Sembola Ciwan a Yekîtiya Gelan Zagros Hesekê Nemir e!

Endamê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz, Yasir Xelîl (Zagros Hesekê) di encama bomberana dewleta Tirk a faşîst û mêtînger de li eniyên Til Temir bi lehengî şehîd ket. Rêheval Zagros Hesekê heta kêliya xwe ya dawî şoreşa me parast û rê neda dijminê xof. Bi lehengî şer kir û şehîd ket.
Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) soz didin ku heta şkenandina dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk em ê têbikoşin. Em ê her riya şehîdên xwe bişopînin.
Şehîd Namirin!
Şehîd Zagros Nemir e!

Daxuyanîya Fermandariya Tugaya Şehit Alişer Deniz
Armancên şervanê me yê ciwan Zagros Hesekê ku di 25’ê Îlona 2021’an de dema li eniyên Til Temir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê erka xwe ya parastina xakên Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih tanî şehîd ket, wê li ser milên şervanên şoreşê ku di eniyên Til Temir de sond xwarine şoreşê biparêzin û tola şehîdên me rakin bilind bibe.

Rêheval Zagros Hesekê di 1’ê Çileya 2000’an de li taxa Neşwa ya bi ser Hesekê ve ye ji dayik bû. Ji malbateke ku girêdayî eşîreta Begara bû û ji 10 zarokên malê yê 9’an bû. Weke kurekî kedkar ê malbateke gundî piştî zarokatiya xwe ya di bin zexta rejîma Sûriyeyê de derbas bû, di çaxên xwe yên ciwantiyê de Şoreşa Rojava ku di xaka Sûriyeya di bin zext, zilm û şeran de êş dikişand dest pê kir û mezin bû nas kir. Li Rojavaya ku bi berdêlên mezin û bi nirxên bêhempa şoreşa xwe ava kiriye ew ji nifşê bextewer bû ku bi şoreşê re mezin bibû. Rêheval Zagros, weke kurekî wêrek ê gelê me yê Ereb ji nirxên ku şoreşa me ava kiribûn haydar bû. Bi vê jê hay bûnê di rojên destpêka 18 saliya xwe de di nav refên QSD’ê de cihê xwe girt. Rêheval Zagros ji pêngava rizgarkirina Reqayê ve di taburen QSD’ê de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bi kelecaneke mezin û hezkirina azadiyê şer kir û di temenê xwe yê ciwan de tecrubeyên girîng ên leşgerî girt.

Rêheval Zagros, di rojên destpêkê yê meha Îlona 2020’an de tevlî Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz bû. Piştî ku perwerdeyên xwe xilas kir bi coş, kedkarî û rêhevaltiya hezkirin û baweriya fermandar û hemû hevalên xwe qezenc kir. Rêheval Zagros, bi israr xwe pêşniyarî perwerdeya pisporiya suîqestiyê kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya pisporiyê xilas kir di sîwana Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz de di yekîneya suîwestê de bi biryardarî û xwesteka xwe ya çakakiyan, bi kelecan û zindîbûyina xwe cihekî ku bizehmetî were dagirtin bi dest xist. Bi perwerdeyên bîrdozî ku stend girêdayina xwe ya bi nirxên şoreşê re, rêhevaltiya xwe, bîrdariya xwe ya welatparêziyê û gelek aliyên xwe yên şoreşger pêş xist. Di jiyanê de di şênberkirina pêşketina xwe de jêhatî û wêrek tevgeriya. Sîleha wî ya ku ji roja yekemîn a ku tevlî parastina şoreşê û ji welatê me paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê bû û heta roja ku şehîd ket ji milên xwe danexist, êdî li ser milên rêhevalên wî ye. Weke kurekî gelên Ereb, Kurd, Aşûrî, Suryanî ku pira yekîtiyê ya ku şoreşa me ava kir bi canê xwe xurt kirin, wekî yek ji hezaran şehîdên şoreşê û di heman demê de wekî ‘di eniya Til Temir de Şehîdê Yekemîn ê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz wê her dem di dilê me û têkoşîna me de jiyan bike.

Fermandarê Nemir Baran Serhatê ku pêşengtiya avakirina tugaya me kiribû, ji bo şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja wê xurtkirina tevlêbûna şoreşê ya leşgerî, bîrdozî û polîtîk a gelê Ereb weke parçeyek girîng didît û di her derfetê de ev diyar dikir. Rêheval Zagros ji vê bangê re bû bersiva herî şênber û bi şehadeta xwe ev bang dubare kir.

Di serî de ji malbata hêja ya şehîdê me û ji nêzemirovên wî re û ji hemû gelên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re em sersaxiyê dixwazin. Di kesayeta Rêheval Zagros de em careke din soz didin hemû şehîdên şoreş û azadiyê; “Heta ku em şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sosyalîzmê tacîdar bikin wê têkoşîna me kêliyekê jî nesekine. Em ê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bişkînin û xakên xwe rizgar bikin. Em ê xeyalên şehîdên xwe di xakên şoreşê de bidin jiyandin û şoreşê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bikin. Em ê çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji hêzên paşverû û hovane, ji dewleta Tirk û çeteyên wê, ji emperyalîstên xwînmij rizgar bikin, ala şoreş û azadiyê bi çi berdêlê bibe jî bilind bikin.”

Bijî Şoreşa Me Ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê!
Bijî Şoreş û Sosyalîzm!
Şehîd Namirin!

Sicîlê Şehîd Zagros:
Navê Tevgerî: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Yasir Xelîl Muhdi
Navê Dayikê: Nûriya
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1’ê Çile 2000/Hesekê-Neşwa
Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Îlonê 2021/Til Temir

Fermandariya Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz