NÛÇE

Ciwanên komûnîst li Kobanê di navenda TKŞ’ê de bi munasebete 8 aderê civînek li darxist.

Ciwanên komûnîst li Kobanê di navenda TKŞ’ê de bi munasebete 8 aderê civînek li darxist. Despêka civînê li ser ruhê şehîdên di têkoşîna azadiya jinê de xwe fada kirine ji bo wan rêz girtinhat girtin. Piştra sînevîzyona li ser 8’ê Adarê hat temaşekirin. Piştê sînevîzyonê li ser dîraka 8’ê Adarê û destkeftinên bi şoreşa Rojava re hatîye standin hat nîqaşkirin. Û di axaftinê de hat dîyarkirin ku parasti û zêdekirina …

Read More »

    TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê Çalakiya Li Sêmalka Ziyaret Kirin

    Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) serdana konê çalakiyê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye vedan kirin. Ev çalakî li ser bangawaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin. Şande bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bimre Îxanet” derbasî cihê çalakiyê bû û ji …

    Read More »

      Duh Em Bi Serketin Dîsa Em ê Bi Serbikevin

      Endamên CKŞ, TKŞ û JŞK’ê li hemberî êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ên li Kobanê, li cihê êrîşê daxuyaniyek dan. TKŞ’ê Di zanîn ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li cihê ku êrîş pêk hat çalakiyek li dar xistin. Endamên me di çalakiya xwe ya têkildarî komkujiya dewleta Tirk de pankartên bi nivîsa “Em ê …

      Read More »

        Bimre dagirkerî, bijî berxwedana me

        HESEKÊ- Li Bajarê Hesekê de, endamên me di salvegera duyemîn a êrîşa dagirkeriyê ya li Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek çapemeniyê dan. Endamên me bang li gelên Rojhilata Navîn kirin ku li dijî dagirkeriyê ji bo azadiyê têbikoşin Di çalakiya li Baxçeyê Rêbertî yê li navenda bajarê Hesekê hate lidarxistin de, dirûşmên “Bimire dagirkerî” û “Bijî berxwedana me ya Serêkaniyê” hatin qîrîn. Li ser navê TKŞ Helîma Xidir daxuyanî …

        Read More »

          Werin em ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rabin ser piyan

          Endamên me Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) di salvegera êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de çalakiyek li dar xistin. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên ji Serêkaniyê, ku ji ber dagirkeriyê neçar man malên xwe biterikînin, beşdarî çalakiya li ber Goristana Şehît Delîl Saruxan a li Qamişlo bûn. Pankartên bi nivîsên “Şehîdên Serêkaniyê nemir in”, “Bimre dagirkerî”, “Bimre xiyanet” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de …

          Read More »

            Serhildana 6-8’ê Cotmehê Mizgîniya Serkeftina Kobanê ye

            Endamên me li Kobanê ji bo berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê daxûyaniya ragihandinê çêkir. Li ser navê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) Bahar Kobanê daxûyanî xwend. Kobanê di axaftina xwe de got “Em dizanin ku dewleta Tirk a mêtînger dijminê hemû Kurd û Kurdistanê ye. Lê li Kobanê du caran dijminê me ye. Jibo ku Kobanê xera bike û hilweşîne hemû hêza xwe seferber dike. Hemû cureyên şere taybet li …

            Read More »

              Şehîd Zagros bi merasîmeke girseyî hat veşartin

              Endamê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz, Yasir Xelîl (Zagros Hesekê) di encama bomberana dewleta Tirk a faşîst û mêtînger de li eniyên Til Temir bi lehengî şehîd ket. Rêheval Zagros Hesekê heta kêliya xwe ya dawî şoreşa me parast û rê neda dijminê xof. Bi lehengî şer kir û şehîd ket. Şehîd Zagros Hesekê li Pakrewangeha Şehid Dijwar bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Endamên me konê sersaxiyê yê ji bo Şehîd …

              Read More »

                Sembola Ciwan a Yekîtiya Gelan Zagros Hesekê Nemir e!

