28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin

KOBANÊ – 28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin. Li qada ku al û wêneyên şehîdan hatin hildan pankarta “Rêbera Komunîst a karker, jin û ciwanan di sala 28’an de şoreşa Rojava berfireh dike û ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve dimeşe” hate daliqandin.

Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku dîroka MLKP’ê vedibêje hate pêşandan.

Di axaftina li çalakiyê de gerîlayên li çiyayên Kurdistana azad li dijî dagirkeriyê têdikoşin û girtiyên li girtîgehan li berxwe didin hatin silavkirin. Di axaftina ku bal hat kişandin ser rola MLKP’ê ya di avakirin û parastina şoreşa Rojava de, êrîşên li ser axa şoreşê û gefên dagirkeriyê hatin bibîrxistin. Di axaftinê de hat gotin, “Em di bin gefên dagirkeriyê de dijîn. Em ê çawa bersivê bidin êrîşan diyar e. Dijmin çawa êrîş bike jî em ê şoreşa xwe biparêzin. Ev erka sereke ya partiya me ye. Hemû şervanên me xwedî li erkê parastina şoreşê û rizgariya Kurdistanê ye, erkê me ye ku em li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û alên wan di asta herî bilind de bilind bikin.”

Di axaftinê de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihêjin azadiya xwe, ev tişt hatin gotin: “Divê em di qadên parastin, aborî, civakî û rêxistinî de bi pêş bikevin. Şoreşa Rojava hêvî ye. Çareserkirina pirsgirêkan bi xeta welatparêziya sosyalîst ve girêdayî ye. Xetek ji bo kedkar û kedkaran, jinan û bindestan bê şopandin. Divê ev xet li dijî kapîtalîzmê be.”

Di axaftinê de bal hat kişandin ku MLKP partiyeke jinê ye û hat gotin, “MLKP xwedî li destkeftiyên şoreşa jinê ye û diparêze. Li ser bingeha yekgirtina şoreşa jinê bi sosyalîzmê re hatiye avakirin. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşe. Xeta MLKP’ê temînata azadiya jinan.”

Di berdewama axaftinê de hat destnîşankirin ku partiyê her tim banga rêxistinkirina ciwanan kir û ev tişt hate gotin: “Dijminê me ji bo şoreşa me qels bike wê her cure êrîşan pêk bîne. Şoreşa Rojava deriyê azadiyê vekiriye. Ji bo jin û gelên bindest ên Rojhilata Navîn. Divê êdî şoreş ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve biçe. Hêza herî mezin a tifaqa şoreşê Rojhilata Navîn e. “Ev xet paşeroj û temînata şoreşa Rojava ye. Çavên gelên cîhanê li ser gelên Rojava ne. Em careke din li pêşberî şehîdên xwe soz didin ku em ê bi ruhê fedayî şer bikin.”

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Baran Kobanê axivî û diyar kir ku şervanên MLKP’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de li hemû eniyan cih digirin. Baran Kobanê got: “Ji Şengalê heta Reqayê, ji Minbicê heta Efrînê eniyeke ku MLKP lê şer neke nîne. Hêzên MLKP’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Rojava û tevahiya Kurdistanê amade ne. Dîroka MLKP’ê nîşan dide. Wê îro û pêşerojê jî şoreşa Rojava biparêze û têkoşîna xwe ya ji bo şoreşa Rojhilata Navîn mezin bike.”

Li ser navê TKŞ’ê Mîrza Berxo axivî û diyar kir ku pêşengiya komunîst li dijî kapîtalîzm û faşîzmê têdikoşe û got, “Em weke Tevgera Şoreşger a Komunîst careke din 28’emîn salvegera wê silav dikin.”

Piştî axaftinan govendên dîlanê hatin gerandin û pîrozbahiyê heta saetên dereng dewam kir.