Çalakiya kon li Qamişlo di roja 12. de ye


Çalakiya kon a li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî dewam dike. Îro jî gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk çûn serdana çalakiyê.


Li dijî êrîş, gef û dagirkeri dewleta Tirk, li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, “Edaleta we li ku ye?” Çalakiya kon a bi dirûşme di roja xwe ya 12’emîn de didome.

Di pêşentiye Hêzên Parastina Civakî ya Jin/HPC-Jin û Kongra Star, TEV-DEM, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Tevgera Komunîst an Şoreşger (TKŞ), Jinên Komunîstên Şoreşger (JKŞ), Ciwanên Komunîstên Şoreşger (CKŞ) û rêxistina girseyî ya demokratik tevlî kone çalaki ye bûn.

Li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ye, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.

Endamê Sendîkaya Hiqûqnasên Qamişlo Roja Xelef bal kişand ser zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Ji destpêka îsal ve 122 kesan di encama êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest da û 173 kes birîndar bû.”


Roja Xelef diyar kir ku hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng man û bi bîr xist ku Amerîkî û Rûsyayê di sala 2019’an de bi dewleta Tirk re peymana agirbestê îmze kiribûn. Tevî ku dewleta Tirk li dijî vê peymanê tevdigere jî, diyar kir ku Amerîka û Rûsya berpirsyariyên xwe bi cih naynin. Roja Xelef bal kişande ser xala 3. ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku dibêje “Mafê herkesî yê azadî û ewlehiya jiyanê heye”.


Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse serdana çalakiya kon kir. Hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed ku di kon de axivî, diyar kir ku divê gel bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk xwe bi rêxistin bike. Rûken Ehmed got, “Gelên me yên di saziyên me yên şoreşgerî de dixebitin, li kîjan saziyê dibe bila bibe, divê bi ruhê berxwedanê bixebitin. Parastina welatê xwe erka me ye.” Endamê Sendîkaya Hiqûqnasên Herêma Cizîrê Mihemed El-Neîmî diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî li hemberî êrîşan bêdeng in. Mihemed El-Neîmî diyar kir ku ew ê li hemberî van xemsariyan bêdeng nemînin û got, “Em gelê xwe terk nakin. Weke parêzer em ê li pişt hêza xwe ya leşkerî bisekinin.”