                Endamê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz, Yasir Xelîl (Zagros Hesekê) di encama bomberana dewleta Tirk a faşîst û mêtînger de li eniyên Til Temir bi lehengî şehîd ket. Rêheval Zagros Hesekê heta kêliya xwe ya dawî şoreşa me parast û rê neda dijminê xof. Bi lehengî şer kir û şehîd ket. Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) soz didin ku heta şkenandina dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk em ê têbikoşin. …

                Read More »

                  CKŞ’ê Li Hesekê Serkan Tosun Bibîr Anî

                  Bi dehan endamên Cîwanen Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) li goristana Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê bîranîna Şehîd Serkan Tosun lidarxistin. Ciwanan di heman deme de şehîdgeh paqij kirin û gorên şehîdan av dan. Di destpêka bîranînê de kêliyek rêz hate girtîn li ser giyanê Şehîd Serkan û hemû şehîdên şoreşê. Di bîranînê de li ser navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) Destan Serhet axivî. Serhet di serî de dîroka …

                  Read More »

                    Komûnîstan 10’ê Îlonê Pîroz Kirin

                    Qamişlo- Tevgera me ji bo pîrozkirina 27’emîn salvegera damezrandina MLKP’ê li Parka Arî şahiyek li dar xist. Li qada şahiyê lafîteya “Em ê di riya 10’ê Îlonê detêkoşîna xwe mezin bikin” û wêneyên şehîdan hat daliqandin.Di axaftina destpêkê de hat gotin ku “MLKP’ê di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkerî û mêtîngeriyê de ji destpêka şoreşê ve hat û cihê de şoreşê de girt. MLKP’ê bere xwe da şoreşê û …

                    Read More »

                      JKŞ’ê li dirbêsiyê 10’ê Îlonê pîroz kir

                      JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi jinan re bi minasebeta pîrozkirina salvegera damezrandina MLKP’ê seyranek li dar xist.Di çalakiyê de li ser navê JKŞ’ê Nûjiyan Baran axivî û wiha got: “ MLKP’ê partiya hemû bndestan e. Partiyeke Kurdistanî ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn dike. Ji destpêka şoreşê ve li vir e. Di hemû cepheyan de cih girt. Şehîd û birîndar da. Têkoşîna li hemberî mêtîngerî, kapîtalîzm û zilamperestiyê mezin kir.”Nûjiyan …

                      Read More »

                        CKŞ’ê Li Kobanê Li Hemberî Êrîşên Mêtîngeriyê Daxuyaniya Çapemeniyê Da

                        Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li Kobanê li Qada Şehîd Egîd li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a mêtînger daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de lafîteya “Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk a Mêtînger Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”,  diwîzên “Bimre Dagirkerî Bijî Azad û Sosyalîzm”, “Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”, “Bijî Şoreşa Rojava Bijî Şoreşa Jinê” hatin hildan. Di heman demê de ciwanan fûlarên sor girêdan û wêneyên komkujiyên Dewleta Tirk a …

                        Read More »

                          Şehîdên Til Temir li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

                          Fermandarê YPG’ê Rênas Roj, Fermandara YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat, Fermandarê Meclîsa Leşgerî ya Til Temirê Egîd Girkêlegê, şervanên QSD’ê Rûbar Hesekê û Seyfulah Ehmet ku di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirk a faşîst û dagirker de şehîd ketin li Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlê bûn spartin axê. Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD, Meclîsa …

                          Read More »

                            JKŞ’ê bi boneya 19’ê Tirmehê panel û şahî li dar xist

                            Kobanê- Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi serenavê “Parastin û pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinê” panêlek li dar xist. Berdevka JKŞ’ê Fadya Sîdo, mamoste Necah Elî û Rêvebera CKŞ’ê Ivana Baran tevlî panele bûn.Ji bo têkoşîna li dijî zilamperstiyê em rêxistinbûna xwe mezin bikinBerdevka JKŞ’ê Fadya Sîdo axaftina destpêkê kir û diyar kir ku tiştê ku berî 10 salan nedihat bawerkirin ku bibe jinan biser xist û wiha domand: …

