TKŞ: Li dijî êrîşên li ser Zaxo û Rojava em berxwedanê mezin bikin

HESEKÊ/ QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên rejîma faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin.

Endamên me yên li Hesekê û Qamişlo daxuyaniyên çapemeniyê dan, diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanê mezin bikin.

‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIXWAZE BI HER RÊ METE IVÎNA ME BIŞIKIN’

Komunîstên Rojava ku li Hesekê daxuyaniyek dan, pankarta bi nivîsa “Em komkujiya Zaxo şermezar dikin” vekirin.

Li ser navê TKŞ’ê Hamîd Elî daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk a kolonyalîst di rojên dawî yên 10’emîn salvegera şoreşa me de dest bi amadekariyên êrîşên dagirkeriyê kiriye. Elî got, “Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî şoreşa me û herêmê dewam dikin. Dîktatoriya Erdogan, faşîzma AKP-MHP’ê êdî bi her cure rêbazên şer dixwaze vîna me bişkîne.”

Elî bi bîr xist ku êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, Elî bal kişand ser êrîşên SÎHA’yê yên li Kobanê û Amûdê.

Elî bi bîr xist ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li Xazoyê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn û got, “Polîtîkaya xayîn a QDP-Barzanî ya ku çavên xwe ji êrîşên hemû hêzên emperyalîst re girt. Berpirsiyarê vê qetlîamê dewletên paşverû yên herêmê û dewleta Tirk e.”

Elî di berdewamiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê û parastina şoreşê kir.

BANG LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ RABIHIN

Daxuyaniya çapemeniyê ya li Qamişlo li ber avahiya TKŞ’ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de timî dirûşmên “Qatil Erdogan” û “Bijî yekîtiya gelan” hatin qîrîn.

Li ser navê TKŞ’ê Şervan Hesen daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk her roj gefên dagirkeriyê yên nû dixwe. Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi hevdîtinên ku heta niha kiriye ti encam bi dest nexistiye û got, “Divê em mînakên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ti carî ji bîr nekin û hemû amadekariyên xwe li gorî vê rastiyê bikin. Divê em bizanibin ku ev şerê hebûn û tinebûnê ye.”

Hesen destnîşan kir ku ew êrîşa li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Hesen destnîşan kir ku wan bang li gelên bindest ên li herêmê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst rabin ser piyan.