Şehîdên Şoreşê çavkaniya têkoşîna me ne

Endamên TKŞ û JKŞ’ê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdan çalakî li dar xistin.

HESEKÊ
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li Hesekê muzexaneyek ku eşyayên şervanên komunîstên di şoreşa Rojava û çiyayên Kurdistana azad de şehîd bûne, vekir.
Bîranî bi wesîleya Meha Şehîdên Meha Mijdarê hatin lidarxistin. Malbatên şervanên Tûgaya Şehîd Alîşêr Denîz û malbatên ku wesîkaya şehîdên MLKP’ê stand, tevlî bîranî bûn.
Di bîranîna de yek ji berdevkên TKŞ’ê Cemîl Sîdwo anî ser ziman ku komunîstên şoreşgerî ji destpêka heta îro bûne parçeyek ji şoreşê Rojava bû û wiha got: “Ji ber vê yekê bajarek ku me xwîn nerijandiye nemaye. Her şehîdekî tiştên xwe yên herî bi qîmet ji bo welatê me da. Dijmin çiqasî bi giranî êrîşî me bike jî em ê ti carî serî netewînin. Hem ji bo azadiya Kurdistanê hem jî ji bo gelê xwe yê bindest em ê li her derê şer bikin û hebin.”
Sîdwo, anî ziman ku şehîd bi fedekariya xwe gihiştine îroyê û wiha got: “Rêhevalên me avêtin xwe pêşiya me. Wan rê li ber me vekir. Em weke komunîstên Rojavayî şopdarên rêya wan in. Em ê li her derê rêya Şehîd Baran û Şehîd Ahmet bişopînin. Em şopdarên bi sedan şehîdên xwe ne.”

KOBANÊ
Endamên TKŞ û JKŞ’ê li Kobanê bi boneya Meha Şehîdên Meha Mijdarê bîranînek li dar xist. Nunerên Mala Jin, Saziya Olî, CKŞ û malbatên şehîdan jî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyon hate nîşandan.
Li ser navê TKŞ’ê Mîrza Berxo axivî û wise got: “Şoreşa Rojava bi saya şehîdan ava bû. Li her kolanên me şehîdên me hene. Her şehîdek ji bajarekî cuda ji bo rizgarkirina Rojava hatiye. Em li Rojava li ser piyan in. Rêveberiya Xweserê me heye. Werin em xeyalên şehîdan pêk bînin.
Rêheval Yilmaz ji herêma Behrareş bû û ji bo Rojava hatibû. Li Kobanê gelek kar û xebat meşand. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin. Em dîsa soz didin ku xwîna wan li erdê namîne. Em ê berxwedana xwe bidomînin. An serkeftin an serkeftin.”
Li ser navê JKŞ’ê Xanim Birahîm ji wisa axivî: “Şehîdên me ji bo Rojava canê xwe dane. Bi saya wan em gav bi gav mezin bûne û li axên şoreşê dijîn. Divê em ê şoreşa xwe xwedî derkevin. Beriya her tiştî divê em wek jin şoreşa xwe biparêzin. Xeyala şehîdên me Kurdistaneke azad û yekgirtî bû. Em ê ala wan bilind bikin. şehîd namirin’
Di bîranînê de ciwanên komunîst pêşandana şanoyê pêşkêş kirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

DİRBÊSİYÊ
Endamên TKŞ’ê bi boneya Meha Şehîdan a Mijdarê li avahiya me ya bajarê Dirbêsiyê bîranînek li dar xist.
Di bîranînê de deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyon hat nîşandan. Li ser navê TKŞ’ê Xalid Porê axivî û got: “Me di şoreşa Rojava de bi dehan şehîdên weke Baran Serhat, Ehmed Şoreş, Metîn Dîcle, Ferhat Erebo, Firat Newal, Yilmaz Behrareş, Sarya Ozgur, Zîlan Destan û Raperîn Dîcle dan. Em ê bi bedelên nû bê teredut têkoşîna azadî û sosyalîzmê bilind bikin. Bi têkoşîna li ser şopa şehîdan em ê armancên wan pêk bînin.”
Kesên ku beşdarî bîranînê bûn jî axivîn û bîranînên xwe yên bi şehîdan re parve kir. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

QAMIŞLO
Endamên TKŞ û JKŞ’ê bi boneya Meha Şehîdan Meha Mijdarê li Qamişloyê li Pakrevangeha Şehîd Delîl Sarûxan bîranînek li dar xist. Meclîsa Malbatên Şehîdan jî beşdarî bîranînê bûn.
Di axaftina li bîranînê de wisa hatin gotin:”Her cara ku em şehîdên xwe bi bîr tînin, bîranînên ku me bi wan re jiyan kirine, zindî dibin û em ji vê hêz digirin. Wan ji bo têkoşîna şoreşê û sosyalîzmê canê xwe dane û em soz didin wan ku em ê armancên wan bigihînin serkeftinê.”
Bîranî bi dirûşmeyan bi dawî bû.