                            Read More »

                              Em ê Bi Berxwedanê Komploya Emperyalî Bişkînin

                              Berî 22 salan hêzên emperyalîst di 15’ê Sibata 1999’an de Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî Dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji Emerîka bigire heta hemû hêzên NATO’yê di vê komployê de bi dil û can kar kirin. Bi vê komployê tiştê ku dihat armanckirin di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de xelaskirina têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û dîlgirtina têkoşîna şoreşger bû. Heman hêzên komploger ji Tirkiyeyê re …

                              Read More »

                                Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin

                                JKŞ’ê çalakiya ku her 18’ê mehê li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê li dar dixe vê mehê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê li dar xist. Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin Di serî de li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî û li hemû cihên ku hatine dagirkirin li hemberî jinan êrîşên hovane didomin. Roj tune …

                                Read More »

                                  Em agirê bedena Buazîzî li hemû Rojhilata Navîn belav bikin

                                  Ciwanên CKŞ’ê ciwanê Tunisî Muhamed Buazîzî yê ku bi pêxistina agirê bedena xwe Serhildanên Gelê Ereb da destpêkirin bi bîr anîn. Ciwanan di banga xwe de gotin: “Em Buazîzî bi bîr tînin û berxwedana wî silav dikin. Em b hev re agirê bedena Buazîzî belav bikin û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin.” QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) ciwanê Tunisî Muhamed Buazîzî ku li hember xizantiyê bedena xwe şewitand …

                                  Read More »

                                    JKŞ: Ji Bo Parastina Şoreşa Jinê Em ê Berxwedanê Bidomînin

                                    Endamên JKŞ’ê çalakiyên li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê her 18’ê mehê li dar dixin li Hesekê û Kobanê domandin. Endamên JKŞ’ê gotin “Em ê li hember dagirkerî û îxanetê têbikoşin, ji bo azadiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî em ê berxwedana xwe mezin bikin.”   HESEKÊ/KOBANÊ- Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), çalakiyên ku her 18’ê mehê li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û li …

                                    Read More »

                                      Şehîda yekemîn a KKÖ ya li Rojava Sîbel Bulut hat bi bîr anîn

                                      HESEKÊ/QAMIŞLO- Endamên TKŞ û JKŞ’ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Rojava şehîda yekemîn a jin a MLKP/ KKÖ ye  bi çalakiyên ku li Hesekê û Qamişlo hatin li dar xistin bi bîr anîn. Li Hesekê li cihê bîranînê wêneyên Bulut û alên TKŞ û JKŞ’ê hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Nûnera JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava bi …

                                      Read More »

                                        Komûnîstên Rojava Şehîd Bi Bîr Anîn

                                        Komûnîstên Rojava, di çarçoveya Meha Mijdarê Meha Şehîdan de çalakiyên bîranînê li dar xistin. Navenda Nûçeyan- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoraşger (TKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) di meha mijdarê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn. DİRBÊSİYÊ Endamên TKŞ’ê li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan li dar xistin, malbatên şehîdan jî tevlî bîranînê bûn. Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyona ji bo Meha Şehîdan hatiye amadekirin hat …

                                        Read More »

                                          Jinan li Rojava li hemberî tundiyê meş li dar xistin

                                          Jinan li Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin. Jinan anîn ziman ku wê li hemberî dagirkerî û tundiyê têkoşîna wan bidome û ji bo parastina şoreşa Rojava banga têkoşînê kirin. QAMIŞLO- Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Nevnetewî ya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê meş li dar xistin. QAMIŞLO Li Qamişlo jin bi boneya 25’ê Mijdarê li Baxçeyê Helepçe hatin …

                                          Read More »

