Endamên CKŞ’ê çalakîyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê silav kir

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) li Hesekê li ber Navenda Çandê ya Şehîd Metîn çalakî li dar xistin û berxwedana zindanan a li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û Îran-Rojhilatê Kurdistanê silav kirin.
Ciwanan got:
“Ji bo hevalên me yên di berxwedana zindanan de ne em berxwedan û tekoşîna we silav dikin, weke ku em dizanin li Bakurê Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilatê Kurdistan û Îrane ji sîstemên faşîst rêhevalên me di bin işkenceyên giran de derbas dibin û jiyana xwe ji dest didin.
Dijminê faşîst bi her awayi dixwaze îradeya wan bişkîne ji bo wê yekê işkenceyên xwe li ser malbatên wan ji dike. Rêhavelên me yên ku di zindanên sîstema Îrana faşîst de derbas bun û di zagwanê îdam kirina şoreşgeran de derbas bun. Em wan hevalên careke din bibîrtînin û dibêjin ji baweriya we û hêza we îradeya me ava dibe.”