Endamên TKŞ’ê li dijî êrîşên li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê dan

Endamên TKŞ’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ber bîrê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin.”

Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li bajarê Qamişlo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê TKŞ’ê Abdulhalîm Osman li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî xwend.

Osman da zanîn ku dewleta Tirk bi saya lihevkirina welatên emperyalîst êrîşên xwe zêde kiriye. Osman diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bombekirina cihên sivîlan hewl dide gel koçber bike û got, “Faşîzma Tirk bi destûra NATO’yê jin, zarok û kal û pîrên sivîl qetil dike. Ji ber ku bêdengiya navneteweyî zêde bûye. Êrîş zêde bûne.”

Da zanîn ku dewleta Tirk ji bo bi ser bikeve serî li her cure rêbazên qirêj dide û got, “Êrîşên li dijî çiyayên azad jî bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexe hewl dide bi ser bikeve. Her wiha ji bo serketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyan bi kar tîne. Dixwaze bi ser bikeve. mirov koç dikin, ji bo guhertina demografiyê êrîş dike, lê bêhêz e.”

Di dawiya daxuyaniyê de Osman got, “Em ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin” û diyar kir ku gerîla berxwedan hembêz kiriye.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana me ya Rojava” û “Bijî dagirkerî” bi dawî bû.

Endamên TKŞ’ê piştî çalakiyê konê ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî/Jin (HPC-Jin) ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî vebû, ziyaret kirin.