                                            Tabelaya Taxa Ivana Hoffmann hat nûkirin

                                            Komûnîstên Rojava Ivana Hoffmann a şervana komûnîst û enternasyonal ku Til Temir şehît ketibû bi bîr anîn. Tabelaya taxa ku navê wê lê hatibû dayin nû kirin. TIL TEMIR- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di çarçoveya Meha Şehîdan de şervana komûnîst Ivana Hoffmann a ku di şerê li hember DAŞ’ê de li Til Nesrî ya gundê Til Temir şehîd ket bi bîr anîn. …

                                            Read More »

                                              Endamên CKŞ’ê soza têkoşînê dan şehîdan

                                              Endamên CKŞ’ê bi boneya Meha Mijdarê Meha Şehîdan li Qamişlo hatin gel hev û li pakrewangehê bîranîn li dar xistin. Ciwanan soza bi mezinkirina şoreşê meşandina têkoşîna şehîdan dan. QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger ku ji bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên wek Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Qamişlo hatine di çarçoveya çalakiyên Meha Şehîdan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan bîranîn li dar xistin. Ciwanên ku li pêşiya pakrewangehê …

                                              Read More »

                                                Li hember planên tasfiyekirinê destkeftiyên şoreşê biparêzin

                                                QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) sekna ENKS’ê ya ku di paşxistina destkeftiyên şoreşê de israr dike û li Başurê Kurdistanê li ser herêmên gerîla sewqiyatên KDP’ê şermezar kirin. Endamên JKŞ û CKŞ’ê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di çalakiyê de diwîzên “Hevserokatiyê Biparêz, Şoreşa Jinê Biparêz” û “Zimanê Me Hebûna Me Ye” hatin rakirin. Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo daxuyanî xwend. Seydo anî ziman ku di sala …

                                                Read More »

                                                  Li Qamişlo Bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan Hat Lidarxistin

                                                  Li Qamişlo bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan li Parka Xwendinê bi tevlîbûna sedan gelê Kurd û Ereb hat lidarxistin. Bîranîna ku bi tevlîbûna sazî û malbatên şehîdan hatiye lidarxistin li ser rihê şehîdan deqekê bi rêzgirtin destpê kir. Çalakiya bîranînê bi axaftina Saziya Malbata Şehîdan destpê kir. Piştî axaftina Saziya Malbata Şehîdan bi navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) bi navê TEVDEM Ayîd Îbrahîm û Gaziya komkujiya Pirsûsê Bêrîtan Asya axivî. …

                                                  Read More »

                                                    Endamên JKŞ’ê salvegera Şoreşa Rojava ya Jinê pîroz kirin

                                                    Navenda Nûçeyan- Jinên Komûnîst ên Şoreşger berî 19’ê Tirmehê çalakî li dar xistin. QAMIŞLO Endamên JKŞ’ê li qada Mizgeftê ya girêdayî Qamişlo berî 19’ê Tirmehê seyranek li dar xistin. Jinên Kurd û Ereb tevlî seyranê bûn. Di seyranê de li ser destkeftiyên şoreşê û xweparastinê xebat hatin meşandin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze şoreşa Rojava ya jinê bifetisîne. Li hember dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê …

                                                    Read More »

                                                      JKŞ: Em li şoreşa jinê xwedî derkevin

                                                      Jinên Kobanî, di pêşengtiya Jinên Komûnîst ên Şoreşger de ji bo li hember dagirkeriyê parastina şoreşa jinê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiya ku li Qada Jina Azad de pêk hat alên JKŞ’ê û diwîzên wênyên komkujiyên jinan li ser hene hatin rakirin. Dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Şoreşa Me Ya Jinê” hatin avêtin. Li Ser navê JKŞ’ê Meysa Akarî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk li xakên …

                                                      Read More »

                                                        TKŞ: Bimre Nîjadperestî, Berxwedan Jiyan e

                                                        QAMIŞLO- Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) êrîşên nîjadî yên ku li DYA û Tirkiyê pêk hatin şermezar kir, berxwedan silav kir. Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonal a li Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Berxwedan Jiyan e”, “Bimre Nîjadperestî” û al hatin rakirin. Daxuyanî bî zimanên …

