Welatparêzên Sosyalîst ên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan

Welatparêzên Sosyalîst ên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan. Şoreşgeran bi belavokên di destên xwe de şêniyên Kobanê agahdar kirin û bang li gel kirin ku xwedî li axa xwe dernekevin û parastina xwe bikin. Welatparêzên Sosyalîst ên ku li ser sîxurî û şerê qirêj raya giştî ronî kirin, li kolanan afîş daliqandin.