JKŞ’ê bi boneya 19’ê Tirmehê panel û şahî li dar xist

Kobanê- Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi serenavê “Parastin û pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinê” panêlek li dar xist. Berdevka JKŞ’ê Fadya Sîdo, mamoste Necah Elî û Rêvebera CKŞ’ê Ivana Baran tevlî panele bûn.
Ji bo têkoşîna li dijî zilamperstiyê em rêxistinbûna xwe mezin bikin
Berdevka JKŞ’ê Fadya Sîdo axaftina destpêkê kir û diyar kir ku tiştê ku berî 10 salan nedihat bawerkirin ku bibe jinan biser xist û wiha domand: “Me desthilatdariya dewleta Sûriyeyê li welatê xwe rûxand. Me şoreşa jinê pêk anî. Şoreşa me rastî gelek êrîşan ma. Me bi saya şehîdên xwe şoreşa xwe parast. Dewleta Tirk a ku dijminê me yê herî mezin e bi piştgiriya Emerîka û Rûsya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Lê îrada me neşkest. Jinan di nav refên YPJ’ê de di herî pêşî de cihê xwe girtin. Jinan li gel qada leşgerî di qada siyasî û jiyana civakî de jî rêxistinên xwe ava kirin. Zagon û mafên jinan di xalên herî pêş de hatin avakirin.” Sîdo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di nav refên JKŞ’ê de birêxistin bibin û li şoreşa xwe xwedî derkevin.
Pêwîst e jin şoreşê pêş bixin
Neccah Elî jî wiha axivî: “Şoreşa me bi berdêlên mezin hat avakirin. Jinan di serî de li Kobanê û hemû enyan bi lehengî şer kirin. Di serkeftina şoreşa me de roleke girînk a jinan heye.”
“Îro erka herî girîng pêşxistina şoreşê ye. Di mile pêkanîna qanûnên jinan de di cavaka me de paşketinek heye. Pêwîst e em li ser sedemên vê bisekinin. Her jim berpirsiyarê pêkanîna qanûnên me ye. Pêwîst e em şoreşa xwe bimeşînin û ber bi sosyalîzmê ve bibin.”

Li ser navê CKŞ’ê Ivana Baran axivî û wiha got: “Bi şoreşê re her kesî dît ku dema şertên jinan pêk tên çawa lehengiyên mezin dinivisînin. Me di kesayetên weke Arîn, Sarya Ozgur, Avesta, Raperîn Dîcle, Destan Temûz de dît ku jin çawa dibin vîn. Têkoşîna şehîdên Pirsûsê nîşanî me da ku têkoşîna şoreşê sînoran nas nake. Em ê jî di şopa wan de bimeşin.”


Dirbêsiyê- JKŞ’ê bi boneya pîrozkirina 19’ê Tirmehê li Parka Şehîd Zevîn şahiyek jinê li dar xist. Di şahiyê de li ser navê JKŞ’ê Nûjiyan Baran axivî û şehîdên şoreşê bi bîr anî. Baran wiha berdewam kir: “ Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hat naskirin. Jinan şoreşa xwe ava kirin û diparêzin. Jin ji ber vê dibin hedefa êrîşan. Jinên komûnîst jî ji destpêka şoreşê ve berdêlên mezin dan.”
Ciwan di riya şehîdan re dimeşin
Li ser navê CKŞ’ê jî Destan Serhed axivî û wiha got: “ ji her milî êrîş hene, dixwazin ku vîna me bişkînin. Li Garê, Avaşîn û Heftanînê êrîşî me dikin. Lê qet nikarin vîna bişkînin. Em weke ciwanên Rojava her dem dibêjin em amade ne ku di riya şehîdên xwe re bimeşin. “
Piştî axaftinan bername bi şahiya stranan û govendan berdewam kir.

Hesekê- TKŞ û JKŞ li Hesekê jî panêlek li dar xistin.
Di panêlê de li ser navê TKŞ’ê Cemîl Sîdo axivî û wiha got: “Şoreşa Rojava di pêşengtiya gelê Kurd de li hemberî paşverûtiya BAAS pêk hat. Şoreşa Sûriyê di esasê xwe de li Der’ayê dest pê kir lê bele ev srhildan di demeke kurt de ket bin bandora hêzên paşverû. Rojava di wê pêvajoyê de riya xwe vekir û ber bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çû.”
Seydo bal kişand ser êrîşan û wiha axivî: “Destkeftiyên şoreşa me di bin xeteriyeke mezin de ne. Pêşî Efrîn, piştî wê jî Serê Kaniyê û Girê Spî hat dagirkirin. Ev êrîş di dema ku me xwest avakirina şoreşa xwe ya civakî xurt bikin de pêk hatin. Lê bele em ê şoreşa xwe rûxmî hemû êrîşan biparêzin.”
Seydo , Şehîdên Pirsûsê jî bi bîr anî da xuyakirin ku wan di berxwedana xwe de didin jiyandin.

Pêwîst e jin bibin îradeyeke xurt

Di panêlê de li ser navê JKŞ’ê jî Fadya Sîdo axivî û di destpêkê de Zîlan Destan a ku di 13’ê Pûşberê de li Qamişlo şehîd ketibû bibîranî. Sîdo wiha domand “Jinên ku zexta pergala zilamperest jiyan dikirin bi saya şoreşê jiyana xwe guherandin. Me dît ku jiyana nû ji ya bere xweştir e. Ji bo vê pêwîst e jin li şoreşê xwedî derbikevin.”
Çalakî bi temaşekirina sînevîzyon û gerandina govendan berdewam kir.

Qamişlo- JKŞ’ê li Qamişlo Şahiya Jinan Li Dar Xist
Endamên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo salvegera Şoreşa Rojava bi jinên di kargeha biskiwîtan de dixebitin re pîroz kir.
Şahî li bexçeyç kargehê hat lidarxistin û lafîteya ku tê de “Ji Saryayan heta Zîlanan em şoreşa jinê mezin bikin” hatiye nivîsandn hat daliqandin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan hat destpêkirin û li ser navê JKŞ’ê Fadya Sîdo axaftinek kir. Sîdo, bal kişand serdestkeftiyên ku jinan bi şoreşê re bi dest xistine. Sîdo piştre êrîşên li ser şoreşê vegot û banga parastina şoreşê li hemû jinan kir.
Sîdo bal kişand ku şoreş bi berdêlên mezin tê jiyandin û bal kişand ser van xalan: “Sarya li Kobanê, Îvana li Til Temir, Raperîn li Minbic, Destan li Reqa, Zîlan jî dema li Qamişlo şoreş mezin dikir şehit ket. Em ê ji Sarya heta Zîlanan şoreşa xwe mezin bikin.”
Piştî axaftinan jinan govend gerandin û salvegera şoreşê pîroz kirin.