Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ bi bîranîna şehîdên komkujiya Kobanî re bîranîn.

Komkujiya Kobanê ya di 25’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ’ê ve hat kirin, di sala xwe ya heftemîn de careke din hat şermezarkirin. Ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin. Em ê li ser şopa şehîdan bin û şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin!
Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo heftemîn salvegera Komkujiya Kobanê li Kobanê daxûyanî dan. Em vê qetlîama ku bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê hatiye kirin, şermezar dikin û li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk em ê li ber xwe bidin! Em ê şoreşa xwe biparêzin û mezin bikin!