TKŞ: Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî

KOBANÊ- Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo li Emerîka bi îşkenceyê kuştina George Floyd şermezar bikin li Qada Şehîd Arîn Mîrkan bi dirûşma “Welatê Nîjadperestiyê Tune Ye” daxuyanî dan.

Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî” û “Bimre mêtîngerî bijî şoreş” hatin hildan.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Firyaz Mihemed daxuyaniya bi Kurdî xwend û da xuyakirin ku ji welatên emperyalî heta yên mêtîngehkirî li hemû deveren ku resmaliyet li wir serdest eêrîşên nîjadî pêk tên.

Mihemmed got: “Yên resmalî ji bo dest deynin ser dewlemendiyên gelên cîhanê komkujiyan pêk tînin. Em netewperestiyê herî nêz ji Tirkiyeyê ve nas dikin. Her roj kuştineke nû ya nîjadî pêk tê. Ciwanên me ji ber ku li stranên Kurdî guhdar dikin an ji ber ku bi Kurdî diaxivin tên kuştin. Jinên Kurd rastî tacîz û tecawizê tên. Mal û warên me tên talankirin. Welatê nîjadperestiyê tune ye. Li Emerîkayê her roj reşik tên kuştin. Yên nîjadperest li her derê li ser wan êrîşan dimeşîn.”

Mihemed bi bîr anî ku herî dawî li ber çavên mirovan George Floyd ji hêla polîsekî nîjadperest ve hat fetisandin û hat kuştin.  Mihammed wiha domand:”Kuştineke nîjadî ew qasî hovane pêk hat. Li Tirkiyeyê li Emerîkayê li Ewrûpayê nîjadperestiya berhema resmaliyetê dijminê gelên me yê herî mezin e. Pêwîst e têkoşîna bi nîjadperestiyê re bi têkoşîna li hember mêtîngerî û emperyalîzma kûrewî re bibe yek. Li her derê em xweparastina xwe xurt bikin. Em ê nîjadperestiya li cîhanê bûye bela bi şoreşê ji holê rakin û cîhanê azad bikin.”