Endamên CKŞ’ê, Şehîd Ulaş Alankuş li Kobanê bi bîr anîn.


KOBANÊ – Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) şervanê MLKP FESK û HBDH’ê Ulaş Alankuş li Kobanê bi bîr anîn. Li qada ku çalakiya bîranînê hat lidarxistin wêneyên Ulaş Alankuş û alên CKŞ’ê hatin daliqandin. Bîranîna ku li ber Navenda Çandê ya Şehîd Elende hate lidarxistin bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir.

Kader Mahmud daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP’ê ya têkildarî Ulaş Alankuş xwend.
Piştre berdevka CKŞ’ê bi bîranîna Ulaş Alankuş û kesên di êrîşên dawî yên li Rojava de nemir bûne dest bi axaftina xwe kir. Berdevka CKŞ’ê li ser beşên têkoşîna Ulaş Alankuş got, “Rêheval Ulaş di têkoşîna siyasî ya partiya xwe de, bi pêşketina partiya xwe re, di beşên herî girîng ên dîroka şoreşgeriyê de karîbû pêşketina xwe bi rêxistin bike. Tiştê ku wî dike pêşeng ne tenê helwesta wî ya di kêliyên herî girîng de, di jiyana xwe ya şoreşgerî de jî bi heman rexm, biryardarî û disîplînê xwe weke komunîst bi rêxistinkirin bû.”


Berdevka CKŞ’ê diyar kir ku Ulaş Alankuş tevî temenê xwe yê biçûk jî li Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê dîrokeke mezin a têkoşînê afirandiye û destnîşan kir ku Ulaş bi bername û stratejiya partiya xwe di nava hişmendiyê de cih girtiye û bûye milîtanê xeta partiyê. Berdevka CKŞ’’ê di berdewamiy axaftina xwe de got “Heval Ulaş baş dizanîbû ku yên ku ji bo cîhaneke bêsînor têkoşîn dikin pêwîst e destpêkê de êrîşî sîorên xwe bikin, wî baş fêm kir ku cîhanek nû ancax bi kolektîfê pêk tê, kêliyekê jî ji partiya xwe veneqetiya. Di dîroka serhildana Geziyê, serhildanên Kobanê, Komkujiya Pirsûsê, heyama azwerî û berxwedana mezin a piştî wê de rêheval Ulaş bi partiya xwe re her tim dimeşe û pêş dikeve. Bi tena serê xwe, di şert û mercên herî dijwar de jî bi partiya xwe û rêhevalên xwe ve girêdayî bû. Teslim nebû û bi awayekî herî bi rûmet karîbû mirinê jî bi rê ve bibe.”


Di bîranînê de endamê rêveberiya TKŞ’ê Mîrza Berxo jî têkoşîna Ulaş Alankuş  a Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi bîr xist û da zanîn ku Alankuş ji bo kedkar, jin, kurd, ereb, ermenî, suryanî û nasnameyên din ên li Rojava kiriye. Berxo diyar ku rêheval Ulaş ev têkoşîna xwe bi armanca afirandina cihaneke bêsînor meşandiye.  Berxo bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj êrîşî Rojavayê me dike. Roj derbas nabe ku xebera şehîdan neyê. Weke TKŞ em ê biryar, vîn û wêrekiya rêheval Ulaş li xwe bikin, şoreşa xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya sosyalîzmê berfireh bikin.”


Merasîma bîranînê ya ku piştî axaftinan hate pêşandan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû