28’emîn salvegera MLKP’ê bi coş hat pîrozkirin

Endamên TKŞ’ê 28’emîn salvegera MLKP’ê li Qamişlo û Dirbesiyê pîroz kirin. Di çalakiyên ku bal hat kişandin ser rola komunîstan a di şoreşa Rojava de hat gotin, “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo sosyalîzmê mezin bikin.”

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) 28’emîn salvegera Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) bi çalakiyên xwe yên li bajarên Qamişlo û Dirbesiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

QAMISLO
Li Qamişlo endamên TKŞ’ê di çalakiya li navenda bajêr de pankart û alên wêneyên şehîdên şoreşê daliqandin.

Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku dîroka têkoşîna komunîstan a li bajarên Tirkiye û Kurdistanê nîşan dide, hate nîşandan.

Di axaftina vekirinê ya çalakiyê de hat diyarkirin ku dewletên emperyalîst sermiyaneke mezin li ser serweriya mêtîngeriyê, faşîzm û serdestiya mêr li hemû cîhanê xerc kirine. Di axaftinê de hat gotin, “Ya ku vê fermanê misoger dike xwîn û xwêdana mêtînkirina karker, kedkar, jin û ciwanan e.” Di axaftinê de hat diyarkirin ku dê pergala sermayeyê ji aliyê bindestan ve were hilweşandin.

Di dawiya axaftinê de têkoşîna 28 salan a MLKP’ê ya di bin agir û bedelên jiyanê de ye hat pîrozkirin û kesên nemir bûn hatin bîranîn.

Li ser navê Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Abdulhelîm Osman axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava tîrêjek rojê ye ku di tariyê de dibiriqe. Osman diyar kir ku komunîst ji destpêkê ve pêkhateya şoreşa Rojava bûn û got, “MLKP’ê di warê parastin û pêşxistina şoreşê de bedelên mezin da, bi dehan şehîd û berxwedêr dan.”

Osman diyar kir ku şer dewam dike û destnîşan kir ku şoreşa Rojava di têkoşîna li dijî kapîtalîzma Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Osman diyar kir ku ji bo parastina şoreşa Rojava û gihandina sosyalîzmê ew ê xwîn û xwêdana xwe bidomînin. Osman bang li her kesî kir ku tevlî şerê şoreşê bibin.

Li ser navê Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) Eylûl Baran axivî û destnîşan kir ku ew ê li ser xeta komunîzmê bimeşin û got, “Em ê li ser rêya şehîdên xwe bin. Ji bo serketina Rojava. şoreş û çar parçeyên Kurdistanê Bijî MLKP.”

Beşdarên ku di çalakiyê de axivîn jî diyar kirin ku komunîst di parastina şoreşa Rojava de her tim li pêş in û gotin, “MLKP ji bo Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye.”

Pîrozbahî bi dîlanan dewam kir û dirûşma “Disa disa serhildan, MLKP Kurdistan” gelek caran hate berzkirin.

DIRBESİYÊ
Endamên TKŞ’ê li Dirbesiyê 28’emîn salvegera MLKP’ê pîroz kirin. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku beşên ji dîroka têkoşîna MLKP’ê hatin nîşandan, hate pêşandan.

Nûnerê TKŞ’ê yê Dirbesiyê Xalid Porê 28’emîn salvegera damezrandina wê li hemû gelên cîhanê pîroz kir. Porê got, “MLKP di şoreşa Rojava de xwedî roleke mezin e. Li van xakan li ber xwe da, bi dehan şehîd û birîndar dan. Ji ber vê yekê MLKP partiya şehîdan e.”

Porê anî ziman ku fikra Marksîst-lenînîst ji cîhaneke adil, bê çîn û bê mêtîngerî re vekiriye û got, “MLKP di heman demê de partiyeke jinê ye. Jin di nava partiyê û şoreşê de xwedî roleke sereke ne. Jinên li Rojava di rêya şehîdan de şer dikin, di qada siyasî û civakî de cih digirin.” Porê di dawiya axaftina xwe de got, “Em berdewama îdeolojiya Marksîst-lenînîst in, em ê têkoşîna xwe ya ji bo sosyalîzmê mezin bikin.”

Beşdarên ku mafê axaftinê girtin, destnîşan kirin ku divê tevgera komunîst di parastin û avakirina şoreşê de zêdetir rola xwe bilîze û gotin, “Em ê bi ser bikevin.”

Her wiha Serkan Tosun ê di 14’ê Îlona 2013’an de li Serêkaniyê nemir bû û yekemîn şehîdê MLKP’ê yê di şoreşa Rojava de ye jî hat bîranîn.