Komunîstên Rojavayî êrîşên dagirkeriyê protesto kir

Komunîstên Rojavayî li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin.

Yek ji nûnerên TKŞ’ê Mîrza Berxo jî wiha got:

“Em van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar dikin. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk êrîş û ji nû ve dagirkirinê ye. Di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dewleta Tirk çawa ku Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, dixwaze cihekî din li axa Rojava dagir bike.
Em wekê Tevgera Komunîst a Şoreşger, em li ber xwe didin. Em dizanin ku dewleta Tirk di şerê Dêrazorê de xwedî armanceke cuda bû, lê nekarî bigihêje vê armancê xwe û armanca we têk çû. Ji ber vê yekê jî xwestin Rojava careke din bombebaran bikin.
Lê em bi hêz, şervan û hevrêyên xwe re li vir, ber xwe didin. Em bi şervanên xwe yên QSD’ê, şervanên xwe yên kedkar û cotkarên li vir ber xwe didin û em ê azadiyê xwe bidomînin. Em ê bi taybet Girê Spî û Serêkaniyê ku di salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd de di vê mehê de hatin dagirkirin û bajarê me ya Efrin rizgar bikin. Em ê bi gelê xwe, bi şervanên xwe, bi qasî kedkar û cotkaran bi hev re li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.”

Çalakiya me bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.