JKŞ’ê ji bo 8’ê Adarê li Kobanê dest bi kar û xebatê kir

| KOBANÊ |
Endamên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê dest bi kar û xebatên 8’ê Adarê kir.
Di daxuyaniya li avahiya TKŞ’ê de Xanim Îbrahîm axivî û diyar kir ku wan bi dirûşma “Şoreşa jinê ne hêsan e, lê serketin teqez e” xemle dane destpêkirin.
Xanim Îbrahîm êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi bîr xist û diyar kir ku şoreş bi ked û xwîna jinan hatiye heta roja îro. Xanim Ibrahîm ji bo hemû jinên kedkar 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşxistina şoreşa jinê bidomînin. Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî şoreşa me ya jinan” bi dawî bû. Piştî daxuyani jinên komunîst hatina 8’ê Adarê bi govendê pîroz kir.
Endamên JKŞê di çarçoveya amadekirina 8’ê Adarê de li qada û kolanan bajarê Kobanê belavok belav kirin.
Jinên ciwan ên CKŞ’ê jî di çarçoveya çalakiyên xweparastinê de perwerdeya çekan dîtin.