                                                        Read More »

                                                          TKŞ: Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî

                                                          KOBANÊ- Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo li Emerîka bi îşkenceyê kuştina George Floyd şermezar bikin li Qada Şehîd Arîn Mîrkan bi dirûşma “Welatê Nîjadperestiyê Tune Ye” daxuyanî dan. Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî” û “Bimre mêtîngerî bijî şoreş” hatin hildan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Firyaz Mihemed daxuyaniya bi Kurdî xwend û …

                                                          Read More »

                                                            Li Kobanê seminera tundiya li ser jinê hat li dar xistin.

                                                            KOBANÊ Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi jinan re civiya û semînerek di derheqê tundiya li ser jinê li dar xist. Endamên JKŞ’ê li kêlaka çemê Firatê civînek bi jinan re li dar xist. Di civînê de tedbîrên Korona hatin stendin. Di bernameyê de Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temûz) a ku di 29’ê Gulana 2017’an de li Reqa şehîd ket jî hat bibîranîn. JKŞ’ê bi mijara tundiya li ser jinê …

                                                            Read More »

                                                              Cejna Gelan Hat Pîrozkirin

                                                              Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê di Cejna Remezanê de bûn mêvanê gel. Li Qamişlo, Dirbêsiyê, Hesekê û Til Temir roja yekemîn a cejnê pakrewangeh hatin ziyaretkirin. Cejna Malbatên Şehîdan û şervanên QSD’ê hat pîrozkirin. Pakrewangeh hatin ziyaret kirin. Malên Gazî û Birîndaran hatin ziyaret kirin, cejna wan hat pîrozkirin. Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê di sê rojên cejnê de li bajar û gundan ziyaretên malbat û saziyan domandin.

                                                              Read More »

                                                                Fermandarê Şoreşê Baran Serhat Li Bajarên Rojava Hat Bibîranîn.

                                                                Endamên TKŞ’ê û JKŞ’ê di 1’emîn salvegera şehadeta Baran Serhedê ku hem endamê Komîteya Navendî yê MLKP’ê û hem Nûnerê Rojava bû li bajarên Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Hesekê çalakiyên bîranînê li dar xistin. Ji ber vîrûsa COVID-19 çalakiyên bîranînê yên girseyî hatin betalkirin. Bi tevlêbûneke sînordar li saziyan bîranîn hatin lidarxistin. KOBANÊ: Bîranîna bi boneya 1’emîn salvegera şehadeta Baran Serhed hat lidarxistin, Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpêkiriyê de …

                                                                Read More »

                                                                  TKŞ’ê Bi Minasebeta 1’emîn Salvegera Şehadeta Fermandar Baran Serhat Bîranîn Li Dar Xist.

                                                                  TKŞ’ê li taxên Kelasê, Salihiyê û Ezîziyê bi gelên Hesekê û Serê Kaniyê re bîranînên Fermandar Baran Serhat li dar xist.Di bîranînê de Fadya Sîdo ji gel re jiyana Şehid Baran Serhat da xûyakirin û got ku “Ew jiyaneke bi berxwedanê dagirtî bû. Ew komûnîstekî Kurdistanî bû. Her kêliya jiyana wi şoreşger bû. Ji bo Rojava rêveberiyeke mînak ava kir.”Di biranînê de Cemîl Sîdo jî axivî û got ku ” …

                                                                  Read More »

                                                                    Di Salvegera Komkujiya Qamişlo Bîranînen Hat Li Dar Xistin

                                                                    QAMIŞLO Di salvegera komkujiya Qamişlo ku di dîroka 12’ê Adarê de ji aliyê rejîma BAAS ve hatiye pêkanîn li şehîdlîga Şehîd Delîl Sarûxan bîranînek hat lidarxistin. Endamên PYD’ê û TKŞ’ê jî beşdarî bîranînê bûn… HESEKÊ Bi minasebeta salvegera Qetlîama Qamişlo ya 12’ê Adarê ya 2004’an li xaçerêkên Hesekê Kongra-Star, Meclisên bajêr, JKŞ û TKŞ mûm pêxistin. Gel heta saetên dereng li qadan şehîdên Qamişlo bibîranîn. KOBANÊ Li Kobanê bi wesîleya …

