Fermandarê sor Baran Serhed hatin bîranîn

Rêberê xeta Welatparêzîya Sosyalîst û fermandarê sor Baran Serhed, di salvegera 5emîn a nemirîya xwe de bi bîranînên ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin lidarxistin hat bi bîr anîn.

Komunîstên Rojavayî li Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Dirbêsîyê bîranîn lidar xistin. Di bîranînên ku bi rêzgirtinê destpêkirin de, sînevîzyona li ser jîyana Baran Serhed hat temaşekirin.

Ji bo ku Em Hevrêyên Baran Serhed in Serê me Bilind e”

Hesekê –

Li Hesekê ji alîyê TKŞê û CKŞê ve du bîranîn hatin lidarxistin. Di bîranîna ku li bînayeta TKŞê hatîye lidarxistin de Cemîl Sîdwo axivî. Sîdwo di axaftina xwe de dîyar kir ku Baran Serhed ji bo azadîya gelên bindest, di xeta komûnîzmê de têkoşîna leşgerî û polîtîk têkoşîyaye. Sîdwo di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “Hevrêno, komunîzm rêya rizgarbûna ji serdestan e. Em weke TKŞê, ji bo azadîya çîna xwe û bindestan têdikoşin.” Di bîranînê de berdefka CKŞ Destan Serhed jî wiha axivî: “Baran Serhed kedeke mezin da şoreşa Rojava. Di avakirina tûgaya Elîşêr Denîz û perwerdekirina bi hezaran şervanan de keda wî hebû. Ji bo ku em hevrê, şagirt û şervanên Baran Serhed in serê me bilind e.”

 “Em Şagirtên Fermandar Baran Serhed in”

Endamên CKŞê li Hesekê merasîma vekirina bexçeyê Baran Serhed lidarxistin. Di bîranînê de berdevka CKŞê Destan Serhed axivî û got “Me hevrêyê xwe li şehîdlîga Serê Kanîyê oxir kir. Serê Kanîyê hat dagirkirin. Em ê îro vê bexçeyê bikin şehîtlîk, em soz didin ku em ê vê bexçeyê biparêzin, şîn bikin. ” Li ser navê jinên ciwan ên komunîst Ekîn Îsyan mafa axaftinê girt û wiha axivî: “Dema ku hevrê Baran got pêwîst e ku em şoreşê bixin hundirê malan, yekemîn behsa rêxistinbûna jinan û jinên û ciwan dikir. Ji ber vê yekê divê em îro şoreşê bixin hundirê malan.” Piştî axaftinan ciwanan stran gotin vekirina bexçeyê pêkanîn.

“Em Di Şopa Hevrê Baran de ne”

Kobanê –

Di bîranîna ku li Kobanê hatîye lidarxistin de li ser navê TKŞê Xanim Îbrahîm axivî û got “em weke TKŞ û JKŞ di şopa hevrê Baran de ne”. Di axaftina din a ku di bîranînê de hatîye kirin de daxuyanîya “MLKP şitilgeheke Baran Serhedane” ku  piştî şehadeta Baran Serhed wî hatîye kirin hat bi bîr xistin. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Ji ber ku hemû hevrê û dostên me di perwerdeya Baran Serhed re derbasbûn. Hevrê Baran li Rojava, fikra azadî û sosyalîzmê çand. Ev fikir wê heta dawî zîl bide.” Di bîranînê de, axaftina Yilmaz Behrareşê ku di 12ê Hezîrana 2023an de li Kobanê şehîd ketîye sala par di bîranîna Baran Serhed de kirîye hat temaşekirin. Di bîranînê de koma mûsîka ya şagirtên Yilmaz Behrareş stran gotin.

 “Erka Bilindkirina Ala Wî Li Ser Milên me ye”

Qamişlo –

Li Qamişlo bîranîna Baran Serhed li bînayeta TKŞê hat lidarxistin. Nûnerên Sazîya Malbata Şehîdan, Partîya Yekîtîya Suryanan, Partîya Yekîtîya Demokratîk ê Kurdên Sûrî, Tevgera Çepê Şoreşger a Sûrî, Partîya Nûjen û Partîya Îradeya Gelan jî tevlî bîranînê bûn.

Ji nûnerên TKŞê Abdulhalîm Osman axivî û da xuyakirin ku Baran Serhed kedeke gelekî mezin daye damezrandina TKŞ û ala azadîyê dewrî wan kirîye. Osman di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “êdî bilindkirina ala wî li ser milên me ye”. Di axaftina ku li ser navê Sazîya Malbata Şehîdan hatîye kirin de bal hat kişand ser keda ku Baran Serhed ji bo şoreşa Rojava daye.

 “Bi Hezaran Baran Mezin Dibin”

Dirbêsîyê –

Di bîranîna ku li Dirbêsîyê hatîye lidarxistin Cemîl Sîdwoyê ku li ser navê TKŞê axivî dîyar kir ku komunîst ji destpêkê de tevlî şoreşê bûn, di tevahî bajaran de şehîd dan. Sîdwo di berdewamîya axaftina xwe de got: “Li ku derê bindestek hebe em ê li wir bin. Wê li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê têkoşîna me berdewam bike. Em ê heta dawîya dilopa xwîna xwe Rojava biparêzin”.

Di bîranînê de li ser navê malbatê Xalid Porê yê ku wesîqeya şehadetê girtibû jî mafa axaftinê girt û wiha axivî, “Em weke malbata wî, em dîyar dikin ku wê xwîna hevrê Baran li erdê nemîne. Me navê Baran da zarokên xwe, em ê bibin şopdarên wî.”

Endamê CKŞê Gîvera Serhed jî di axaftina xwe de anî ser ziman ku Baran Serhed kedeke gelekî mezin daye ciwanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir “Em ê jî pêşerojê biafirînin. Wê têkoşîna me sosyalîzmê biafirîne.”

TKŞ: Yekane Rêya Têkbirina Şovenîzmê Têkoşîna Gel a Yekbûyî ye

Komunîstên Rojavayî, bi boneya 20emîn salvegera komkujî û serhildana Qamişlo li ber stada 12ê Adarê daxûyanîyeke çapemenîyê da. Daxûyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Di daxûyanîyê de êrîşa ku roja 12ê Adara 2024an di kêliya lîstoka fûtbolê de derketîye hat bi bîr xistin. Di daxuyanîyê de hat gotin ku “dema ku gelê Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşê li ber xwe dida, li bajarên mezin ên Sûrî jî Kurdan serhildan dan destpêkirin.”

Endamên TKŞê di dawîya daxûyanîyê de ev bangewazî ji gelên Sûrî re kirin: “nayên lîstoka rejîma mêtînger a Sûrî û dewleta Tirk a dağirker. Pêwîst e ku, gelên me yên Rojava xwedî li şehîdên 12ê Adarê û şoreşa Rojava derkevin. Pêwîst e ku şoreş bê pêşxistin. Yekane rêya têkbirina şovenîzmê şoreş û têkoşîna gel a yekbûyî ye.”