JKŞ’ê li dirbêsiyê 10’ê Îlonê pîroz kir

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi jinan re bi minasebeta pîrozkirina salvegera damezrandina MLKP’ê seyranek li dar xist.
Di çalakiyê de li ser navê JKŞ’ê Nûjiyan Baran axivî û wiha got: “ MLKP’ê partiya hemû bndestan e. Partiyeke Kurdistanî ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn dike. Ji destpêka şoreşê ve li vir e. Di hemû cepheyan de cih girt. Şehîd û birîndar da. Têkoşîna li hemberî mêtîngerî, kapîtalîzm û zilamperestiyê mezin kir.”
Nûjiyan Baran bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan û wiha domand “Em îro weke jinên komûnîst xwe birêxistin dikin. Armanca me ew e ku em jinan hîn bêhtir tevlî şoreşê bikin. Pêwîst e jin doh û îro baş nas bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Çi bibe bila bibe lazim e em li şoreşa xwe xwedî derbikevin.”
Piştî axaftinan jinan govend gerandin û salvegera damezrandina MLKP’ê pîroz kirin.