                                                                    Read More »

                                                                      JKŞ Li Qamişlo Di 8’ê Adarê De Civînek Li Dar Xist

                                                                      Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo di berfirehiya kar û xebata xwe ya 8’ê Adarê de civînek li dar xist. Di civînê de nûnera JKŞ’ê Zîlan Destan li ser dîroka 8’ê Adarê, pêşxistina şoreşê û îradeya jinê axivî. Zîlan Destan di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hemû jin li dijî dagirkeriyê ax, welat û destkeftinên xwe biparêzin…

                                                                      Read More »

                                                                        Jinên JKŞ’yî Li Sûka Kobanê Rawestgeh Vekirin.

                                                                        Li kolana Tilel a bajarê Kobanê, Jinên Komûnîst ên Şoreşger kartên vexwendinê ji gel re belav kirin da ku tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin. Ji bo ramanên jinan di derheqê 8’ê Adarê de bên stendin, bi pirsên ku ji wan re li ser kaxezê hatine amadekirin bersiv hatin stendin. Çalakî ji hêla gel ve bi serkeftî hat pêşwazî kirin.

                                                                        Read More »

                                                                          TKŞ’ê Li Qamişlo Bi Karkerên Civînek Li Dar Xist

                                                                          TKŞ’ê li Qamişlo bi karkerên avahiyan re li ser bername û stratejiya TKŞ’ê ya şoreşê civînek lidar xist. Di civînê de bernameya TKŞ’ê hat şirovekirin. Di beşa dawî de jî li ser rêxistinbûna karkeran, xurtkirina sîstema heyî û pirsgêrêkên rojana hat nîqaşkirin.

                                                                          Read More »

                                                                            15’ê Sibatê Ji Aliyê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û PYD’ê Ve Semînerek Hat Li Dar Xistin.

                                                                            Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo di berfirehiya komloya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji aliyê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û PYD’ê ve semînerek hat lidarxistin. Di axaftina ku bi navê TKŞ’ê ve hatiye kirin de komloya navnetewî ku ji vê 21 sal berê li dijî rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan hatiye pêkanîn hat şermezarkirin. Li dijî vê komployê ji gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin ku yekîtî …

                                                                            Read More »

                                                                              Tevgera Komûnîst a Şoreşger Serlêdana Kampa Waşokanî Kir.

                                                                              Piştî serlêdana gelê kampê bi mijara Komploya 15’ê Sibat’ê bi gel re civînek hat li darxistin. Di civînê de êrîşên li ser şoreşame ya Rojava, têkiliyên van êrîşan û komploya 15’ê Sibat’ê, rêya parastina şoreşa me hatin şîrovekirin û nirxandın. Careke din hat gotin kû tenê Berxwedan Azad Dike.

                                                                              Read More »

                                                                                Li Dijî Sûcên Mirovahiyê Berxwedan Dewleta Tirk a Dagirker Li Rojava û Bakurê Sûrî Her Roj Li Hember Mirovahiyê Sûcan Pêk Tîne.

                                                                                Li Efrînê ji roja ku hatiye dagirkirin heta niha gelek mirov hatin revandin û hatin îşkencekirin. Çete roj bi roj mirovan direvînin û ji malbatên wan fîdye distînin. Di heman demê de gelek jin jî ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî êrîşan hatin. Herî dawî mirovekî ku hatiye revandin ruxmî ku pere ji malbata wî hatiye standin hat qetilkirin. Li Serê Kaniyê û Girê Sipî jî ev siyaset bê …

                                                                                Read More »