TKŞ bi boneya 1’ê Gulanê sempozyûmek lidar xist

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya 1’ê Gulanê li Hesekê sempozyûmek lidar xist.

Sempozyûmê li ser rihê şehîdan bi deqekê rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji nûnerên TKŞ Fadya Sîdo axaftina vekirinê kir. Fadya Sîdo di axaftina xwe de tevahî karker û kedkarên cîhanê silav kir û 1’ê Gulanê li wan pîroz kir.

Piştî axaftina vekirinê li ser 1’ê Gulanê sînevîzyonek hat pêşkeş kirin. Di Sempozyûma ku bi slogana “Li Dijî Mêtîngeriya Kapîgalîst û Dagirkeriyê Bijî 1 Gulan-Bijî Şoreşa Rojava” hat lidarxistin de di du dîwanan de nîqaş hatin meşandin.

Di dîwana yekemîn de dîroka 1’ê Gulanê, li Rojava rewşa karker û kedkaran nîqaş hatin meşandin. Piştî axafinan beşdaran mafa axaftinê girtin û nêrînên xwe anîn ser ziman. Di dîwana duyemîn de jî li ser kûrewîbûna resmaliyetê, li ser asta cîhanê rewşa karker û kedkaran û li ser bername û perspektîfên TKŞ û parastina şoreşê nîqaş hatin meşandin. Piştî axaftina gelek kes bi mudaxeleyên xwe beşdarî nîqaşan bûn.

Kongra Star, Mala Êzîdî, Meclîsa Ermen, Nûnerên Hêza Xabûr ê Parastinê, şervanên Tugaya Elîşêr Deniz, Partiya Guhertin, Yekîtiya Rewšenbîran, Yekîtiya Karkeran û gelek saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser jî di semopzyûmê de amade bûn.