Komunîstên Rojavayî: Bijî Newroz bijî sosyalizm

Komunîstên Rojavayî, berê 21ê Adarê pîrozbahîyên Newrozê yên bi coş pêk anîn. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dirbêsîyê bi agirên ku pêxistin Newroz pîrozkirin.

KOBANÊ

Welatparêzên Sosyalîst li Kobanê sê pîrozbahîyên Newrozê pêkanîn. Endamên TKŞê roja 21ê Adarê li ber sazîyê bi pêxistina agir Newroz pîrozkirin, karwana seyareyan pêkanîn.

Endamên JKŞê Adarê li taxên Botan Şarqê Newroza jinan pîrozkirin. Di pîrozbahîya ku bi dirûşmeya “Bi Agirê Şoreşa Jinê Bijî Newroz Bijî Sosyalîzm” hat lidarxistin de agirê Newrozê hat pêxistin. Bi sedan jinan li derdora agirê Newrozê govend girtin. Li derdora agirê Newrozê dirûşmeyên “Bijî Newroz Bijî Sosyalîzm” hat avêtin. Endamên CKŞê jî li kolanên Kobanê pîrozbahîyên Newrozê pêk anîn.

HESEKÊ

Komunîstan, roja 20ê Adarê li taxên Hesekê bi pêxistina agirê Newrozê Newroz pîrozkirin. Endamên CKŞ, li ber navenda çandê ya şehîd Metîn Dîcle pîrozbahî lidarxistin. Ciwanên ku govend girtin, firework teqandin. Koma govendê ya Firat Newal lîstokên xwe pêşkeş kir. Endamê CKŞ Gîvera Serhed Newroza gelên ku li dijî dagirkerîyê li ber xwe didin pîroz kir û got “Li dijî dagirkerîyê wê teqez serkeftin a me be. Heman şevê endamên TKŞê li ber bînayeta TKŞê agir pêxistin û Newroz pîrozkirin. Li derdora agirê ku ji alîyê jinan ve hatîye pêxistin demeke dirêj govend hat girtin. Berdevka JKŞê Fadya Sîdo axivî û wiha got “Newroza 2024an ji bindestan re, karker û jinên kedkar re pîroz be. Em ji bo wekhevî û azadîyê bibin yek deng, şer bikin. Em li dijî dijminên faşîst bisekinin. Bijî Newroz, Bijî Sosyalîzm.”

QAMIŞLO

Endamên TKŞê û CKŞê li taxa Xerbî ya Qamişlo agirê Newrozê pêxistin û pîrozbahî lidarxistin. Bi stranên ku hatin gotin Newroz hat pîrozkirin û lafîteya “Bijî Newroz Bijî Sosyalîzm” hat vekirin.

DİRBÊSİYÊ

Welatparêzên Sosyalîst, li Dirbêsîyê di navenda bajêr de agirê Newrozê pêxistin û bi govendan Newroz pîrozkirin.