Pêşenga komunîst a Ciwanan Elende El Muhammed li Hesekê hat bîranîn

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) bi boneya yekemîn salvegera şehadeta ciwana pêşeng a komunîst a şoreşa Rojava Elende El Muhammed (Zîlan Destan) li Hesekê bîranîn li dar xist..
Bîranîn li salona Reşo pêk hat û li salonê pankart û wêneyên “Em di rêya Zîlan Destan de xwe bi rêxistin bikin û azad bibin” hatin daliqandin.
Nûnerên saziyên şoreşger beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn di şexsê Zîlan Destan de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sirûda “Dilşa” ya ji bo bîranîna Zîlan Destan hatiye çêkirin hat guhdarîkirin.
Li ser navê CKŞ’ê Destan Serhed axivî û diyar kir ku Elende El Muhammed weke jineke ciwan a ji Kobanê ji zehmetiyên ku jiyaye teslîm nebûye û rêxistinbûyîna xwe hilbijartiye. Destan Serhed, anî ziman ku ew yek ji wan kesên ku dikare bêje “Jiyan berxwedan e” ye û got ku Elende El Muhammed ji çiyayên azad heta parastina şoreşa Rojava gelek karên şoreşgerî girt ser milên xwe.
Destan Serhed da xuyakirin ku Elende El Muhammed li dijî şerê taybet ê li dijî ciwanan têdikoşe. Destan Serhed wiha domand: “Em îro bi têkoşîna Zîlan Destan û yên wekî wê li vir in. Em weke CKŞ û JKŞ’ê şopdarên rêya Zîlan Destan in.”
Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Sîdo axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Elende El Muhammed heta serkeftinê bimeşînin û soza xwe ya bi bîranîna wê dubare kir. Sîdo bi bîr xist ku di demên dawî de gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde bûne û destnîşan kir ku girîngiya têkoşîna li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê zêde bûye. Li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekitiya li derdora saziyên şoreşê kir. Sîdo bang li gel kir ku ji bo azadî û şoreşê li dijî kapîtalîzmê têbikoşin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Zîlan Destan Namire” bi dawî bû.