TKŞ ji bo şehîdên Komkujîya Helebce ya bîranînek li dar xist.

Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Komkujîya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an li Hesekê bîranînek li dar xist.

Komunîstên Rojavayê di saet 10:55’an de dema ku komkujî pêk hat deqeyek rêz girtin, mûm pêxistin û wêneyên şehîdên Helebce hilgirt.

Endamên TKŞ’ê duh bi şev li avahiya saziyê ya Hesekê bîranînek li dar xistin û mûm pêxistin.