Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê pîroz kirin

KOBANÊ

TKŞ û JKŞ îro li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirin. Daristana mezin a Kobanê bi alayên TKŞ û JKŞ hatin xemilandin. Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin.

Li ser navê TKŞ’ê Mîrza Berxo axivî û ji bo hemû karker û kedkaran 1’ê Gulanê pîroz kir. Mîrza Berxo got: “Ji bo peşketina şoreşa Rojava rihê 1’ê Gulanên pir girîngê. Em ê şoreşa xwe bigehînin heta merhaleyê sosyalîzmê. Keda karkerên pir giringê. Em wekê TKŞ ji bo mafe karker û kedkaran têdikoşin.”

Li ser navê JKŞ Xanim Ibrahim axivî û di got: “Keda jinê hejayê û li her derê ye. Gerek em qiymet bidin û nasbikin. Jinên li her derê de rolê xwe dilîze, erkên xwe bi serkeftî bi cih tînin. Ji bo pêşketina şoreşa Rojava keda jinê pêwîst e û bila kes ji bir nake.

Piştî axaftinan çalakiya me ya 1’ê Gulanê bi coş dewam kir.

QAMIŞLO

TKŞ’ê li Qamişlo bi boneya 1’ê Gulanê çalakiyek li dar xist. Endamên JKŞ û CKŞ’ê jî tevlî çalakiya li Qada Sonî bûn.

Ji nûnerên TKŞ’ê Abdulhalîm Osman ku di çalakiyê de 1’ê Gulanê daxuyanî da; “İro, roja yekitî û têkoşîna ya hemû karker û kedkarên cîhanê ye.”

HESEKÊ

Karker û kedkarên Hesekê Roja Yekîtî Têkoşîn û Hevgirtinê 1’ê Gulanê bi hevre pîroz kirin.

Komunîstên Rojava jî beşdarî pîrozbahiya ku li Colbistanê hat lidarxistin bûn. Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji qada 1’ê Gulanê re meşiyan.