê û kareba, karkerên firina mezin û karkerên sinaa re belav kirin. Şoreşgerên Komûnîst tevahi karkeran dawetê şahiye 1’ê Gulanê kirin.

Endamên TKŞ û JKŞ çûn firina jinê, fabrîqeya arvan û mehmeleya xeyat, belavok û rojnameyê Serkeftin belav kirin. Hemû karkeran dawetê 1’ê Gulanê kirin. Her davi çûn taxên Kobanê geriyan û gelê Kobanê dawetê şahiya 1’ê Gulanê kirin.

Endamên TKŞ li Kobanê lafiteyên sempozyum alikandin û kolanên li Kobanê postêrên 1’ê Gulanê zaliqandin.